1 – Lokman Polat – Pirs : 1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Dîlan Zêbo kî ye?
Di payîzeka rengîn de, li rojavayê Kurdistanê li gundê Şêtana ku girêdayî herêma Efrînê ye hetime dinê, ji malbatek bi karê bazirganiyê re mijûl dibê bi nirx û wêjeya Kurdî dewlemend. Bapîrê diya min bi eslê xwe ji malbata (Elî yê Xatûnê ye ) ji navçeya Mesertê ku girêdayî bajarê Mêrdînê ye, li hêla Efrînê wek helbestvanekî devkî dihate naskirin û jê re digotin Mamê Şura (şaiir). Di temenê çar saliya min de, me mala xwe barkir bajarê Helebê û heya lîse min li Helebê xwend. Ji sala 1984 – 1985 an de min beşê (Mikrobiyoloji ) li zanîngeha Ege li bajarê Izmîrê xwend, lê mixabin ji ber astengehên perwenda Suriyê ku dovîza xwendinê nede min, min nikanî bû bi serî bikire. Di sala 1986 an de, ez derbasî Yunanistanê bûm û min beşê (Didan Sazî) li zanîngeha (Arîstotelîs) li bajarê Salonîkî qedand. Ji sala 1993 an verde jî ez li Elmaniya dijîm.
2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e?
Dîlan Zêbo – Di sala 2001 an de min dest bi nivîsa helbestê kir. Carna jî ez çîrokên zarokan dinivîsînim an jî helbestan ji zimanê Tirkî û Yunanî werdigerînim Kurdî.
Çima?
Wek tê zanîn gelê kurd di bin sîstemek desthilatdarî dijwar û hovî de dijî, lê jina kurd di bin du sîstemên dijwar de dijî, yek ya desthilatdariyê ya din jî sîstema malbatî û civaka paşve rû ye, mixabin ev herdu sedemên xemgîn bi xwe re jiyanek mişt derd, êş û azar ji min re anîn, di hundurê min de mîna Balonekê peqî û di giyanê min de helbestek hate afirandin.
-Berhema min, ya yekem bi navê ( Seyrana Tariyê) li ber çap kirinê ye û ya duyemîn jî amade dibê.
3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?
Dîlan Zêbo – 3-Wek nasname dibê ku wek kesên Kurd werin nas kirin, lê wek nivîskar bê gûman cihê wan di nav wêjeya cîhanî de wek nivîskarên Tirk tên nas kirin.
4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Dîlan Zêbo – Bi rastî Sosreta ku hatiye serê miletê kurd nehatiyê ser tu kesan, dijminê gelê kurd bi hemî alavên asimilasyonê yên qirêj li hemberî înkar kirin û nizim kirina zimanê kurdî bi kar tînê, ji ber wê hijmarek mezin ji helbestvan û nivîskarên ku bi eslê xwe kurdin ji ber ne zanebûna zimanê zikmakî, an jî ji ber berjiwandiyên kesayetî berhemên xwe bi zimanê serdest dinivîsînin. Hinek ji wan jî di asta edebiyeta cîhanî de xudî nirxin bilindin, mîna Yaşar Kemal, Selîm Berekat û Ahmed Şewqî. Lê em bixwazin nexwazin dibê em rastiyê jî ji bîr nekin, xebat û hunera wan mixabin dikevê xizmeta edebiyeta serdestan.
5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?
Dîlan Zêbo – Ez helbesta nûjen dinivîsînim. Roman nivîs na. Lê kurte çîrok dibê.
6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Dîlan Zêbo – Rewşa edbiyeta kurdî ya nivîskî, mîna rewşa zarokekî nuh li ser piyan rawestiye û hewl dide ku gavan pêşde bavêje.
7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Dîlan Zêbo – Şano, ez kanim bêjim hema hema tune ye. Roman heye lê kême. Helbest hinek li pêş e lê hîn ne di asta helbesta cîhanî de ye. Çîrok, dewlemende lê hîn nehatî ye nivîsandin.
8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?
Dîlan Zêbo – A- Zimanekî wêjeyî yekbeş bi tîpên latînî werê nivîsandin, da li her çar perçeyên Kurdistanê bi esanî kanibin berhemên hevdu bixwînin û têbighînin.
B-bi wergeradina pirtûkên Nivîskarên cîhanî bu zimanê Kurdî û berbajî wê.
C-bi saz kirina dezgehên hikumî ji bo çap kirin, rêxistin û firotina pirtûkan.
D-Lidarxistina konferans û festîvalên edebî bo xurt kirina pêwendiyan di navbera helbestvanin kurd û yên cîhanî de.
E-Bi avakirina pirtûkxaneyan li bajar û li dibistanên kurdî.
9–Li gorê te helbest çiye? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye?
Dîlan Zêbo – Helbest ji bo min, hest, raman, êş û şahiyên derûnî, civakî, mirovatî, evînî û xwezayî ne, di hundurê min de mîna pêlekê radibê bilind dibê, dibê çemek diherikê û tevlî hestên gohdaran an jî xwandevanan dibê .
-Bi nêrîna min, ev pirs hinek ne heqiyê li helbesta kurdî dikê. Ger em bixwazin du tiştan bidin ber hev pêwîste ku herdu tişt di eynî şert û mercan dan bijîn, da em kanibin pîvanek zanistî nazik bidin wan, ka kî li pêş e û kî jî li paş e. Ez nikanim rewşa Gelekî bi salan bindest her tiştekî wî bi çembera qedexe bûnê hatiye dorpêç kirin, mafê wî hatiye binpê kirin bidim ber pîvana gelekî azad û pêşketî. Ya din jî cih û demên bûyeran ji bu her helbestvanekî cuda ye,Wek nimûne: Ez wek helbestvaneka kurd, çiqasîn serkefî bim, ezê nikanibim, li ser xweşikbûna berfê mîna helbesvaneka Kenedî binivîsînim, ji ber ku, ew ji min pihtir di bûyerê de dijî, bê gûman ew jî wê nikanibê mîna min li ser terajîdiya jina kurd binivîsînê.
-Wek ku min li jor jî hanî ye ziman, helbesta kurdî hewl didê ku gavên xweşk û serkeftî bavêjê, lê hîn ne di asta helbesta cîhanî de ye.
Helbesta nûjen di çi warî de ye?
-Helbesta nûjen, bi gelemperî hîn tam xwe ji bandora helbesta kilasîk û ji edebiyeta serdestan rizgar nekirî ye. Mîna helbesta cîhanî ne azade, helbesta kurdî mîna ya cîhanî nikanê bi awayekî serbest pirs girêkên derûnî şirove û çareser bikê, nikanê bi wêrekî li hemberî bûyeran Siyasî û civakî mîna ya cîhanî rawestê û guhartinan pêk bînê. Bilî ku piraniye helbestan bi pîvan û prensîpên edebî nayên nirxandin. Tenê bi pîvanên malper û kesên ku ji nivîskarên wê ve nêzik tên nirxandin.
10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?
Dîlan Zêbo – – Helbestên min rengînin her rengek têde heye. Belê ez evîndara Azadiyê, mirovatiye û rasti ye me.
11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Dîlan Zêbo – Bi nêrîna min rexnegirî filtira edebiyetê ye, berheman zelal û xweşktir dikê, lê pêwîste ku bi pîvanên zanistî û şîweyekî şaristanî bê, ne tenê bi rêxistina kêmasiyan û rûreşî yê bê.
12 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?
Dîlan Zêbo – Pêşgotinek me kurdan heye dibêjê: cihê ku av lê hebê bê gûman herî jî wê hebê. Sokratis jî dibêjê: Ji bo min ne girînge ez li kuderê dimrim, lê girînge ku heya ez dimrim ez fêr bibim. Rexne li her kesekî tê kirin, li Dostoyevskî, li Salvador Dalî û li Anna Rahmatova jî bûye, ji ber ku berhemek bê kêmasî dawiya hunerê ye. Lê pêwîste ku rexnegirî ji aliyê dezgehek zanistî û kesên pispor ve werê kirin, û rexenegirt jî rêzê ji rexneyan re bigrê, û bi sîngekî fireh xudî lê kêmasiyan xwe derkevê.
13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?
Dîlan Zêbo – Bê gûman weşandina Kovareka Kurdî ji bo nirxandin û analîza pirtûkan tiştekî pîroz û rewa ye, em hêvî dikin, lê hêvî û xwastek ne mîna rastiyê ne. Ez dîsan jî dibêjim, em nikanin civaka kurdî û ya europî bidin ber pîvankê. Civaka kurdî ji sedî heftê hîn nizanin bi zimanê zikmakî bixwînin ne jî zimanekî xwe edebî hevbeş heye. Gelo ka ew kovar bi çi zaravayê? û bi kîjan tîpan ê werê weşandin?
14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî
Dîlan Zêbo – 14- Bi rastî her têkistek an jî berhemek baş bandora xwe li min dikê. Lê ez gelek ji berhemên Pablo Neruda, Louis Aregon, Lyrîk, Mehmud Derwîsh, Nîzar Qebanî û yê herî nêzik ji, helbestvanê Yunanî Konstantînos Kavafîs hez dikim. Roman nivîs jî Oriana Fallacî.
15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Dîlan Zêbo – Ji ber ku ez bi helbestê re mijûl dibim, ez helbestên giştan dixwînim, lê roman bi kurdî, yên Mehmed Uzun min çendik jê xwendine.
16 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Dîlan Zêbo – Niha ez bi wergerandina helbestan re mijûl dibim.
– Gotina te ya dawî…
Dîlan Zêbo – Sipas ji kar û keda we re, ji pirtûka we re jî serkeftin.
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
Helbest
1-Bahoz
Li wir,
li gundê xewnên min
berî mirinê bikêliyekê
dema ewr dişîqîn
bilez Dayîkan,
rengên çarşevên xwe ji ser sincan berhev dikirn
bi êzingekî ji dilên xwe mezintir agirê dilovaniya xwe gur dikirin û herçar aliyên çiyayê me germ dibûn.
Bavikan,
bi dengê axê re hildiperikîn ser banan
loqê xembariya xwe di ser zikê tirsê re dibirin û danîn
heya pencên dilopan ko dibûn.
Bapîrê min,
bi bendekê temenê xwe devê kozikê girêdide
bi du çerpan deriyê hewşê kilît dikir û digot:
Hiro!
Pîrê ji Kerêde werê xwar û Siba demsalê bibê Bihar
bişadî Strana Şivanê azad distre û digot:
Avdare
Meşk li dare
Dewê kebaniyê sare.
Seyê malê,
dibû Pasvan bi rewîna wi re lûrelûra guran mift diçû.
Zarokan,
bi semaya Perperîkan re me çavên xwe didanhev
û, di hembêza xewnan de em bi Heyvê re dikenîn.
Lê niha!
li Welatê min
Bihar,
serbintutî hev bûye.
dema ewr dişîqin
her tişt bi qêrînekê re dilerzê
Zarok,
di nav hulma jehrê de winda dibin
Dayîk,
bi findin vemirî li wan digerin
Bavik,
di pêşbaziya Dîkilan de têkçûye
Bapîr,
ji nêza re lal bûye.
Seh,
bêhna hevrîşka cîranan dişopînê
Û PÎR !!!!!
bûye Tallîs
zinaran di me werdikê
zagonan di me werdikê
derewan di me werdikê
Kuştinê di me werdikê
Sor dibê!
diherikê…diherikê
Kûzan mişt dikê
deryadan mişt dikê
Newalan mişt dikê
Mîna TSONAMÎ !!!!
bilind dibê…bilind dibê
mirovan daduqurtînê
rastiyê daduqurtînê
Ferhengan daduqurtînê
helbestan daduqurtînê.
daduqurtînê….daduqurtînê.
2 – Sersala Girtiyekî
Çar,
Dîwarên bilind
Derîkî hesinî
Arîkekî biçûk
Nivînin sar
Jîyaneka bê hêvî
Mirinek bi zindî
Hemî,
Wek kevirên
Kelayeka Vîzantînî
Li ser sîngê wî
Rawestî bûn.
Di kêliyeka dereng de
Çavên xwe danhev
Û,…Bi bayê,
Keserên kûûûr re firî.
Cîhan!
Di Şahiyekê de bu
Çirayên rengîn
Kenê Jinan
Hêlahêla Mirovan
Fîşefîşe fîşekan
Gihîşte
Ber tixûbên
Welatekî qedexe
Babaniwêlek
Bidarve kiribûn
Kevokek qijilî bû
Zarokek bê xudî mabû
Pelesanek hişk bûbû.
Ew,
Nîşanên
Biratî, û
Aşîtiyê bûn
Lê,
Mixabin
Biratiyek sexte
Û,
Aşîtiyeka
Bê hemberî
Bijîîî aşîtî… bijîî aştî… bijî aşîtî.
3-XEWN
Çavên xwe digrim,
Da ku
Di bin Sîbera henasên te de
Xilmaşeka Beytikan bikim.
Dinalim û diginginînim
Ji ber ku
Tu xewne ez xewnim
Ezê razim
Heyyya ku
Tu bibê berbang.
Pêlên,
Deryayên xwe dipîvim
Biliiindin bilind !
Heyyya Ezmanan
Bi qasî bejna Cudî.
Bi hîskehîskekê re,
şiyar dibûm
Da ku
Axînekê
Di dîmenên xeyîdî de bikşînim.
Min dixwest,
Ji te re
Helbestekê binivîsînim
Kaniyên peyvan hişk dibûn.
Min dixwest,
yariyekê bikim
Raman lal dibûn.
Min dixwest,
Te hemêz bikim
Her tiştekî xwe
Min winda dikir!
Tu, Derya, Delav, pêl
Min,
Pirs dikir
Ban dikir
Hawar dikir
Çi bû ?
Çi qewimî ?
Kuve çû?
Tenê!
Şûnwarên qijilî
Bersiv didan
Koçberî
Xerabî
Dilsarî
Dijberî
Her kes,
Difirî…difirî…difirî !
Berve tariyê de difirî
Her tişt,
Diherikî…diherikî…diherikî !
Berve xerabiyê de diherikî.
Û, Ez !
Di navbera
Xewn û rastiyê de dimam
Û
Diqîrîm…diqîrîm, û diqîrîm.
4-Evîndarên Tîrêjkên Rojê
Hisss…,
bi sinatî
wê şiyar bê
hêdî…hêdî
bi pêjnên pêrçemkên şevê re
nêzîkî firahiya Giyanê te dibim
û, bi tikiniya ketjimêra dilê xwe re
li ber pêpelûkên Sînga te radiwestim
hêzê didim xwe
Êê…, Xweda yê Rojê
Xweda ya Evînê
Afrodîtîîîîîî…?
Hildikşim
Yek
Du
Sipî
Reş
Tarî
mîna dapîra xwe
Tenê !
bi seriyên tiliyan
navên Peyxemberan dêjmêrim
û
bi helkehelka dawiyê re
dighênim Esîmanê Bihişta dilê te,
ya
bi Kulîlkên berberoyan xemlandî
Ewên
bi lêvên Evîndaran tîrêjkên Rojê dimijin
û min
bi tirxane basikên xwe vedikirin
û berve asoyên keskesorê de difirim.