Rêzenivîsa Perwerdeya Taybet – Nekanyarên Dîtinê

1. NEKANYARÊN DÎTINÊ

Di cîhana pêşverû û guherîner de perwerdekirina mirovan her ku diçe bêtir girîngiyê distîne.  Ji perwerdeya mirovan armanc; yên teknolojiyê bikar tînin, li derdor û civakê reftarên lihev dikin e. Wekî çawa mirovên saxlem xwedî mafê perwerdeyê ne, mirovên nekanyar jî xwedî mafê perwerdeyê ne. Û ev yek bi rêzikname û bi zagonên netewî û navnetew hatiye pejirandin. Di civak û polîtîkaya îro de, perwerdeya van kesên nekanyar, wekî pêwistiya geşedan û pêşverûbûnê dihê zanîn. Û ji bo kesên nekanyar, perwerdeyên taybet dihên amadekirin.Her kes xwedî mafê xwendinê ye. Ti kesên nekanyar, nabe ku ji vê mafê were bêparkirin. Ji vana kesên nekanyarên dîtinê ji ber asteng û nekanîna xwe di hinek dersan de sextiyê dikêşin. Rêyên girtina zanînê yan fêmkirinê li polê cuda ne. Ev ji bo kesên nekanyarên dîtinê jî digel cudahiyê dijwartir in.  Berî em derbasî şêweyên girtina zanînê ya kesên nekanyarên dîtinê bibin, divê kesên nekanyarên dîtînê kîne, taybetmendiyên wan çi ne, were vegotin.

Kesên nekanyarên dîtinê bi teşeya yên qet nabînin (kor) û bi yên kêm dibînin, dihên cudakirin. Hinek pîvanên di navbera korbûn û kêmdîtinê hene. Li dû hemî sererastkirinên pêdivî, di çavê baştirîn dibîne de dîtbarî ji dehan yek û derenceya nêrîna wan ji bîstan derbas nekin re, kor dihê gotin (Enç, 1981). Yên kêm dibînin jî li dû hemî sererastkirinên pêdivî, dîtbariya wan 20/70 yan kêmtir û di fêrbûnê de bikarhînerê dîtina xwe bin re kêmdîtin dihê gotin. 

Sedemên Nekanîna Dîtinê

Dîtin, pêvajoyeke têgihînî ya xwedî sê hêmanên bingehîn e; çav, rehika optîkê û hiş. Ji bo çalakiya dîtinê divê ev her sê hêman, bi rêkûpêk bin. Di ev sîstema dîtinê de kêmanî yan nekanîn dibe sedema kêmdîtin an nedîtinê. Sedemên nekanîna dîtinê di bin sê beşan de dihên vegotin. Evana;

1. Nekanîna Binyadî; dipêvajoya dîtinê de nekanîna binyadî, dibe ku berî jidêbûnê û dû jidêbûnê derkeve. Digel van sedeman, dibe ku berî jidêbûnê derkeve û bandoriya xwe dû jidêbûnê bide der. Nekanîna dîtinê ya jidêbûnê, bandoriyeke pir giran li stendina agahiyan dike. Ji bo zanîn û zanyariyê astengeke stûr derdixe holê. Berevajê vê yên dû jidêbûnê ji vê nekanînê bandoriyê distînin, piçekî bi siud in. Ango yên nekanyarê dû jidêbûnê, her bi çi hawî be jî, tiştek di jiyana wan a borî de cisim û bireser û şêwe hene. Û ev hêsaniyeke hêja ji bo jiyana wan a dahatû ango dema ji nekanîna dîtinê bandoryar, derdixe holê. Di têkiliya civakî, reng û teşeyên cisman û hwd de asaniyeke mezin derdixe holê.

2. Xeteyên Şikestinê; sedema nekanîna dîtinê ya duyemîn jî xeteyên şikestina kûrewî ne. Xerabiya kûrewî dibe sedema xeteyên şikestina dîtinê. Xeteyên şikestinê; dîtina nêzik(miyopî), dîtina dûr(hîpermetropî) û astîgmatîzm e.

3. Nekanîna Kortîkalî ya Dîtinê; sedemeke nekanîna dîtinê ya din jî nekanîna kortîkalî ya derbarê hiş de ye. Makenîzmaya dîtinê, di hişî de xesarê dibîne û çav hişyarkeran bi awayekî serkeftiyane şîrove nake. Di vê nekanînê de di binyada çavan de ti pirsgirêk tune, lê belê di beşa makenîzmaya çavan a hiş de pirsgirêk heye. Li gor belavbûyina pirsgirêkê, şarezaya dîtinê jî bandoryar dibe.

Taybetmendiyên Nekanyar ên Dîtinê

Gelemperî mirov di ramana, kesên nebîna gelek baş û rind bînê distînên an dengan xweş dibihîzinê de ne. Ango ji ber kêmaniya hesandina wan a dîtinê, hesandinên din xurtir dibe. Lê belê xebatên di vî warî de, van ramanan vala derxistiye û di hestên wan ên din de ti pêşveçûn çênabe. Lê belê ceribandinên wan di şîrovekirina hişyardekan de serkeftî ne.  Ango nîşanan, li gor mirovên kanyar, rind û bêtir şîrove dikin. Ji ber vê hawê mirov di fikra, ew baş dibihîzinê de ne.

Pêşveçûna motor a zarokên nekanyar ên dîtinê ji ya zarokên asan û normal cuda nîne. Digel vaya kesên kêmbîna di tevgerîn û kifşkirinê dibe hinek sextiyê bikêşin. Lê belê ev yek ne ji ber masûlkeyên  motora sivik û stûr e. Ev jî, ji ber ku nabînin û bi xetera ku li derekî bilikumin, bi baldar û lawaz ditevgirin.Ji ber vê hawê ji aliyê motora masûlkeyan bi taybet motora stûr ve, kêşandina wan a sextiyê, ti nekanînê destnîşan nake. Tenê ji ber ku nabînin lawaz tevdigerin.

Nekanyariya dîtinê bandoriyê li pêşveçûna zimanî nake. Berajê vê zarokên nebîna bêtir diaxivin. Di axaftinê bi dengê bilind û yektonê de diaxivin. Tenê di bikaranîna dest û rû ya axaftinê de nekanyar in. Lê belê ji aliyê tibbî û perwerdehî bandoriyeke neyênî li zimanî nake.

Ji aliyê pêşveçûna hişmendî ji mirovên kanyarên bîna cudahî tune. Lê di bikaranîna şarezaya hişmendî de dibe sextiyê bikêşin. Ji ber ku yên dibînin hemî daneyên dîtbarî lihev tînin û analîz dikin. Zarokên nekanyarên dîtinê ji vaya bêpar û nikarin wekî yên bîna li hev bînin û analîz bikin.

Di dîtinê de sînordarî yan nebînayî, bi stendina  agahiyên derdor û veguhestina van agahiyan kêm dibe. Ji ber vê hawê di civakê de nikanin lezgîntir tevbigerin. Ev jî li gor nêrîna civakê dibe ku li pêşveçûna civakî bibe asteng. Digel vaya ji ber ku nikarin kontaxa çavan bisazin û nabînin, di civakê de reftarên şermok bikar tînin. Pêşveçûna civakî ya zarokên nekanyarên dîtinê, bi nêrîna civakê ya li zarokên nekanyarên dîtinê re girêdayî ye.  Heger civak, bi çavê nebaş û kêm li wan binêre û wan ji xwe dûr bixe, dê kesên nekanyarên dîtinê de, ji civakê revîn derkeve holê.

Alfabeya Brailleyî

Alfabeya Brailleyî bi navê xwe yê din alfabeya nebînayan, sîstemeke ji bo xwandin û nivîsandina kesên nekanyarên dîtinê hatiye avakirin. Bi du stûnên  şeş xal li ser çargoşeyekêû şêweya li ser her stûnê sê xal hene dihê nivîsin.  Bi vê hawê bi îşaretkirina van xalan 64 kombînasyon pêk dihê. Ji bo nivîsandina herf, hejmar û çend îşaretên xalbendiyê  dihê bikaranîn.

Ligel nîşanên xalbendî û hajmaran, nîşana herfên mezin, nîşana axaftinê û wekî nîşana helbestê, nîşanên cuda dihê bikaranîn û kesên nekanyarên dîtinê li teksta nivîsê temamî têdigihêjin.

Ev sîstem di dema împarator Napolyon de ji bo ku leşker li şevê hevûdu fêm bikin, hatiye avakirin. Napolyon ji bo sîstemeke wuha Charles Barbier wezîfedar dike. Charles ev sîstema han ava dike. Lê belê ji ber sextî û tevlîheviyê ev sîstema han naye pejirandin. Û ji teref leşkeriyê dihê redkirin. Charles Barbier, di sala 1821ê de beşa nebînayan ku li Enstîtûya Netew a Parîsê ye serdanê dike. Û li vê serdanê de rastî Louis Braille tê. 

Louis Braille di sala 1809an de li derdora Parîsê hatibû dunyê. Di dema naskirina Charles Barbierî de 12 salî bû. Dema biçûk bû di lîskekî de çavê xwe birîn kiribû û ji roniya rojê bêpar mabû. Du wundakirina çavê wî yê çep, nekanîna çavê wî yê rast jî di şeş saliya wî de despê dike. Û di heft saliya xwe ku di demeke gelek zû de ji Institution Royale des Jeunes Aveugles (Enstîtûya Mîrîtî ya Nebînayên Ciwan) burs werdigire. Şert û mercên vê derê her çiqas nebaş bin jî heger meriv biramîne  di wê demê de ji dereke wusa burstendin derfeteke gelek baş e.

Louis Braille, li ser sîstema ji teref Charles Barbierî hatiye pêşverûkirin xebitî û kêmaniyê wê jê dibe. Bi sîstema 6 xalan dike alfabeyeke xweştir û asantir dihê xwendin. Louis di sala 1825an de alfabeyê encam dide. Vê sîstemê fêrî hevalên xwe yên dibistanê jî dike. Û dixwaze li tevahê dibistanê were bikaranîn. Lê belê rêveberê dibistanê li hember vê alfabeyê derdikeve.   

Louis Braille, ji bo bikaranîna alfabeya xwe seranserê jiyana xwe de xebitiye. 25 sal piştî temamkirina alfabeyê û berî ku ji nexweşiya ceger koça dawî bike du sal pêş, ango di sala 1950 de, alfabeya Brailleyî li seranserê dibistanên Fransayê yên fermî hate bikaranîn. Lê belê dû mirina wî li seranserê cîhanêbelav bû. Ev sîstema han xwendin û nivîsandina nebînayan asan dike. Sîstema Brailleyî li gelek zimanên cuda dihê lihevanîn. Hinek herfên ku di sîstema heyî de tune be jî li gor herfên nêz meriv dikare lihev bîne. Mînak di Îngîlîzî de herfa “ş” û “ç”yê tune ne. Lê dêleva vana meriv dikare ş(sh) û ç(ch)yê bikar bîne.

“Nezanîn kêmasiyek e, nehînbûn kêmasiyeke dubare ye”

