MIRDÊSİYA MIN

ji gorîstana jinên pîroz

di ser pireya Genderê re derbas be

biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê

ax hawar!  ax ax! Mirdêsya min

min çiqas dixwest ku bêjim

ji bona hesret û kedera dilê min

destpêka rêwitiya te bila Semsat be

biçe deşta Mirdês warê Mîrên zelûl

xwe bide ber bayê biharê yê ku rojhilat ve têt

ji alîkî porê te yê herîrî bila leylan leylan bide

ji aliyê din keda çotkaran genimê nû seridî

ew soriya gupên te wilo hinarê Tawsiyê

bila dilop dilop birêje ser soriya pelê bûkikan

çi çax ku bayê rojhilat wer hêdî hêdî

radimûse ser çavê te bîhna te ji min re tîne

û xençerek teresan dikêşe ji dilê min

bi hêvî be biê ser hemdê xwe û dilgeş be

dax dike birînên dilê min kenê rûyê te

hêvî û daxwaza jînê har dibe û min radipêçe

hey hey selwîbala min tirsa mirinê çi xem

(II)

ji gorîstana jinên pîroz

di ser pireya Genderê re derbas be

biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê

ax hawar !ax axé Mirdêsiya min

min çiqas dixwest ku bêjim

ji bona hesret û kedera dilê min

destpêka rêwitiya te bila Semsat be

janrewasta êş û janên min tevî keriyê xezalan be

ji çiyayê Gextê çolbir biçe ser Tûmikê Bêlê

li kêleka gora Mîrê Kurdan berê xwe bide rojhilat

bi dilekî geş û bi umid li benda ronahiyê bisekêne

wê derkeve bi rengekî sortirîn hewca mirovahiyê

mîna xewna ser piyan wiqas bi hêsanî

bejna xwe hêlke fodil fodil xwe berde xwarê

bilorîne bi dengekî dilşewat kilama Osmanê Sebrî

vêsanekê bide li ser Çelçaviya kaniya ava aşan

di hingala xwe de biderxe pîvazekê û keriyek nan

li bin siya zinarekî de bixwe wer bidilxwez

û mistek av vexwe ji wê ava sar

dibe ku vedimire agirê hesret û kedera dilê min

 

Berhîm Paşa

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply