Helbest Çawa Tê Xwendin?

Madem Med Muzîkê got em ê helbestên we biweşînin, ez dixwazim çend gotinan der barê xwendina helbestan de bibêjim, ji bo gelek kes vê rêya dirêj zûtir bimeşînin. Helbest çawa tê xwendin?

Berî her tiştî, dema te helbest xwend divê tu wan hevokan bi rih bixwînî. Çawa? Dama tu ji kûçik re dibêjî “hoşt” tu çawa dibêjî? – Hoşt! Di helbestê de jî divê tu wisa bi carekêre, hişk û hêrs bibêjî. Divê kûçik bi dengê de raweste.

Divê guhdar wisa hîs bike wekî li wir kûçikek heye! Dema te di helbestê de got “ha ho”, divê ji dengê te guhdar fam bike ku te gotina herî dawî got, canê te pir diêşe. Divê tu ji rengan û ji rîpan nexwînî! Yanî divê tu wekî “reng” nexwînî, divê bi rastî bibêjî.

Dema te di helbestê de got “ez va ye diçim”, divê mirov hîs bike ku tu kirasê xwe diçirînî. Divê bi xwendina te re mirov her tiştî ji kûrahî ve hîs bike. Xwendevan divê hîsên te bibîne.

Yek ji sedema ku Ahmet Arif pir bi ser ket jî ev e. Camêr pir xweş xwendiye helbesta xwe. Dema dixwîne ji dil dixwîne, hest û dilîniyên xwe daye der. Hinek derdikevin helbestan dixwînin, lê wekî qalib dixwînin. Ew ne helbest xwendin e.

Bi taybetî helbest xwendina me bûye teqlîd. Mînak “Min gooooo Min go rabe keça miiin” Ev haweyê Ereban e. Dest ji Ereban berde, ev haweyê yekî ye. Tu çima wekî wî dixwînî, ku?

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply