Di Edebiyatê de Kanon û Fonksiyona Edebiyatê

Miletên ku qîmet û rûmeta nivîskarên xwe bizanibin, rûmeta xwe jî bilind dikin. Pêkanîna misyonên millî û demokratîk li ser milên nivîskar û rewşenbîran e. Ji bo ku civak ji wan siûdê werbigre, divê di serî de qîmet û rûmetê bide wan. Kurd divê bi çavên îdeolojîk li nivîskarên xwe nenêrin.

Entelektuelên-rewşenbîrên/ronakbîrên miletekî wijdana wî miletî ne.

Du merhaleyên bingehîn ya edebiyata netewî heye. Yek jê edebiyata klasîk e, ya din jî pêkanîna edebiyata modern/nûjen e. Gotin beriya nivîsê tê. Serkaniya edebiyata kurdî, edebiyata devkî ya gelêrî ye. Nivîskarên edebiyata devkî dengbêj, çîrokbêj û pîrejinên kurd in. Lêkolînvan Edward Saîd dibêje : “Berhemên edebiyata devkî di tasavvura nasnameya netewî de xalekî girîng e.” (Binêr pirtûka Edwar Saîd “Kultur û Emperyalîzm”). Xwedî li derketina edebiyata devkî, berhevkirina vê edebiyatê û nivîsîna wê, lêkolînên li ser çîrokbêj û dengbêjan, li nasnameya xwe ya gelêrî û netewî xwedî derketin e.

Edebiyata kurdî ya klasîk a nivîskî dewlemend e. Di serî de Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekên din gelek berhemên edebî yên hêja afirandine û ev berhemên wan yên nivîskî bûne bingeh, bûne hîmên edebiyata kurdî ya nivîskî. Di edebiyata kurdî a klasîk de kanon, Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye. Ev berhema hêja û nemir di sedsala 17’an de hatiye nivîsîn û ji bo afirandina edebiyata netewî buye serkanî û destpêka edebiyata kurdî ya netewî. Mem û Zîna Ahmedê Xanî di nav kurdan de, ji bo kurdan buye wek metneke pîroz, berhemeke bi rûmet.

Nivîskarê lêkolînvan Gregory Jusdanîs di pirtûka xwe ya bi navê “Direngmayîna Modernîzmê” de dibêje : “Kanonên edebiyatê otorîteya hinek metnan pêk tîne. Yên edebî ji yên ne edebî vetiqetîne. Tradîsyoneke mihefeze dike û wê derbasê îro dike. Ji bo pêkanîna nasnameya netewî û ji bo parastina wê dibe alîkar.”

Di edebiyatê de kanon, anku kanonên edebî tevahiya metnên nivîskî yên edebî ne. Qaîde û rêzên edebî, civakî û olî ne. Pîrtûkên pîroz yên olî di esasê xwe de metnên edebî ne û destpêka kanonê ne. Pirtûkên olî Zend Avesta, Tevrat -Ahîta Qedîm- Kîtabê Miqades –Încîl -Bîbel- û Qur’an metnên kanon yên qedîm in. Ev metnên kanon ji bo pêkhatina nasnameya dînî-olî- û miletî/netewî bûne bingeh. Ev metnên kanon ji bo sînagokê, mizgeftê, dêrê-kilîsê- û ji bo cur cure civakên bawermend bune qaîde û kuralên/rêbazên dînî, axlakî û rastiya heqîqetên olî.

Di edebiyatê de kanon, pêkanîna edebîyata/wêjeya  milletî/neteweyî ye. Metnên mekana neteweyî ye. Ziman û otorîteya kanonê bê payan e, qedirbilind e. Dehayên wek Homeros, Dante, Shakespeare, Goethe û ji kurdan jî Ahmedê Xanî, damezrevanên kanonên netewî ne. Di damezrandina dewletên netewî û demokratîk de rola Radyo, Tv, rojnameyan, kovaran, malperan û edebiyatê girîng e. Masmedîa û edebîyat di pêkanîn û standartbûna zimanê netewî de jî roleke sereke dilizîn.

Edebiyat ji dema beriya damezrandina dewleta netewî de û ji dema pêkanîna dewleta netewî de, di serûmejiyê civakê de dîmenên xeyalî yên tasavvurê çêdike û di mejî û zihînê wan de dibe îmge, xeyal û îmaja sazûmanî, dibe rêgayî hestê wan, dibe îmgeya pêkanîna sazûmanê û dewletê. Di nav pêkanîna dewletên neteweyî -yên li cîhanê- û modernîzm, çand û ziman de têkiliyên berbiçav heye. Çawan ku ji bo dewletek neteweyî pêkanîna pereyên-dirafên- fermî û ji bo parastina dewleta netewî û welêt ordu-artêş- pêwîst e, edebiyateke xurt, masmediayeke xurt jî pêwîst e.

Ji bo netewayetiyê tiştên herî bingeh ziman, çand û edebiyat e. Her netewe divê xwediyê hem edebiyata klasîk û hem jî edebiyata modern be. Di edebiyatê de pêkanîna kanonê û wezîfeya wê ew e ku; edebiyateke aîdê miletê pêk bîne. Yanê divê her milet aîdê xwe edebiyata xwe hebe. Edebiyat di pêkanîna nasname û xwenasîna çandî û netewî de roleke pozîtîf dileyze. Entellektuelên neteweyan ji bo avakirina edebiyata milî hewl didin. Kar û xebat dikin, berhemên edebî yên millî û demokratîk diafirînin.

Haceta avakirina hiş û şiûra netewî ziman û edebiyat e. Ziman û edebiyat ji bo nasnameya millî pêwîstiya bingehîn e. Di pêkhatina miletbûnê de rola navendî dilîze. Ruhê ziman û edebiyatê, şiûra edebî ya millî dibe rih û şiûra milletê. Edebiyat ji bo neteweyan wisan girînge ku; hem derbasbûna miletê, hem dema ku têde dijî û hem jî dahatuya wî, dema wî ya pêşerojê behs dike, çîroka wê qal dike. Edebiyat ji bo miletan tezahura pêkhatina miletî û gavavêtina roj bi roj ber bi modernîzmê ve çûyîn e.

Modernîzebûyîn bê bingeh nabe. Ew li ser bingeha çand û edebiyata milî tê pêkanîn. Pêkanîna wê bi metodên nû, bi şêweyên nû çêdibe. Di dîroka miletan de, di demên çûyîn de kanonên edebî yên klasîk ji bo pêkanîna netewebûnê û di dema nû de jî kanonên edebî yên modern ji bo modernîzmê rolên sereke leyistine û dilîzîn. Kanonên edebî yên klasîk û yên modern wek helqeyên zencîrê berdewama hevdu ne, hevdu temam dikin. Kanonên edebî ji bo civakan hêviyeke, hêviya jîndarbûna çandî û vejîna ruhê milî û di dema niha de jî ruhê demokratiyê û modernîzmê ye.

Berhemên edebî yên Homeros, Shakespeare, Dante, Ahmedê Xanî, Goethe û hwd. ruhê miletên wan îfade dikin. Nasnameya miletên van nivîskaran bi van berhemên van nivîskaran hatiye rapêçan. Ev berhemên edebî di nav dema çûyîn de û di nav dema nû de bune pire. Kanonên edebî têkildariya di nav deman de roleke girîng dilîze. Di nav generationan de xiyerarşiyeke hevgirêdayî pêk tîne. Di van sê sed salên dawîn de, li cîhanê edebiyat buye bingeha pêkanîna çanda millî ya neteweyan. Di civakan de berdewambuna kategoriyên millî û demokratîk bi saya metnên edebî pêk tê. Metnên edebî ji bo neteweyan sîmge ne, remz in. Ev metnên edebî nemir in, her dem dijîn. Berhema edebî ya Cervantes, “Don Kîşot”, berhema nemir ya Ahmedê Xanî, “Mem û Zîn” piştê sê sed salan hêj jî têne xwendin.

Berhemên edebî yên ku îro ji alî nivîskarên kurd ve têne afirandin, sed sal, du sed sal paşê jî dê bêne xwendin. Xwendevanên dema pêşerojê jî, dê ji xwendina van berhemên edebî haz bigrin. Romanên Mehmed Uzun yên biyografîk, berhemên Hesenê Metê yên derûnî/psîkolojîk, çîrokên Firat Cewerî yên spehîbûnê, bedewbûnê û modern, çîrok û romanên min/Lokman Polat/ yên realîst, sembolîk, îronîk, xeyalî û felsefîk, û herweha romanên gelek nivîskarên kurd, sed sal paşê jî dê bêne xwendin.

Di vê demê de ji bo ku di nav civakê de kategoriya xwendin û nivîsandinê kême, loma jî berhemên edebî yên nivîskarên kurd îro kêm têne xwendin. Lê dema civak berbi modernîzmê ve biçe, dema kategoriya xwendin û nivîsînê zêde bibe, prestîja nivîskarên kurd jî dê zêde bibe, bilind bibe. Miletên ku qîmet û rûmeta nivîskarên xwe bizanibin, rûmeta xwe jî bilind dikin. Pêkanîna misyonên millî û demokratîk li ser milên nivîskar û rewşenbîran e. Ji bo ku civak ji wan siûdê werbigre, divê di serî de qîmet û rûmetê bide wan. Kurd divê bi çavên îdeolojîk li nivîskarên xwe nenêrin. Kurdên siyasî yên bi rêxistinî divê li hember nivîskaran bi tolerans bin. Nivîskar û berhemên wan yên edebî berjewendiyên civakî, netewî û demokratîk temsîl dikin. Entelektuelên-rewşenbîrên/ronakbîrên miletekî wijdana wî miletî ne. Divê tu miletek li hemberê wijdana xwe bê wijdanî neke. Qîmet û rûmetdayina nivîskaran helwesteke axlakiye û divê bê pêkanîn.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply