Diyar e îşev, şevek tarî û dirêj e
Xem har bûne, dilê min hêjare
Şev tarî, kolan vik valane
Hestên min belewela
Serê min gêj e
Kela kela germeke dijwar
Bi ser min, hate xwar
Birîn gûrbûn, dem herikî
Weke ava sûlava, ji bendan hate xwar
Bi tenêtiya wê şevê
Xeyalên welat û hêviyên felat
Hemi derdê min hate bîra min
Tewş bûm û herikîn xeyalê min
Li ber pencerê rawestiyam
Di xeyalan de, li paşeroja xwe geriyam
Min xwest çend ristan binivîsim
Bi pênûsê, li ser kaxezê bineqişînim
Wan jî bi xwera har û dîn bikim
Deftera min ji xetê qelemê reş bû
Pênûsê xîret nekir, û westiya
Li welatê xerîbiyê ber banga sibê
Bi hestên berovajî, wê şevê mam bi tenê
Xewa min nehat û nikarîbûm razam
Bi çûn û hatinê fikirîm gelekî
Dilê min bi min şewitî û ez giriyam
Kaxez hebû, hubra pênûsê qediya bû
Li ber şibakeyekê, li xerîbiyê
Hinava min qet hênik nebû
Hest bûn hevok û herikîn
Piştî nivîsa çend benda
Bi temaşakirina kolanên vala
Dilê min derbû…derbû…derbû.
Mamoste Baqî
Tîrmeh 2020-Stenbol