Bi xêr hat kanûn e

Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne.

Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin.

Bi xêr hat kanûn e

Bi xêr hat û kanûn e.

Berfê serê çêl û çiya hêsûn e.

Kewgîrvan rûniştî ne.

Li halê xwe girî ne .

Şape di mala xudiyê kewê de bêto.

Kewê kaxez biriye welêto .

Çû pira xûlika .

Derbas bû pira celika .

Çû şkefta devrêzê .

Mam îsivê li ber pêzê .

Ji wî dipirsî ,kî rê xweş e kî rê nexweş e?

Heçiya riya nizarêye nerm e lê berfê girtiye .

Heçiya riya berojêye reş e lê hişk e .

Heçiya hêşetîne mirovin dirin.

Qûtî ji sêv û xiyara dikirin .

Qebalê tavêjin stûyê kewa dibirin .

Heçiyên ferxînin mirovin miskînin .

Samûrê zer hiltînin .

Qûtê kewa dimînin.

Kew çû newala rubestê .

Kewa kir qêrîn û qestê .

heçkî jina Melê nên bavêje teştê.

Kew çû newala bihêlê .

Heçkî jina melê nên bavêje ser sêlê .

Kewê got ez mêkew im mêkewa rengîn im.

Salê 25 ferxika dertîn im.

15 da did im 10an li welêt vedigerîn im.

Salih Elî

Têbînî:

Ev helbest hatiye gotin ser devê xudê jê razî bavê min Elî Sîs ji gundê Sewêdîyê başorê Dêrka Bota.

Û hatiye parastin di nav belgeyên birayê hêja Ehmed Reşîd ji gundê Quldûman ji sala 1980an ve .

Etîket: Çîrok, civak, Civakî, folklor, Helbest, kanûn, kew, Polylang KMR, Zarok

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

NASNAME û ZIMAN – MELA HUSEYN ÊSÎ

TÎRÊJÊN RONAHIYA PIRTÛKA PÎROZ

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ: “ŞEB Û ŞEKIR”

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Ji Gotûbêjeke Avaker 12 Rêbazên

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle