Gotarên Yê Li Dûr

Pirtûka dostê min ê hêja, birêz Faîk Ocal di nav weşanên “Az Kitap”ê de derket. Pirtûk tirkî ye û nave wê “Uzaktakî / Yê Li Dûr”  e. Pirtûk pirtûka ceribandinê ye. Tê de li ser evînê, dûrbûniyê, hesreta hevûdudîtinê bîst/20 gotarên ceribandinê hene.

Herçiqas ev pirtûka wî bi tirkiye jî, ew bi kurdî jî dinivîse. Ji xwe pirtûkek wî a bi kurdî ji bo weşandinê amade ye. Wî heta niha bi sedan nivîsên kurdî di kovar û malperên kurdî de û bi piranî jî di malpera “Çandname” de weşandiye. Weşandina nivîsên wî ên bi kurdî di malpera  “Çandname” de didomin.. Lewre jî mirov ji bo wî dikare bibêje nivîskarê kurd e û herweha nivîskarê zimanê tirkiye jî.

Pirtûk bi gotara sernavê wê “Kaçak Çay”ê dest pê dike. Ez jî û piraniya kurdan jî em fêrê vexwarina çaya qaçak bûne. Tehm û lezeta vê çayê pirr xweş e. Ez bi xwe nikarim çaya “filîz” û çaya “tekel”ê a tirkan vexwim.

Di gotara sernavê wê “bêhna petixê” ye,  ji yên dûr re dibêje

“Hûn bi gotinên xwe, bi hesreta xwe, tiştê ku hûn dixwazin mîna ku min nikaribû ji kesekî re bibêjim, pir dûr.” (Rûpel; 12).

Û didomîne, “Çima ev dinya ew qas zalim e … Çima hûn ne li vir in, yên li dûr? Hemî hêsirên ku ez dibarînim bêyî te ji bo sibê tê veqetandin …” (Rûpel; 12).

Di sernivisa “du nîvê muzê” yan jî “du felqên muz/bananê” de evîndariya du evîndaran ji hev dûr ketine tê rave kirin. Dibeje: “Ya ku min dixwest ev bû ku hûn bi min re bimînin, bi hev re bin, bi hev re bijîn, bi hev re bimirin. Tiştê ku min dixwest ev bû ku ez sermiyana jiyanê ya tixûbdar li cîhên nas bikar bînim. Ez ê bibêjim revînek dûr, hûn payizek nêzîk bibin, Ew nebû, yê li dûr.  (Rûpel; 17).

Tu çûyî û ez ê çu carî nikaribim li ezmanê te bifirim, ez ê dengê te li ezmanê te nebihîzim. Ma hûn dizanin, mûzek ku ez di kefa destên xwe de digirim… Tu nayî yê li dûr? Ma hûn nizanin ez di çi halî de me wek ku… ..” (Rûpel; 17).

Di vê gotara ceribandinê de dûriya evîndaran, hestên evînê bi xemgêniyeke kûr û dûr tê rave kirin.

Di ceribandina sernavê wê “loqma nîvî” de jî disa ji hev û du dûrî hey e. “Dûrbûna me ji bo dinyayê bi serê xwe dînîtîbû, zêdebûn bû, anormalî bû. Dilê min gûzek gûz bû ku ketibû dilê erdê, dilê te welatek nezelal bû ku li ezmanan belav bûbû. ” (Rûpel;21).

Di gotara sernavê  wê “hespen lingşkesti” de jî dibeje; “min ji te re got dûr neçe.” Wî jî bersîv daye gotiye: “Hûn dizanin ez diçim, piştî wê hûn nekarin pêşiya tiştê ku diqewime bigirin. Çima hûn dibêjin neçin! ” (Rûpel; 28).

 

Werhasil tevahiya gotarên ceribandinê ji yê dûr re hatiye rave kirin.  Ez dirêj nekim, pirtuke bikirin u bixwînin. Ez nivîsa xwe bi hevoka dawî a di pirtûkê de ye, bi dawî dikim.

 

“Bêdawî û çarenûsê li eniya min, li dûr, bigere. Were nivîs û qedera li ser eniya min bixwîne, li xwe miqate be. Paşê here cihê ku hûn dixwazin biçin. Hebûna xwe ji hemîyan dûr bixin. Ez ê mesafeyek wusa maç bikim û bidim serê xwe. Tiştê ku ez dixwazim û hewce dikim dûrbûnek wusa ye. Mesafeyek wusa mafê giyanê min e, bihayê azadiya min e, ez dizanim. Tenê li dûrahiyek wusa ez dikarim dinyayê tehdît bikim, li cîhek din bimirim, we bi tevahî bihêlim, bi tevahiya hebûna xwe ve bizivirim Yezdanê xwe. ” (Rûpel; 96).

Di vê hevokê de bedbînî, derd û kul, êş, xemgînî heye. Êşa evîndariyê êşa heri giran e. Di pirtûkê de dûrbûnî, xemgînî û evîn heye. Ji xwe pirtûk pêş heta paş bi vebêjên evîniyê hatiye xemlandin. Evîn tişteke wisane ku mirov ezîz jî dike û rezîl jî dike. Mirov bi evînê şad û bextewar jî dibe û xemgîn jî dibe. Mirov hene ji bo evîna xwe canê xwe dike feda û mirov heye ji bo berjewendiyên xwe ji evînê re bêbextî jî dike.

Bi bîr û raya min, li gor dîtinên min, ji bo ku naveroka pirtûkê di çeçoveya evînê de maye û pirtûk bûye wek pirtûkeke evînî, lewre jî naveroka wê teng maye. Divê naveroka berhemên ceribandinê pircure bin, berferehbin û têde behsa babetên cuda werine kirin. Pêş heta paş vebêj ji ên dûr re derd û kulê xwe dibêje, xemgîniya xwe tîne zimên. Ango mijar her evîn e.

Wek xwendevanekî û wek dostekî pêşniyara min ji birêz Faîk Ocal re, 1 – Divê birêz Faîk Ocal giranî bide ser ceribandinên derbarê wêjeyê de. (Edebiyat Uzerine Denemeler.) Û 2 – Divê ew bi kurdî ceribandin binivîse. Paşê pirtûka wî dikare li tirkî were wergerandin. Dema ew kurdî bifikire û binivîse dê di gotarên wî de hest û ruheke kurdayetî hebe.

Bi hêviya ku em rojeke pirtûka wî a ceribandinan bi kurdî bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply