Pirtûka Bîranînên Serokê Şaredariya Tatwanê yê Berê ‘‘Lepên Tarî’’

Pirtûka serokê şaredariya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp a bi nave “Lepên Tarî” di nav weşanên ”Doz” de, di meha Gulana 2021ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 318 rûpel e, lê bi wêneyên li dawiya pirtûkê ve 336 rûpel e. Berga wê rengîn e. Di berga pêşîn de wêneyeke bajarê Tatwanê heye, di berga paşîn de jî wêneya nivîskar û hinek gotinên Birêz Dr. Celadet Çelîker û birêz Cemal Onursal hene.

Bîranîn çiye? Xisûsiyetên, taybetmendiyên wê çine? Ez ê bi çend gotinan bibêjim û beşdarê danasîn û nirxandina naveroka pirtûkê bibim.

Bîranîn, cureyek şîweya nivîsandinê ye ku tê de kesek, bi taybetî jî kesên naskirî, li ser bingeha dîtin û zanîna xwe, bûyerên balkêş ên ku di jiyana xwe de dîtine an jiyîne vedibêje, rave dike. Kesên weha di bîranînên xwe de behsa dîmenên jiyana xwe, bûyerên girîng ên ku di dema wî/wê de pêk hatine qal dikin. Birêz Mehmet Ozalp jî di bîranên xwe de ev tişt kiriye.

Di nav kurdan de tradîsyonekî nivîsîna bîranînan tune. Li bakurê Kurdistanê di van çend salên dawîn de hinek kesên siyasetmedar dest pê kirin bîranîn xwe nivîsîn. Bîranîn nivîsîn tiştekê gelek baş e û ji bo pêşerojê pêwîst e. Di bîranînan de bûyerên ku berê qewimîne têne qalkirin û mirov ji wan dersan derdixe, sûdê werdigre. Ev ravekirinên bûyeran ji bo pêşerojê wek belge ne, çavkanî ne. Di pirtûkên bîranînê de bi parvekirina serpêhatî û tecrubeyên jiyanê re, rewşa wê demê tê ronî kirin.

Xwezî hemû serok û sekreterên partî û rêxistinên kurdan bîranînên xwe binivîsiyana. Lê mixabin hemûyan nenivîsî, yekê nivîsî, wî jî piraniya hevalên xwe ên damezrevan, kesên ku di komîteya navendî a partiyê de cih girtibû nebaş, xirab da nişandan û neheqî û heqaretê li wan kir.

Di nivîsîna pirtûkên bîranînan de divê mirov rastiyan bîne zimên. Di pirtûkên bi vî rengî de nivîskar ango kesên ku bîranîn nivîsîne divê bi şêweyeke objektîv bûyeran rave bikin, rastiyê bibêjin. Dema vebêj objektîv be û rastiyan bibêje wê demê kes nikare li hemberê van rastiyan derkeve.

Niha piştî van çend gotinên gelemberî em li naveroka pirtûka bîranînên birêz Mehmet Ozalp binêrin.

Di pirtûka biranînên birêz Mehmet Ozalp de hemû tiştên ku têne qal kirin, bûyer û vegotinên ku têne rave kirin bi van gotinan tê pêşkêşkirin: “Min kir, min dît, min seh kir û ez jiyam.” Yanî her tiştên ku nivîskarê bîranînan kiriye, dîtiye, bihîstiye û jiyaye pêşkêşê xwendevanan kiriye.

Di nav pirtûkên bîranînê de cureyek pirtûk hene ku ji wan re “bîranînroman” dibêjin. Ji xwe di pirtûkên bîranînê de hêlekê edebî heye û dema mirov dixwîne  jî hazeke/xweşhaliyeke xwedina edebî/wêjeyî werdigre. Pirtûka birêz Metmet Ozalp bi tevahî pirtûkek ”bîranînroman” nîn e, lêbelê hinek beşên wê weke bîranîn romanê bi şêweyeke edebî/wêjeyî hatine rave kirin.

Di van cure pirtûkên bîranîn û bîranînromanan de vebêj qala kî bike ew di jiyana rastîn de heye, hebûye. Wek ku min di destpêka vê gotara xwe de jî gotibû; cureyê vegotina nivîskî ya ku dema ku nivîskar bûyerek dinivîse ku ew şahid e yan jî ew bi xwe wê bûyerê jiyaye û  piştî demek diyarkirî dinivîse, jê re bîranîn tê gotin.

Xwendevanên ezîz, niha te dest pê kiriye, tu  vê gotara min a danasîn, nirxandin û şîroveya pirtûka bîranînên birêz Mehmed Ozalp dixwînî. Ji xwe re hinek bifikire, birame, empatî bike, xwe bixe şûna vebêjê/nivîskarê pirtûka ”Lepên Tarî.” Heger yek ji te re bibêje; ”Ji bo te silav nedaye min, ez ê te bikujim. Min biryara kuştina te daye.” Weke ku av li diyarê serê te kin, tu ê bimînî şaş û ecêb. Dema te biryara kuştina xwe bihîst, tu ê çi bikî, çi bifikirî?

Xwendevano, de ka tu bifikire, ez ê paşê vegerim vê mijara silav û biryara kuştinê û ji we xwendevanên ezîz re qal bikim. Niha em li naveroka pirtûka bîranînan binêrin. Ez ê derbarê naveroka pirtûkê de bi kurtahî hinek agahdarî bidim. Pirtûk bi çend gotinên hêja ên Dr. Celadet Çelîker û bi pêşgotina nivîskar dest pê dike.

Nivîskarê pirtûkê Mehmet Ozalp di sala 1989an de ji partiya SHP(Partiya gelêrî a sosyal demokrat) dibe serokê şaredariya Tatwanê. Ew bi dil û can ji gelê xwe re xizmet dike û dibe şahidê gelek tiştan û herweha gelek tişt têne serê wî. Ew jî gelek baş dike ku wan tiştan wek bîranîn dinivîse.

Mirov nikare naveroka pirtûkeke 318 rûpel bi teferûat, xal bi xal qal bike, loma jî ez ê bahsa wan tiştên ji bo min girîng û balkêş in bikim.

Bîranîn bi qalkirina namzetiya şaredariyê dest pê dike û hetanî rûpela 57an ber endamtî, namzetî û helbijartin tê qal kirin. Di encama helbijartinê de namzetê SHPê Mehmet Ozalp bi ser dikeve û dibe serokê şaredariya Tatwanê.

Piştî ku ew dibe serokê şaredariyê gelek karûbarên hêja, xizmet ji bo gel dike. Tiştekî herî baş jî ku dike di civînên meclîsa şaredariyê de xwendina “merşa netewî” a fermî a dewletê ku merşeke nîjadperestiya tirkan e, nade xwendin.

Di nav rûpelên pirtûkê de gelek kar û xizmetên ku li Tatwanê di dema serokatiya Mehmet Ozalp de hatiye kirin tê qal kirin. Ew yeko yek behsa hinek şexsan, kes û kesayetiyan jî dike. Helbet digel xizmeta ku di bin serokatiya M. Ozalp de pêk tên, di nav xelkê, di nav kesên derdora wî de, gelek paşgotinî jî tê kirin, digel gotinên baş û qenc,  gotinên nebaş jî têne gotin, û herweha hinek jî derew lê dikin.

Dema min vê pirtûka bîranîna serokê şaredariya Tatwanê ê berê xwend, min dît ku serokatî, ji gel re xizmet weha hêsan nîn e, zahmetiyên wê gelek in, derd û kulên wê pirr in.

Min gotibû tiştên ku bala min bikşîne ez ê bi kurtahî behsa wan tiştan bikim. Di rûpela 118 û 119an de damezrandina HEP (Partiya Ked a Xelkê) tê qal kirin. Birêz Mehmet Ozalp dibêje: “Hezîrana 1990î de HEP hate damezrandin. Û Fehmî Işiklar bû serokê partiyê. Hinek şexsiyetên ”kurd” û “kurdên demokrat” xwe ji partiyê dûr kirin, Kek Şerafettîn Elçiyê birêz jî kesekî ji wan bû ku xwe ji partiyê dûr kiribû. Min ji Kek Şeraffetîn Elçî vê yekê pirsî.Çima te xwe ji partiya nû vekişand?

Kek Şeraffetîn got :

– Daxwaza min ew bû ku hebûna bêjeya “Kurd” an jî “Kurdistan” sernavê partiyê de hebe. Lê ev yeka nehat qebûlkirin, lewma jî min xwe ji partiya nû vekişand.Birêz Mehmet Ozalp li ser van gotinên wî, dibêje :

– Gorî qanûnên donzdê îlona 1980 ev yeka nayê qebûl kirin. Wî wextê partî wê bihata dadan û kesên ku partî damezrandine jî, wê bihata girtin. Kek Şeraffetîn got :

– Bila partî bihata dadan û kesên ku partî damezrandine jî bihatana girtin. Qet ne mûhîm bû. Me yê sed kes qurbana wî navî bikiriya.

Şerafettîn Elçiyê ku xwedî van dîtinan bû, dema partiya xwe damezrand navê Kurd û Kurdistanê danenî. Navê partiya wî “Demokratîk Kîtle Partîsî – Partiya demokratîk a girseyî” bû. Ew paşê jî çû bû namzetê HADEPê, pesnê Apoyiyan da û bû wekîlê gel û ket meclisê. Şerafettîn Elçî siyasetmedarekî bi îstiqrar nebû,  Xwedî prensîb û bi biryar nebû. Ji bo bibe milletwekîlî xwe xist wî halî.

Birêz Mehmet Ozalp baş kiriye ku bîranînên xwe nivîsiye û herweha wî gelek baş kiriye ku bîranînên xwe bi kurdî nivîsiye. Xwezî serokê navçeya me (Licê) Soro /Nazmî Balkaş jî bîranînên xwe binivîsiya. Lê, mixabin wî nenivîsî û gelek tiştên ku zanibû bi xwe re bire gorê. Birêz M. Ozalp hetanî rûpela 176 bîranînên xwe di çerçova kar û xebatên Belediyê û bûyerên ku di encama xebatên şaredariyê ên di bin serokatiya wî de rû dane, pêk hatine rave dike. Di rûpela 176an de bûyera ku suîqasta li dijê Doktor Rodî pêk tê û lawê wî li ber singa wî dikujin û wî jî birîndar dikin qal dike. Paşê jî ku Doktor Rodî li Almanyayê dikeve sergêjiyê (bunalimê) û bi hefsarê hespê xwe, xwe darve dike. Di xwendina vê bûyera trajîk û dramatîk de dil û kezeba mirov dişewite. Kujerekî xwînxwar li ber çavên bav kurê wî dikuje. Ev beşa qalkirina vê bûyerê tam weke ku mirov beşeke berhemek edebî a ku trajediyeke rave dike dixwîne. Rahmetî Doktor Rodî nas, dost û hevalê birêz Mehmet Ozalp bûye û lewre jî wî vê bûyerê, dramayê nivîsiye.

Di pirtûka bîranînan de qala derewên siyasetmedarên tirkan jî tê kirin. Beriya hilbijartina ji bo piştgirî û raya kurdan wergirin li pirsa kurdî, doza kurdan germ dinêrin. Serokê SHPê Erdal Înunu ji serokê şaredariya Tatwanê re dibêjin em dikarin pirsa kurdî ji bo destxistina otonomî yan federasyonê biaxifin, minaqeşe bikin. Lêbelê dema ew/SHP û DYP bi hev re kualisyon pêk tînin, pirsa kurdî jî tê jibîrkirin. Wek tê zanîn berê Demîrel jî gotibûn em realîteya kurdan qebûl dikî, lê ka qebûlkirin…Turgut Ozal jî got em dikarin federasyonê minaqeşe bikin û ji alî hêzên dewleta kûr/Ergenekonê ve hate kuştin.

Di bîranînan de vebêj/nivîskar behsa damezrandina DEP (Partiya Demokrasiyê) û civînên serokê partiyê bi serokên şaredariyan re dike. Dibêje di civînê de kesekî nenas li bal Yaşar Kaya rûniştibû. Yaşar Kaya dest bi xeberdana xwe kir, lê wî di serî de fersend neda ku Yaşar xeberdana xwe dewam bike. Xeberdana wî birî û Yaşar bêdeng ma. Wî xeber dida. Yaşar û me jî guhdarî wî dikir. Min ji kesê ku li ba min bû bi dengekî hêdî pirsî:

– Gelo ew kî ye?

– Komîserê partiyê ye.Komîserê partiyê bi fermanan û gefan dixwest, em di bin emrê wan de bin û daxwazên wan bi cih bînin.” (Binêr rûpel 182.)

Di esasê xwe de DEP di serî de partiyeke hevbeş a hemû hêzên kurdan bû. Gelek siyasetmedarên ku ji tradisyonên cuda ên ji partî û rêxistinên cuda hatibûn di nav DEPê de cih girtibû. Lê, di nav pêvajoyê de di bin meyla Apoyiyan de ma û ji xwe paşê hate girtin. Dîtinên M. Ozalp ku di bîranînên xwe de tîne zimên di nav pêvajoyê de rastiya wan derkete holê.

Di pirtûka bîranînan de zilm û zordariya fermandarê artêşa tirk Korkmaz Tagma, kirinên wî ên qirêj, revandin û şkenceyê de kuştina rojnamevanê kurd Ferhad Tepe bi berferehî tê qal kirin. Li gor ku di bîranînan de tê qal kirin, di wan salan de bi taybetî jî salên piştî 1990î de xelk/gel di nav Xelîl û Celîl de mane. Di nav cendereya herdu aliyan de mane. Vebêj dibêje: “Kesên ku ne ji PKKê bûn gorê PKKê ‘merivên dewletê’ bûn. Dewletê jî digot; ‘kesên ku ne ji me bin, terrorist in û endamê PKKê ne’ (Binêr rûpel 211.)”

Bîranên ji rûpel 202, ji sernavê ”Oleka Jorîn” pêve dibe weke bîranîn romaneke û mirov di xwendina wê de tehm û lezeteke edebî/wêjeyî dibîne. Herweha di vê beşê de macera, kelecanî, meraq û xeter jî heye. Çûyina serokê şaredariyê ji bo hevûdu dîtina fermandarê PKKê, xwe di nav du agiran de, di nav şerê artêşa dewletê û şervanên PKKê de dîtin, saat 2yê şevê çûyina gund, weke ku mirov bîranîn romanek dixwîne ye.

Tiştên ku di pirtûkê de ji bo bûyera gundê ”Oleka Jorîn” tê qal kirin şerê di navbera leşkerên artêşa tirk û şervanên PKKê de, kuştina 5 şervanên PKKê û girtina serokê şaredariyê  mirov bi kelecan dixwîne. Serokê şaredariyê M. Ozalp di nav şer de dimîne û ew dikaribû li wir were kuştin jî.

Digel gelek kar û xebatên baş ku serokê şaredariya Tatwanê ji bo Tatwanê kiriye, karekî hêja jî ji bo ku nehêştiye Xizbulaha destbixwîn ku gelek welatparêzên kurd li Mêrdînê, Amedê, Farqînê, Batmanê, Sêrtê û di navçeyên bakurê Kurdistanê de qetil kirin, wan revandin, bi wan şkence kirin û kuştin, vêca çav berdane Tatwanê bi riya vekirina “qursên quranê” xwestine li Tatwanê bi cih bibin. Lê serokê şaredariyê îcaza vekirina dersxaneya olî nedaye û ji wan re bûye asteng.

Di nav rûpelên pirtûka bîranînê de kirinên PKKê ên şaş yên wê herêmê jî tê qal kirin. Fermandarê leşkerî ê PKKê xelkê bi name/pusule şiyandinê aciz dike, tehdît/gef dike, ji wan pere dixwaze, wan bi kuştinê dide tirsandin. Serokê şaredariya Nisêbînê Muslum Yildirim ji alî dewletê ve ji serokatiya şaredariyê tê avêtin û ji alî PKKê ve tê revandin, 15 roj wî dikine zindanê.

Min di destpêka vê nivîsa xwe de behsa ”Heger yek ji we re bibêje ji bo ku te silav neda, me biryara kuştina te da” kiribû. Ev tişt bi rastî jî hatiye gotin û di vê pirtûka bîranîna birêz M. Ozalp de tê qal kirin.  Rojeke serokê şaredariyê diçe malê, xanima wî pusulayeke dide pê û dibêje: “Xortekî aniye û gotiye bide reîs.” Pusulayê fermandarê PKKê şiyandiye û gotiye: “Te silav nedaye, ji min re silav neşiyandiye, loma jî min biryara kuştina te daye. Em li cihê ku te bibînin, em ê te înfaz bikin.” De werin ji xwe re li vê ecêba giran binêrin. Niha hûn ê ku vê gotarê dixwînin, hûn pusulayeke weha wergirin, hûn ê çi bifikirin. Çi bibêjin!. Bersîva vê pirsê hûn bidin. Nirxandina vî tiştî piralî ye. Hêla wî a derûnî/psîkolojîk, siyasî, mirovî û hwd, gelek hêlên wê hene. Lewre jî ez dibêjim bersîva vî tiştî hûn bi xwe bidin.

Baş e, lê gelo serokê şaredariyê piştî ku pusulaya înfazê werdigre, çi dike? Çi difikire? Dikeve çi rewşî? Bila ew jî wek meraq bimîne ku hûn xwendevanên ezîz vê pirtûka hêja a bîranînê bikirin û bixwînin. Ji xwe armanca nivîsên min ên derbarê nirxandin, danasîn û şîroveya pirtûkan de yek jê jî ev e ku; ez xwendevanan di nav meraqê de bihêlim û bala wan bidime ser naveroka pirtûkê ku ew jî meraq bikin û herin pirtûkê bikirin û bixwînin. Piştî nameya fermandarê PKê, vêca cerdewan jê re name/pusule dişînin û dibêjin; “Tu hevkarê PKKê yî, bi wan re kar dikî, em ê te bikujin.” Piştî gef avêtina / tehdîta / tirsavêtiniya PKKê û cerdevanan vêca fermandarê artêşa tirk general Korkmaz Tagma wî tehdîd dike û bi eşkere dibêje: “Ew kesên ku kurdayetî dikin, em ê wan bikujin.” Vebêjê bîranînê axaftina wî di pirtûkê de weşandiye.

Di axaftina wî de faşîstî û nîjadperestiya wî xwe dide nîşandan. Mirov ji bo axaftinên wî dibêje aha dewleta dagirker ev bi xwe ye. Û dewlet, hêzên dewletê dest bi kuştinê dikin û awukatê/parêzgerê kurdperwer, welatparêz Şewket Epozdemîr dikujin. parêzgerê kurdperwer, welatparêz Şewket Epozdemîr di heman demê de endamê meclisa şaredariyê ye û dost û hevalê serokê şaredariyê ye.

Generalê dewletê, PKK û cerdewan biryara kuştina serokê şaredariyê didin. Ji ber şert û zirûfên wê demê, ji ber neçariyê ew pêşî Tatwanê diterkîne û diçe li Ankarê bi cih dibe, paşê piştî kuştina şehîd Şewket Epozdemîr diçe Almanyayê û ji kuştinê xilas dibe. Lê, beriya ku here Almanyayê li Stenbolê tê girtin û berdan.

Dema min bîranînên serokê şaredariya Tatwanê birêz Mehmet Ozalp xwend, rahmetiyê şehîd Urfan Alpaslan (Serdar Ararat) tim di bîra min de bû. Min di dilê xwe de got: “Xwezî ew nehata kuştin û wî jî bîranînên xwe binivîsiya.” Ez û ew em li rojhilatê Kurdistanê, li Suriyê û li Swêdê em bi hevûdu re bûn. Wî car caran qala dema serokatiya xwe a li şaredariya Agriyê dikir, suîqasta ku li dijê wî pêk hatibû û birîndar bûbû ji min re bahs kiribû. Bi minasebeta vê pirtûka bîranînê a serokê şaredariya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp, ez serokê şaredariya bajarê Agriyê ê berê Urfan Alpaslan bi bîr tînim.

Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Bîranîn nivîsîn girîng e. Divê bêne nivîsîn. Helbet yê ku bifikire û hîs bike dikare binivîse. Bîranînên ku birêz Mehmet Ozalp nivîsiye serbilindiya kar, xebat û têkoşîna wî ye. Ez wî pîroz dikim ku wî wek hinekan bîranînên xwe bi tirkî na, bi kurdiya şêrîn nivîsî. Kurdînivîsîna wî bi serê xwe hêjayê pesnê ye.

Têbinî / Ez li ser pirtûkên bîranînên ku kurdên navdar, siyasetmedar, serokên şaredariyan, birêvebirên rêxistinan û serok û sekreterên partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê nivîsîne pirtûkeke nirxandin, danasîn û şîroveyê amade dikim. Min hinek pirtûkên bîranênê xwendiye, hinek ji bo xwendinê li dorê ne. Ez ê hemû gotarên xwe ên derbarê pirtûkên bîranînan bicivînin serhev û wek pirtûk biweşînim.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply