Diyar e îşev, şevek tarî û dirêj e Xem har bûne, dilê min hêjare Şev tarî, kolan vik valane Hestên min belewela Serê min gêj e Kela kela germeke dijwar Bi ser min, hate xwar Birîn gûrbûn, dem herikî Weke ava sûlava, ji bendan hate xwar Bi tenêtiya wê şevê Xeyalên welat û hêviyên felat Hemi derdê min …
Rêbendan, 2021
-
18 Rêbendan
Helbest Çawa Tê Xwendin?
Madem Med Muzîkê got em ê helbestên we biweşînin, ez dixwazim çend gotinan der barê xwendina helbestan de bibêjim, ji bo gelek kes vê rêya dirêj zûtir bimeşînin. Helbest çawa tê xwendin? Berî her tiştî, dema te helbest xwend divê tu wan hevokan bi rih bixwînî. Çawa? Dama tu ji kûçik re dibêjî “hoşt” tu çawa dibêjî? – Hoşt! Di …
-
17 Rêbendan
HELBEST Û ÇAVKANÎ
Çavkaniya helbestvana, sereke welatê ku lê jiyaye. Gund û kolanên zaroktiya wî ye. Xweşî û nexweşiyên jiyanê ku li derûdora civaka ku ew jî yek ji wanê li wî warî mezin bûye. Eger piştî demekê ku ji şert û merc ew ji welat dûr xistibe, şertê welat û netewa wî jî xerab be helbest dibe çîrok û dîroka van mijaran. …
Hezîran, 2020
-
15 Hezîran
ZİMAN Û DERMAN
Biner halê gelê xwe Fêr bibe zimanê xwe Esilê mirov ziman e Derd mezin e girane Agir û roj warê te Yezdan kiriye para te Xelata herî girîng Yekitî dermanê te Ziman, ziman û ziman Ew e ji te re derman Gul û simbil baxê te Her dem bibe karê te Ev jahriye ev jan e Şerm e ku tu …
-
4 Hezîran
PELÊ ZER Û ZERHEMÎ
Çend roj berê ez ji der dihatim mal Dîte min pelek li erdê daye pal Min mêzekir pel li ber sekratê ye Hem li ber wê sekerata mewtê ye Evî pelê zeman kî wek pilinga Çi xêr îroj ketibû nava linga Min rahişte pelê xwe anî jorê Hinek pirs min jê kirin berya gorê Min gote …
-
2 Hezîran
Naçim
Li pey te naçim Ne ji ber ku tu giyan û pergal sivikî, ez jî ji ber hilgirtina bîranînên tijî xem û kul û derdeseriyên meh û salan, bîr û govde giran im. Li pey te naçim Ne ji ber ku tu hêzdar î, ez jî weke dara ku bi deh caran hatiye maltin û mîna şiqinê zirav ji bêhêziyê …
-
1 Hezîran
PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-2
Helbestvan hêvî û nasnameya welatê xwe, remza egîd û comerdiyê ne. Xwediyê dilên pak û paqij in, xwe ji şêloliyan dûr digrin. Helbestvan hişmend in, dildar in, geh dibin balinde, carînan piling û şêr in Di payîzan da gulên lenesor in, di biharanda kulîlk û gulên sor in Hunermend bi formên hunerî xemilandîne, li gorî dem ê û jiyanê helwestên …
Sermawêz, 2020
-
30 Sermawêz
MIRDÊSİYA MIN
ji gorîstana jinên pîroz di ser pireya Genderê re derbas be biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê ax hawar! ax ax! Mirdêsya min min çiqas dixwest ku bêjim ji bona hesret û kedera dilê min destpêka rêwitiya te bila Semsat be biçe deşta Mirdês warê Mîrên zelûl xwe bide ber bayê biharê yê ku rojhilat ve têt ji alîkî porê te yê …
-
27 Sermawêz
PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-1
Karê helbestvanan, birayetî û pêk ve jiyanek bi rûmet, giringiya ziman û çandê ye. Helbestvan lazim e rexneyên bi pîvan û avaker bike. Giringiya peyvanû wateya helbestê, bi hev re bê hûnandin. Helbestvan mîna parzûnekê ye, hevokan diparzinîne dike rist û bend. Helbest ê sereke bi zimanê xwe bi kar tîne û ev wezîfeyek e ku bandorê li ser millletê …
-
26 Sermawêz
Bi xêr hat kanûn e
Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne. Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin. Bi xêr hat kanûn e Bi xêr hat û …