Romana lehengên kurd ên Serhedê

Pirtûka birêz Welî Sebrî di nav weşanên “Roşna” de li Diyarbekir derketiye. Pirtûk 239 rûpel e û cîlda yekem e. Berga pirtûkê bergeke hunerî ye.  “Şemal Medya” yê bergê amade kiriye. Wêneya bergê hunermend Luqman Ehmed bi dest çêkiriye. Wêneya di bergê de ye siwarê hespekê ye. Lê di wêneyê de serûrûyê siwarê hespê beylu nîn e ka kî ye? Min bi texmîna xwe got siwarê hespê yan Şêx Saîd Efendî ye,  yan jî Xalîd Begê Cibrî ye. Lêbelê piştî ku min romanê bi temamî xwend min got siwarê hespê dibe ku yan Keremê Kolaxasî be yan jî lehengê romanê Navdarê Kurd e.

Edîtor û redaktorê romanê birêz Roşan Lezgîn e.

Belê, roman di nav weşanên “Roşna” de derketiye. Weşanên Roşna bi giranî pirtûkên bi zazakî diweşîne. Hêjayê pesnê ye ku vê weşanxaneyê ji bo pêşveçûna lîteratura zazakî,  ji bo pêşveçûn û dewlemendiya ziman, çand û edebiyata bi zazakî xebatên hêja kiriye û hêj jî dike. Weşanxaneyê digel pirtûkên zazakî kovareke bi zazakî jî weşandibû.

Zazakî bingeha zimanê kurdî ye. Mirov dikare bibêje ku koka zimanê kurdî zazakî ye. Kurmancî û soranî paşê derketin. Di dema dewletên kurdan de, di sarayên kral û împaratorên kurdan de li qesran/sarayan û di nav malbatên esilzade de, di nav arîstokratên kurd de û di nav malbatên xwedî esalet de zazakî dihatin axaftin. Yên ku zazakî baş zanin, ew dizanin ku li gor sîstema ziman, qaîdeyên gramatîkê, şêweya rastnivîsînê, û herweha di hêla egratîfê, nêr û mê û tewandinê de di nav zaravayên kurdî de ê herî dewlemend zazakî ye.

Romana “Yar û Mirad – 1” ku di bin sernavê romanê de hatiye nivîsîn “Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasiyê” romana lehengên kurd ên Serhedê ku bi mêranî hatin şehîd kirin, ango roman romana şehîdên serhildêr, egît û mêrxasên berxwedana parastin û rizgarkirina axa Serhedê ku herêmekê bakurê Kurdistanê ye û di cîldên din ên di romanê de jî romana mêrxasên dema serhildana Şêx Saîd Efendî ye. Lehengekî wekî Keremê Kolaxasî hem di şerê dijê artêşa rusan û çeteyên ermeniyan de û hem jî di serhildana Şêx Saîdê nemir de cih girtibû, şer kiribû.

Ez di gotina destpêka gotara xwe de vê bibêjim; mijara romanê gelek girîng e, naveroka wê xurt e, dewlemend e û zimanê wê wêjeyî û folklorîk e, herikbar e.

Roman bi gotina şehîdê nemir Xalid Begê Cibrî dest pê dike. Ew serokekî leheng î kurd kî ye? Pêwîst nake ez bibêjim. Her kurdê welatperwer, her kurdê ku hest û ruhê kurdayetiyê pê re heye, vî serokê leheng dinase ku ew kî ye.

Piştî gotinên nirxdar ên Xalid Begê, romannivîser taswîra xwezayê/naturê dike û weke naturîstek/xwezaparêzek xwezaya beşeke herêma bakurê Kurdistanê tîne zimên û dibêje; ew ê çîroka  “Jinika kerr û Lal” qal bike. Jinika ku bêzar û bêziman e, bi êş û azar e, bi derd û kul e, zor û zahmetiya jiyanê jiyaye. (Binêr rûpel 10).