Baba Tahirê Hemedanî

TABLOYA TÎPÊN BRAILLÊ

Ingîlîzî Frensî Turkî Farsî Kurdî
a 1 a 1 a 1 ا 1 a 1
b 12 b 12 b 12 ب 12 b 12
c 14 c 14 c 14 ت 2345 c 14
d 145 d 145 d 145 ث 1456 d 145
e 15 e 15 e 15 ج 245 e 15
f 124 f 124 f 124 ح 156 f 124
g 1245 g 1245 g 1245 خ 1346 g 1245
h 125 h 125 h 125 د 145 h 125
i 24 i 24 i 24 ذ 2346 i 24
j 245 j 245 j 245 ر 1235 j 245
k 13 k 13 k 13 ز 1356 k 13
l 123 l 123 l 123 س 234 l 123
m 134 m 134 m 134 ش 146 m 134
n 1345 n 1345 n 1345 ص 12346 n 1345
o 135 o 135 o 135 ض 1246 o 135
p 1234 p 1234 p 1234 ط 23456 p 1234
q 12345 q 12345 ظ 123456 q 12345
r 1235 r 1235 r 1235 ع 12356 r 1235
s 234 s 234 s 234 غ 126 s 234
t 2345 t 2345 t 2345 ف 124 t 2345
u 136 u 136 u 136 ق 12345 u 136
v 1236 v 1236 v 1236 ک 13 v 1236
w 2456 w 2456 ل 123 w 2456
x 1346 x 1346 م 134 x 1346
y 13456 y 13456 y 13456 ن 1345 y 13456
z 1356 z 1356 z 1356 و 2456 z 1356
ه 125
ئ 13456

Taybetmendiyên Kurdî; di Kurdî de wekî zimanên din di 26 pîtên hevpar ên alfabeya Latînî û Erebî bikar dihînin de ti cudahî tine. Ango herfên sereke bi hejmareke diyar, hatine hejmardayîn û di hemî zimanan de wek hev in. Lê belê wek gelek zimanan, zimanê Kurd jî xwedî taybetmendiyan e. Ev taybetmendî carina di zimaneke din de bersivê dibîne, lê carina jî di zimanên din de ti bersivê nabîne. Mînak di herfa “ç”yê di zimanên din de bersivê dibîne. Di Birîtankî de wekî herfa “ch” yê û di Tirkî de rasterast bi herfa “ç”yê diyar e. Her wuha  herfa “ş”yê jî di zimanên din de bersivê dibîne. Bi heman şêweyê di Birîtankî de herfa “sh”yê  û di Tirkî de rasterast herfa “ş”yê bersivê dibîne.

Beravajê vê rewşê, hinek herfên Kurdî li gor zimanên din  her çiqas bi heman dengê neye bilêvkirin û ji aliyê teşeyî ve ne wek hev bin jî bi nêzîkahiya deng û teşeyê û bi guncawebûna hejmarê dihên hejmardayîn. Mînak ji aliyê teşeyî ve herfa “ê”yê di Kurdî û Frensî de  her çi qas heman dengê nede jî ji aliyê teşeyî û guncawî dibe ku bi heman hejmarê were hejmardayîn.

Ji nav herfên sereke herfa “i”yê, di Kurdî de wekî herfeke kin dihê hesibandin. Berevajê vê, di Tirkî de herfeke dirêj dihê hesibandin. Û bi dengê “î” ya bi kumik a Kurdî dihê dengdayîn. Ji bo ku cudahiyeke gelemper nekeve nav Kurdî û zimanên din, herfa “i”ya gelemper bi heman hejmarê hate hejmardayîn. Û herfa “î”ya bi kumik jî ji aliyê teşeyî ve bi nêzîktirîn herfê “ı” ya Tirkî hatiye hejmardayîn.

Digel van herfan, herfa “û”yê jî bi heman teşeya herfa “û”ya Frensî, bi heman hejmarê hatiye hejmardayîn.

Ingîlîzî Frensî Tirkî Farsî Kurdî
and 12346 ç 12346 ç 16 پ 1234 ç 16
ar 345 é 123456 ğ 126 چ 14 ê 126
ch 16 à 12356 ı 35 ژ 346 î 35
ed 1246 è 2346 ö 246 گ 1245 ş 146
en 26 ù 23456 ş 146 ى 135 û 156
er 12456 á 16 ü 1256
for 123456 ê 126
gh 126 î 146
in 35 ô 1456 # 3456
ing 346 û 156 0 245
of 12356 ë 1246 1 1
ou 1256 ï 12456 2 12
ow 246 ü 1256 3 14
sh 146 æ 246 4 145
st 34 5 15
th 1456 6 124
the 2346 7 1245
wh 156 8 125
with 23456 9 24

Mustafa RÊZAN
Şemrex – MÊRDÎN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply