Helbestvan hêvî û nasnameya welatê xwe, remza egîd û comerdiyê ne.
Xwediyê dilên pak û paqij in, xwe ji şêloliyan dûr digrin.
Helbestvan hişmend in, dildar in, geh dibin balinde, carînan piling û şêr in
Di payîzan da gulên lenesor in, di biharanda kulîlk û gulên sor in
Hunermend bi formên hunerî xemilandîne, li gorî dem ê û jiyanê helwestên xwe bi peyvên şêrîn pêk tînin
Helbestvan, kiryarên dîrokî û bûyerên welatê xwe dişopînin. Bertekên xwe rast û rast didin.
Êşdariya erdnîgariyê, serboriyên civak û netewa xwe dikin bar datînin ser milên xwe.
Helbestvan jiyana xwe bi hemi esasiyên netewa xwe dikin xemla helbestê û barekî giran li ser milên wan e
Qehremaniyên netewî, şer û cengên giran, şehîd ax û goristan, kenê rast û derewîn, hezkirina ji dil û peyvên zêrîn kar û xebata wan a pîroz e.
Helbestvan; evîndariya ku kezeba mirov disotînê , wêneyên zindî û bê can, mijarên helbestên wan e.
Helbestvan, di mijara rûyên şermokî û dilên şikestî, bi delalî pêşbirkê dikin.
Helbest ehlaqê xweşik bûn û cihê rêzdarî yê ye.
Helbestvan xwedî ucdanin, parêzerên netewan e, dijberî zilm û zordariyê ne. Serbilindin, daristanê berhemên bi fêde ne.
Helbestvan him netewî û him jî gerdûnî ne.
Xemxurên hemî kul û derdane.
Helbestvan dengê bêzar, bê kes û bê dengan ne.
Helbestvan hestên mirova dikin baxên gul û gulîstanan û mirovan ber bi dil êşiya xwe dikêşin.
Helbestvan şemendîfera gelê xwe ne.
Helbestên wan dijberî serdestên mafxura ne û bergriya bindestan dikin.
Niştiman hêz in, mêlak/kezeb êş in, welat parêzin.
Xatiratên mirova tînin bîra wan, xweşbînî û xemgîniyan dikin rist û bend, di bîra mirovan da tînin.
Xwestekên milletê Kurd
Yekem; di vê dema aloz ku xêrnexwaz û nemirovên dujminên Kurda dixwazin vî zimanî binpê û asimîlê bikin, û bi ser ketine. Pêwîst e ku helbestvan û rewşenbîr, bi zimanê Kurdî, hewl bidin û qet zimanê şêrîn bi zimanê serdesta şolî nekin. Hewl bidin ku berhem û pirtîkên xwe, bi zimanên biyanî wergerînin. Ji bo êş û birînên netewa Kurd li tevahiya netewa belav bibe. Gerdûn bi êş û azarên wan bihese.
Ya duyem; di dîroka sedsalên berê de, weke Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Herîrî, Nalî û yên din ê bi nav û deng ku bi kurdeyatiyek pak û pakij tesîrê li vî milletê hestyar bikin.
Ya sêyem; di vê sed salên dawîn de şoreşgeriya helbestvanê nûdem û yên dinê, bi hevra bikin çav kanî weke Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Şerko Bêkes, Ebdillah Goran, Seydayê Tîrêj, Qedrî Can, Nureddîn Zaza, Arjen Arî, Occo Muhammed, Rênas Jiyan û yên din ku bi rûmet û hêja ne.
Ya çarem; pozbilîndî ne bi zimanê xwe ne jî bi zimanên serdesta gerek bi kar neyînin? Karê wan bi dilnizmiya wan bibe tîrinca rojê û şewq bi de.
Ya pêncem; rewşenbîr û hozanvan bi tevahî hest û mejiyê xwe ji zimanên dagirkeran û biyanî xalî bikin, di warê nivîs û helbestê de “ lê karê wergera berhemên xwe bi zimanên neteweyên biyanî, ji bîr nekin.” hemi ziman bi qedr in û hêja ne. Mebest ewe ku “ sereke bi berfirehî sereke rind fêrî zimanê xwe bibin’’ ji bo ku di cîhanê de bi rêzdarî bên nasîn. Lewra quretî û pozbilindî û rawestandin, bi hozanvan û rewşenbîrên bindest û bi taybet yên Kurd nakeve.
Lê mixabin di vê dema ku asimilasyon bûye şewba nexweşiyeke bê derman û her ku dem dimeşe gûr dibe, netewa Kurd, ji du peyvên xwe hevokek ji zimanê erebî yan Tirkî ew Farisî têkelî nav zimanê bav û kala dike. Milletê ku koçî derveyî welat bûye li Awrûpa dijî jî mixabin ji vê asîmîlasyonê para xwe girtine. Ew jî zimanê biyaniyan têkelî xeberdan û guft û goya xwe dikin. Yan jî ji bo ji civaka wan bê par neminin zimanê wan di ser zimanê xwe de dibînin û derbasî nav maliyên xwe dikin. Li gorî derûnî û nerînên wan mirovên me ew ziman dibe zimanê şaristanî û pêşkevtina zarokên wan. Ev nêrînek min e pêwîstî ev e ku ji bo texikerî yê siza hebe .Lê mixabin mesûliyetek wanî tuneye. Ev mirovên ne hişyar di dadgehan de nayên dad kirin û siza vê berpirsiyarî yê nayê kirin.
Pêdiviyek giring heye ku; rewşenbîr, hozanvan û mirovên nivîskar erkek mezin û bi çerçofîyek ber fireh kar û xebatên netewî bikin kar û ucdanê xwe derxin holê ku millet jî vê ya hîs bike. Û keda wan bibe şemalk şevên tarî ronî bi ke.
Mamoste Baqî-Çandname