Di destpêka romanê de behsa navûdengî û bedewiya hespekî spehî ku navî “Şamran” e tê kirin. Dema min wan rûpelên ku vebêj pesnê hespê dide xwend min meraq kir ka gelo ev hesp hespê kî ye?

Di nav kurdan de hespê bi navê Bozê Rewan yê Memê Alan, hespê Hedwan yê Dewrêşê Evdî bi navûdeng bû. Gelo Şamran hespê kî bû?

Di romanê de gelek gotinên pêşiyan, bêwejên kurdî, çîrokên gelêrî ên folklorîk û destanên kurdî têne rave kirin. Herweha bi taswîrên xurt xweza, bûyer, şer û kesayetiya leheng û fîgurên di romanê de hatine pêşkêş kirin. Romannivîserê zimanê tirkî Yaşar Kemal çûyina kêzikê heta ser kaniyê yan jî çûyina yekî ji cihek heta cihekî din bi hindikayî di bîst, sî rûpelan de behs dike. Romannivîserê kurd, kedkar û xebatkarê çand, ziman û wêjeya kurdî Welî Sebrî wekî Yaşar Kemal di taswîran de gelek xurt e, taswîrên wî serketî ne. Ew ji destpêka romanê hetanî rûpela 23 taswîra rêwîyên şevê, axaftina bi hespê ku navî Şamran e rave dike.

Vebêjê romanê ji rûpela 25an pê ve jî taswîra “Newala Gulan” û “Çiyayê Qetewîn”ê dike. Dibêje: “Çiya hêrs dibe.” Helbet ev hêrsbûn metafor e. Sedemê hêrsbûna çiya tê rave kirin. Dema min romana Welî Sebrî xwend, her weke ku ez romaneke Yaşar Kemal bi kurdî dixwînin. Ev roman di çapa hinek romanên Yaşar Kemal de ye. Şêweya teswîr û qal kirin, usluba/awayê rave kirin û vegotina romanê weke romanên Yaşar Kemal û romanên ku ji wan re modern/klasîk dibêjin serketî ye. Di dema xwendinê de ez ji xwe re weha fikirîm, bi kurdî ji tirkî hîn baştir û xweştir romanên weha dikare were nivîsîn û waye tê nivîsîn jî. Digel vê romanê gelek romanên kurdî ên din yên serketî hene ku ji romanên areb, faris, tirk û ewropiyan serketîtir in.

Hinek kes Xwedêgiravî ew jî nivîskarin lêbelê derûniya/psîkolojiya xwebiçûkbûnê di hest û ruhê wan de, di mejiyê wan de heye û dibêjin “romana kurdî tune.” Ew û hinek kesên din jî  hinek romanên kurdî û romanên cîhanê bi taybetî jî romanên rusan û ewropiyan bi ên  fransiyan û îngilîzîyan re muqayese dikin û romana kurdî tune yan jî nebaş û pirr qels didine nîşandan. Li hemberê wan ez vê dibêjim; binêrin wek mînak; heger Balzac bi fransî roman dinivîse Jan Dost jî di çapa wî de bi kurdî dinivîse. Heger Yaşar Kemal bi tirkî dinivîse, Welî Sebrî jî bi kurdî dinivîse. Gelek romannivîserên kurd bi awayê nivîsîna berhemên nûjen weke romannivîserê cîhanê dinivîsin û berhemên wan ên edebî kêmê wan berhemên nûjen ên cîhanê nîn in. Werhasil kin û kurt, bi kurdî jî romanên nûjen ên weke romannivîserên ewropiyan û cîhanê dikare bê nivîsîn û tê nivîsîn jî.

Niha heger min pesnê Yaşar Kemal, Selîm Berekat û nivîskarên kokkurd/esilkurd ku bi zimanê dewletên dagirker ango bi tirkî, arebî û farisî dinivîsin bidana dê gelekan ji min re çepikan lêxistana, bigota aferim. Lê ji bo ku ez pesnê Jan Dost, Welî Sebrî û nivîskarên kurd ku ji wêjeya kurdî re xizmet dikin, bi berhemên xwe ên kurdî ziman, çand û edebiyata kurdî dewlemend dikin, dema ez pesnê wan didim, paşgotiniya min dikin û dibêjin; “Te pir pesnê filankesê daye, ew mezin kiriye.” Kurd pesnê kurd bide, pesindayina kurdan ji hinekan re ecêb tê.

Di romanê de dîmenên ji dema dîroka nêzîk a kurdan, dema salên berxwedan û serîhildanê hene. Û herweha lehengên bi navûdeng, Keremê Kolaxasî û Silêmanê Ehmed hene. Vebêj ji bo Keremê Kolaxasî dibêje Kerem Begê Zirkî.

Zirkî navê eşîrekî kurdan e. Ev eşîr li herêma Amedê û li Serhedê heye. Navçeya me Licê û di gundên Licê de wek hejmar bi piranî ji eşîra Zirkî ne. Ez hetanî van demên dawîn nizanibûm ku Zirkî li Serhedê jî hene. Ez dikarim bibêjim ku li bakurê Kurdistanê yek ji eşîra mezin a ku li ser axa bakurê Kurdistanê belav bûye û di gelek gund û navçeyan de bi cih û war bûye, eşîra Zirkî ye. Li navçeya Licê sê eşîrên mezin hene ew jî Zirkî, Şêx Mîran û Zeynikî ne. Gundên eşîra Botan û Mistan berê li ser navça Licê bû paşê wan dan ser navçeya Gencê/Darahênê.

Min cara pêşîn navê Keremê Kolaxasî ji rahmetî Şêx Seladdînê kurê Şêx Saîd Efendî bihîst. Şêx Alîrîza û Şêx Selhadîn hersal, salê careke dihatin Licê, di mala apê min de dibûne mêvan. Dema ew dihat ji nav Licê, ji gund û navçeyên derdorê, ji Hênê, Pasurê, ji Markê, Korxayê gelek mirûdên wan û kurdên welatparêz ku di navçeyê de navên wan “Kurdçî” derketibû dihatin serlêdana Şêx û ew ziyaret dikir in. Herdû Şêxên hêja di sohbet û axaftinên xwe de behsa dema serîhildana Şêx Saîd Efendiyê nemir û lehengên çekdar ên wê demê dikirin. Paşê jî min navê Keremê Kolaxasî ji kasetên dengbêjên kurd bihîst, di stran û kilamên kurdî de navê Keremê Kolaxasî, mêraniya wî dihatin strandin.

Di romanê de weke stranbêj û çîrokbêjên Serhedê behsa êrişa Rusan/artêşa çarê Ûris a ku têne herêma Serhedê dagir dikin û şerê ku Keremê Kolaxasî li hemberê wan dide, bi wan û bi ermeniyên piştgirên rusan re şer dike, weke çîrokbêjekî gelêrî tîne zimên. Keremê Kolaxasî ji ermeniyan lome dike, dibêje :

“Ez Kerem im, Kerem!…Heyfa min nayê bi kuştina mêran, di berêda ji mer e adet e. Lê heyfa min tê wê heyfê, di wê komkujiyê de, di komkujiya ermeniyan de tu were sing bide ber zilm û afatê û xwedî li wan derkeve, lê bila ew jî vê yekê nebînin, bi refên Ûrisan re berê xwe bidin te û bi birîna serê te bigerin. Ji ber zilm û zordariya van teresan Serhed vala bû, tê de kesek nema. Zilm û zordariya van bêbavan bû wek agir û şewata Xwedê, bi dil û cegerê dayîkan ket.” (Binêr rûpel – 39, 40).

Di romanê de nivîskar/vebêj baş û xweş taswîra xwezayê/naturê kiriye, lê taswîra leheng Navdar û hinek figurên din, însanên din, taswîra hinek kes, kesayetî, şexsiyet, karekter, leheng û fîgurên ku di romanê de ne bi berferehî taswîr nekiriye. Lê ji bo ku ev berhem rêzeromane, dibe ku di cildên din te taswîra wan jê were kirin.

Yek ji lehengê sereke ê romanê Navdarê Kurd e, ev Navdar kî ye? Çawa bûye Navdar?  ( Lêbelê ji ber vê meraqa Navdar kî ye? Min ji romannivîser pirsî, li gor agahdariya ku wî da min; dibêje : ”Bi zanistî min qala wî nekirîye û di beşa duduyan da Xalid Begê Cibrî jê dipirse. Di bersivê da Navdar, dibêje kurd im. Ji ber ku Kerem Begê jê ra gotîye heke yekî ji te pirsî tu kî yî ji kîjan eşîretê yî, bibêje Kurdim û qedîya. Êl û eşîra wî ne kifş e. Bê eşîret ez im, tu yî, ew e…” Lehengê romanê ê sereke Keremê Kolaxasî çawa bûye kolaxasî? Agahdarî tune. (Heger di cildên din de were qalkirin ez ji bo wê nikarim niha tiştek bibêjim. Tiştê ku ez dibêjim di çerçoveya cîlda yekem de ye.) Li gor agahdariya romannivîser Kerem Beg Serokê Alayîya Zirkan e. Şerê di navbera Ûris û Osmaniyan de li Serhedê li ser axa kurdan pêk tê. Artêşa Rus Serhedê axa kurdan dagir dike.  Lewre jî şerê li hemberê artêşa rus û ermeniyan şerekî meşru ye. Serhed hatîye zeft kirin û sal 1916 ye. M. Nurî Dersimî jî di bîranînê xwe da qala wê demê dike.  Paşê piştî şoreşa Oktoberê artêşa Ûris xwe paşve kişand û Serhed ji bin dagirkerya rusan rizgar bû.

Roman bi awayeke nûjen/modern û post/modern na, weke romaneke ji ber çîrokbêjî û stranbêjiya gelêrî û folklorîk hatiye hunandin û bi şêweyeke hunerî, edebî/wêjeyî hatiye rave kirin. Ji xwe awa û şêweya qalkirin û zimanê romanê tam zimanê çîrokbêjên gelêrî ye. Mijar jî weke kilam û stranên kurdî mêranî û mêrxasî ye. Ji xwe binnavê romanê “Mirin xweş e, bi mêranî û mêrxasiyê” ye. Yar û Mirad jî sernavê romanê ye.

Du kes, Keremê Kolaxasî û Navdar li hemberê bi sedan leşkerên rus bi tifînga çaplî şer dikin. Ev herdu di kozikan de ne û ji du aliyan ve êrişa leşkerê rusan û çeteyên ermeniyan hene. Nivîskar/vebêj vî şerî wisa dirêj û bi mibalexe, bi pesin qal kiriye ku, mirov dibêje ma ewqas jî pesindayina du kesan nabe, pir werimandiye û derketiye derê eqil. (Dema min wir xwend fîlmeke tirkan ku li ser Şêx Şamîl û Hecî Muradê Çeçenan çêkiribû û wan jî her cara şer pêk dihat bi sedan leşkerê Ûris dikujtin.) Di esasê xw  de  mêrekî kurd bi sed mêran e. Mêranî û mêrxasiya kurdan di kilam û stranên dengbêjan de tê gotin. Stranbêj mêrxasiya kurdên leheng disitirin. Dibêjin di serîhildana Sêx Saîd efendî de Mêrxasê mêran Hesen Keyayê Celkî jî bi kurê xwe ve  sê roj li dijê alayiya leşkerên tirk şer kirine.

Di axaftin û gotinên Kerem û Navdarê Kurd de jî mirov fikir, zihnîyet, mentalîte, bîr û ramanên nivîskar a dema niha dibîne.

Vebêj di vî şerê giran de bi Navdar fermandarê artêşa rusan dîl/êsîr dide girtin. Navdar ew dîl digre û pê re diaxife û jê dipirse : “Hûn li ser vê axê çi digerin?” Gelo Navdar bi kurdî yan bi rusî jê dipirse? Navdar bi Kurdî û Tirkîya (Osmanî) dipirse. Navdar bi rusî û fermandar bi kurdî zanê? Erê, zanê. Fermandar bi kurdî zanê.

Belê, li hemberê tabûrek leşkerê rusan du kurd şer dikin û fermandarê tabûrê dîl digrin. Ê paşê çi dibe, çawa dibe? Fermandarê ku Navdarê leheng wî dîl girtiye Ermeniye û navê wî Xaço ye. Di şerê cîhana yekem de çawa ku di nav artêşa dewleta Osmaniyan de bi hezaran kurd hebû, Alayên Hemîdiyê bi tevahî kurd bû, di artêşa rusan de jî bi hezaran ermenî û xelkên/gelên din hebû. Şer şerê cîhana yekem bû û li Serhedê di navbera artêşa Rus û Osmaniyan de pêk hatibû. Yanî ermenî leşkerên rusan bûn û kurd jî leşkerên Osmaniyan/tirkan bûn.

Kerem Beg û Navdar, Xaçoyê fermandar dibin, diçin dikevin şkeftêk. Di sevekê da derbasê du sikefta dibin û destê sibê jî Kerem Beg, wî azad dike. Ji bo ku şev û sermaye di şkeftê de agir dikin. Ew demeke di şkeftê de dimînin, tî û birçî ne. Paşê ji şkeftê derdikevin. Kerem fermandarî dîlgirtî serbest berdide, wî azad dike.

Di 90 rûpelan de dîlgirtina fermandarê artêşa rusan ê ermenî, du roj di şkeftê de mayin û dawî azadbûna wî ewqas dirêj tê qal kirin. Ev dirêjbûnî romanê diwerimîne û difetisîne. Divê ewqas dirêj nebana. Nêzîkê nîvê romanê weha diçe. Helbet di her tiştên yekemîn de kêmanî çêdibin. Ez hêvîdarim birêz Welî Sebrî dê hêj gelek romanên baş û serketî binivîse.

Hêj fermandarê azadkirî ji ber wan neçûye, 12 lehengên kurd ên ji alaya Keremê Kolaxasî têne cem wan. Lê, di beşa pey wî de em dibînin ku Navdar û hespê wî Şamran bi tenê ne.  Jiber ku Roman ji bîranînan berê xwe dide bûyeran, serpêhatîyan, di romanê de merhaleyeke din dest pê dike.

Navdar bi hespê xwe re diaxife. “Hesp e, lê çi hesp çi hesp! Ji ser Şamran re hesp!” (Binêr rûpel / 107). Tu dibêjî qey roman bûye romana hespê Şamran. Ewqas ku behsa Şamran dike û pesnê wî dide. Ji bo ku roman ji bîranînan dest pê dike. Divê xwendevan wê li ber çavan bigirin. Dema li çolê, bi tenahîya xwe û hespê xwe ye reng û deng jî hesp e. Li alî dawiya romanê jî pir behsa hespê ku navê wî Aznawir e tê kirin.  Aznawir, hespê Ferzende Beg e. Yê qalê jî dike Besra Xanim e. Besra, xanima Ferzende Beg e û Ferzende jî ne li mal û li sengeran e.

 Navdar wisa pir bi hesp re diaxife ku mirov dibêje qey hesp bûye terapîstê wî û ew jî tiştan jê re qal dike. Lêbelê ji ber tenêtiya Navdar axaftina wê a bi hespê re normal e.

Keremê Kolaxasî û hevalên xwe diçine gundê Şervanşêxê. Ev gund gundê Xalid Begê Hesenî ye. 1925an da cî digire û bi Kerem Beg, Silêmanê Ehmed û mêraxasên din ra berê xwe dide Iranê…Paşê vedigere tê girtin û 1926an da li Diyarbekirê hate sêdarkirin. Endamê Azadîyê ye.

