Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Pirtûka Bîranînên Serokê Şaredariya Tatwanê yê Berê ‘‘Lepên Tarî’’

Pirtûka serokê şaredariya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp a bi nave “Lepên Tarî” di nav weşanên ”Doz” de, di meha Gulana 2021ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 318 rûpel e, lê bi wêneyên li dawiya pirtûkê ve 336 rûpel e. Berga wê rengîn e. Di berga pêşîn de wêneyeke bajarê Tatwanê heye, di berga paşîn de jî wêneya nivîskar …

Bêhtir »

Derfetên zimên û vegotina wêjeyî

Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der. Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn …

Bêhtir »

Romana lehengên kurd ên Serhedê

Pirtûka birêz Welî Sebrî di nav weşanên “Roşna” de li Diyarbekir derketiye. Pirtûk 239 rûpel e û cîlda yekem e. Berga pirtûkê bergeke hunerî ye.  “Şemal Medya” yê bergê amade kiriye. Wêneya bergê hunermend Luqman Ehmed bi dest çêkiriye. Wêneya di bergê de ye siwarê hespekê ye. Lê di wêneyê de serûrûyê siwarê hespê beylu nîn e ka kî ye? …

Bêhtir »

Rêwîyê Sipî A Çiyayê Sipî

Bayê sibê rûyê min dialêse, bi tiliyên nermik û sivik, bi rabirdû û xatiretên berê, bi deng û awazên xemgîn. Bayê sibê xeberê ji deverên dûr ji min re tîne. Aqilê min ne li serê mine; dilê min ketiye dû sitranê xeribîyê. Yanî dîsa xerîb im û bîra çiyayê xwe dikim.   Nizanim çiyayê we heye. Însanên bê çiya çawa …

Bêhtir »

DESTPÊKEK JI EVÎNA ROJÊN KEVIN

Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir…Şaristanî nedêtibû… Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst… Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas …

Bêhtir »

Gotarên Yê Li Dûr

Pirtûka dostê min ê hêja, birêz Faîk Ocal di nav weşanên “Az Kitap”ê de derket. Pirtûk tirkî ye û nave wê “Uzaktakî / Yê Li Dûr”  e. Pirtûk pirtûka ceribandinê ye. Tê de li ser evînê, dûrbûniyê, hesreta hevûdudîtinê bîst/20 gotarên ceribandinê hene. Herçiqas ev pirtûka wî bi tirkiye jî, ew bi kurdî jî dinivîse. Ji xwe pirtûkek wî a …

Bêhtir »

Rêzenivîsa Perwerdeya Taybet – Nekanyarên Dîtinê

1. NEKANYARÊN DÎTINÊ Di cîhana pêşverû û guherîner de perwerdekirina mirovan her ku diçe bêtir girîngiyê distîne.  Ji perwerdeya mirovan armanc; yên teknolojiyê bikar tînin, li derdor û civakê reftarên lihev dikin e. Wekî çawa mirovên saxlem xwedî mafê perwerdeyê ne, mirovên nekanyar jî xwedî mafê perwerdeyê ne. Û ev yek bi rêzikname û bi zagonên netewî û navnetew hatiye …

Bêhtir »

Rêzehevpeyvînê Jina (18) – Dîlan Zêbo

1 – Lokman Polat – Pirs : 1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Dîlan Zêbo kî ye? Di payîzeka rengîn de, li rojavayê Kurdistanê li gundê Şêtana ku girêdayî herêma Efrînê ye hetime dinê, ji malbatek bi karê bazirganiyê re mijûl dibê bi  nirx û wêjeya Kurdî dewlemend. Bapîrê diya min bi eslê xwe ji …

Bêhtir »

Mexlubê Ezelî ya Cîoran: TENÊTÎYA TENÊMAYÎ

Bi tenêtîyekê tenêmayî hatime rapêçandin. Qerbalixên yên din tu caran nebûn mijara min. Li hawîrdora min tenê tenêtiya yên mîna min hebû; lê tenêtîya min nedişibû tenêtiya yên din. Tenêtiya min dişibû qurşunekê navnîşana xwe yê windakirî. Tenêtîya min dişibû merivekî li ber mirinê lê bê ecel mayî. Tenêtîya min dişibû darekê bi kok û rehên xwe ve riziyayî. Min …

Bêhtir »

Di Edebiyatê de Kanon û Fonksiyona Edebiyatê

Miletên ku qîmet û rûmeta nivîskarên xwe bizanibin, rûmeta xwe jî bilind dikin. Pêkanîna misyonên millî û demokratîk li ser milên nivîskar û rewşenbîran e. Ji bo ku civak ji wan siûdê werbigre, divê di serî de qîmet û rûmetê bide wan. Kurd divê bi çavên îdeolojîk li nivîskarên xwe nenêrin. Entelektuelên-rewşenbîrên/ronakbîrên miletekî wijdana wî miletî ne. Du merhaleyên bingehîn …

Bêhtir »