Biner halê gelê xwe
Fêr bibe zimanê xwe
Esilê mirov ziman e
Derd mezin e girane
Agir û roj warê te
Yezdan kiriye para te
Xelata herî girîng
Yekitî dermanê te
Ziman, ziman û ziman
Ew e ji te re derman
Gul û simbil baxê te
Her dem bibe karê te
Ev jahriye ev jan e
Şerm e ku tu nizane
Nekevin xewa şêrî
Bibin daristanên şîn
Sîn û soxmater warê te
Kevnar e dîroka te
Ziman qet erzan meke
Vê peyvê ji bîr meke
Ew kesên bê hişmendî
DİBİN Miho efendî
Çarenûs ne vê ya ye
Mafê ziman wenda ye
Lêkolîn û xwendinî
Kengî bûyeybînî
Ziman dayika me ye
Bax û bostanê me ye
Kes ji me ra nabe bira
Hûn ji hevra bibin çira
Welat bihuşta me ye
Ziman namus a me e
Dest bidin hev xwe bi xwe
Koş nebin ji êla xwe
Barê welat giran e
Her derê wê wêran e
Bibin hişyar û zana
Wekî Mîr Bedirxana
Ji we re ev e derman
Bi pirsin ji hişyar û zana
Bibin dergevanê xwe
Wek piling û wek şêra
Bi ziman nebin xwe nas
Tu cara nabin gernas
Mêze kin ey camêra
Tembiya min ji we ra
Nebin cilik û paspas
Bibin şepal û mêrxas
Ev e rêça çak û rast
Mamoste Baqî