Di gund de mêr nemane, çûne herbê, çûne şerê li dijê artêşa Ûris û çeteyên ermeniyan. Di gund de tenê jin û zarok mane. Jineka bi navê ”Kilê” tam jineka kurd e, gelek mêvanperwer e. Kilê ji Kerem û şervanên wî re bêqisûr xizmet dike, wan diezimîne. Piştî ezet û îkram, xwarin û vexwarinê Kerem û hevalên wî ji gund diçine ku biçin deşta Lîzê û çiyayê Bilîcanê. Lê ji bo ku Navdarê kurd nexweş e, ew li gund dimîne. Kerem ji Kilê( Xanima Xalid Begê Hesenî ye) re tembîh dike, dibêje; “Dema Navdar baş bibe bila here gundê Kêranlixê mala Silêmanê Ehmed. Heke Ferzende li mal e bila bi wî ra berê xwe bide Gimgimê û here cem Xalid Begê Cibrî.”

Navdar piştî çend rojan baş dibe û diçe gundê Silêmanê Ehmed. Di romanê de jinên kurd ên bi esalet û mêvanperwer hene. Kilê/ku navê wê ê eslî Kewê ye/, Besra Xanim, Asya Xanim, jinên weha ne ku di romanê de cih girtine û têne rave kirin.

Di romanê de behsa mêrxasê kurd Ferzende jî tê kirin. Wek tê zanîn navdarî, mêranî û mêrxasiya Ferzende bi nav û deng bû. Gelek stran, kilam li ser Ferzende hatine gotin. Min navê Ferzende ji apê xwe û ji dengbêjan bihîstibû. Erê di romanê de mêr û egîdên, mêrxasên kurdan bi taybetî jî yên herêma Serhedê hinek hene û hinek tunin. Ji bo ku ev roman rêzeromane dibe ku di cîldên wê ên din de hebin. Min wek xwendevanekî romanhez dixwest ku behsa Seyidxanê Kerr, Tewfîk, Yadîn Paşa, Kor Huseyîn Paşa û hwd, jî bihata behs kirin. ( Lêbelê li gor agahdariyên romannivîser di berdewamîya romanê da Şex Seid, Sedîyê Telhê, Yado, li Diyarbekirê Dr.Fuad, Bavê Tujo û hwd,… hene.

Vebêj behsa Keremê Kolaxasî dike, ew navdar e, lê Silêmanê Ehmed yekî navdar nîn e. Lê ew di romanê da ruspî ye, zana ye, malmezin e û qehreman e jî. Bavê Ferzende ye. Lingek wi li sengeran be, yek jî li mal e…

Behsa Navdarê Kurd dike, lê di kilaman de di dîroka rasteqîn a kurdan de bi vê navê Navdar yan jî Navdarê Kurd kesekî tuneye. Diyare vî navdarî nivîskar bi xwe xeyalî afirandiye.  Ji xwe diyar dibe ku roman ji xeyal û rastiyan pêk hatiye. Romanên ku xeyalî û rastî li hevûdu têne hunandin ew romanên serketî ne.

Di romanê de sohbet û laqirdî pir in, lê sohbet û laqirdiyên baş û xweş in. Diyare ku vebêjê romanê ji sohbetên weha hez dike. Ew dîtin û ramanên xwe ên kurdayetiyê bi devê jinan dide gotin. Ew gotinên bedew yên hostayetî bi devê jinên hêja, jinên bi qedr û qîmet, bi rûmet dide rave kirin.

Di hêla vebêjiyê de, qal kirin, rave kirin û şêweya awayê pêşkêşkirin û diyalogan de karanîna ziman û cureyê taswîran de her nivîskar xwedî zimanekî xwe î taybetî ye. Şêweya vebêjiya birêz Welî Sebrî şêweyeke cuda ye û bi stîleke cuda berhema xwe afirandiye. Ev cudabûna şêweya nivîsîna wê ji bo wêjeya kurdî dewlemendiyeke û rengîneke ku li wêjeya/edebiyata kurdî zêde kiriye.

Roman di hêla ziman de serketiye. Zimanê romanê zimanekî gelêrî, folklorîk û cih bi cih helbestkî ye. Ji xwe taybetmendiyeke romanê jî bi zimanê gelêrî nivîsîn e. Hinek kes di pirtûkên xwe de yan jî ji bo pirtûkên xwe dibêjin; “Min bi devoka Serhedê, Botanê, Amedê, Semsûrê, Hekariyê, Anadoliya navîn û hwd, nivîsiye.” Kî bi çi devokê binivîse jî ew tiştê ku nivîsiye kurdî ye/ kurmancî ye. Her ziman xwedî sîstemeke zimanî ye. Tiştên ku têne nivîsîn bi kîjan devok be jî li gor wî sîstema zimanî tê nivîsîn. Di nivîsînê de li gor gramerê, rastnivîsînê şaşî hebin, hevok bi şaşî werine sazkirin jî ew nivîs nivîsa kurdî ye. Lewre jî dema mirov dixwîne fêm dike.

Romana birêz Welî Sebrî li gor standartên sîstema zimanê kurdî, ji hêla zimên ve romaneke serketiye û lewre jî qet girîng nîn e, bi kîjan devok, bi çi devokê nivîsiye. Ew Serhedî ye û ez Amedî me, heger ez jê fêm dikim, nexwe zimanê wî li gor sîstema zimanê kurdî ye. Ji xwe bi min, li gor bîr û baweriya min ango bi raya min hêla herî serketî a romanê hêla wê a zimên e.

Silêmanê Ehmed ji Navdar re xelbesteka westayê wêjeya kurdî Ehmedê Xanî dixwîne, şerha helbestê dike. Paşê ew ji Navdar dixwaze ku ew jî kilamek, stranek bistire. Navdar kilam dibêje Kilam li ser Qeymazê Ezdî ye. Lêbelê vebêj yan jî Navdar çîroka kilamê nabêje. Qeymazê Ezdî kî ye? Çi kiriye ku li ser wî kilam hatiye gotin. Kilamên kurdî xwedî çîrok in. Yanî her kilamek çîroka xwe heye.

Piraniya kurdên ku li sirgûnê, li Ewropayê, li Swêd, Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka û hwd, bi kurdî dinivîsin, bi wêjeyê re mijul in û ji bo ziman, çand û edebiyata kurdî kar û xebat dikin, xizmet dikin, ji tradisyonên partî û rêxistinên siyasî ên kurdan tên. Zimanê siyaseta van partî û rêxistinan bi tirkî bû. Ew siyaseta wan têk çû, bi ser neketin. Lê di hêla çandî, edebî de kesayetiyên siyasî bi serketin, gelek xebatên baş pêkanîn, berhemên hêja afirandin, gelek pirtûkên edebî û lêkolînî weşandin.

Birêz Welî Sebrî jî ji tradîsyoneke siyasî hatiye û niha dûr û dirêj, bi berferehî xebata nivîsîna rêzeromanê didomîne. Her pirtûkek rêzeroman bi hindikayî dê 200, 300 rûpel be. Her cîlda pirtûkên wî bi texmînî 250 rûpel bin 4 cîld dike hezar rûpel bi kurdî nivîsîn. Ev jî xebatekê hêjayê pesnê ye.

Di encama romanê de, Navdar ji li gundê mala Silêmanê Ehmed çend roj dimîne û ji wir diçe Gimgimê. Silêmanê Ehmed demançeyeke şeşderb wek diyarî dide pê. Hespek jî dide wî û pê re xortekî gundî jî dişîne ku rê dizanê û cîlda romanê a yekem dawî dibe. Di cîlda duyem de çi heye çi tune? Kîjan egîd û mêrxasên Serhedê hene? Dema cîlda du derket em ê bixwînin û fêr bibin.

Bi hêviya ku zû bi zû cîlda duyem jî were weşandin.

Lokman Polat 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply