Tag Archives: Çîrok

Cotmeh, 2022

  • 30 Cotmeh

    Çîroka Bûk û Tûtûk

    Hebû tunebû, çûkek hebû. Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir vîçevîç û li ser vê yan wê darê vedinişt. Lê rojekê biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!! Sitirî gellekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û …

  • 30 Cotmeh

    Çîroka Bextîyar û Bedbext

    Hebû tune bû du bira hebûn. Navê yekî Bextiyar û navê yê din jî Bedbext bû. Wan biryar dan ku diravan peyda bikin. Bi rê ketin. Gihîştin ser kaniyekê û bêhna xwe vedan. Bedbext ji Bextiyar re got: “Bîne em ratiba te bixwin bila ratiba min jî bimîne ji bo cara duyem.” Bextiyar got: “Baş e” û her çi ku …

  • 19 Cotmeh

    Çîroka Pisika ku xwe Mirîşk zendikir

    Ev çîroka ji bo 4 salîyan e Hebû tunebû, carek ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran; Komek dîk û mirîşkan li daristanekê bi bextewarî dijiyan. Rojekê ji mirîşkan yek çû seyranê û dema dimeşiya ji pişt çaliyan/devîyan dengên gelek ecêb hatin. Şok bû! Û pisikeke nûbûyî dît. Mirîşk bi fikiraya ku diya wî ew berdaye, pisik bi xwe …

Îlon, 2022

  • 14 Îlon

    Selika Çîrokên Zarokan

    Çîrokên ji bo zarokan girîng in. Di rewşeke bêdewletbûn, bê dibîstan, bê perwerdeyî de, ango ji bo zarokên kurdan girîngiya wê dubare ye. Zarokên kurdan di bin dagirkeriya dewleteke nîjadperest de, bi fermana qedexebûna zimên de, ji neçarî di dibîstanan de xwendin û nivîsîna  zimanê xwe ê netewî fêr nebûn, zimanê netewa serdest a fermî  di dibîstanên dewleta dagirker de …

  • 12 Îlon

    Toza Keleska Eliko

    Min di zaroktîya xwe de du bazirgan nas kir. Ev herd bazirgan ticaretên xwe bi temamî li ser pişta gundî û cotkaran de dikirin. Yek ji wan Hecî Mihê yek jî Elîko bû. Hecî Mihê xweyî dikan bû, Dikana wî li gund bû, ji Elîko dewlementir bû. Tarişên wî, bi qasî heyşt neh heb zarên kurîn, du jinên wî hebûn. …

  • 5 Îlon

    Dilop ( Ji bo zarokan Çîrok )

    Çend sal ser re derbas bûbûn û çiqas dem borîbû ez nizanim. Gelo ev çend salbûn ku ez di xewê de? Bi tenê tişta tê bîra min, ez dizanim ku zehf sar bû û hêca jî ez germ nebûme. Ez bi xuş xuş û gum gumê hişyar bûm. Em bi milyonan dilop hemû bi heve zelqîbûn û weke kevireke hişk …

Tîrmeh, 2022

  • 4 Tîrmeh

    Pênase û Taybetmendîyên Çîrokan

    Pênase û Taybetmendîyên Çîrokan Di Kurmancî de ji bo vê cureya vegotinê, navên wekî çîrok, çîrvanok, çîrçîrok, kurteçîrok, xeberoşk, xemîşok, mesele, meselok, metelok, serborî, serpêhatî, serhatî, hîkaye û hwd.tên bikaranîn. Di kirmanckî de estaneke, sanike, di Soranî de çîrok an heqeyat tên bikaranîn. Ev gelek navên cuda ji alîyekî dewlemendî ye lê ji bo zanistê jî pênasekirin û binavkirinekê heye. …

Hezîran, 2022

  • 24 Hezîran

    Hîkayeyên Gelêrî

    Hikayeyên gelerî jî cureyeke sereke ya vegotinên gelerî ye. Mînakên vê cureya vegotinê di nav edebîyata gelerî ya kurdî, ya tirkî de û di yên derordorê de jî tên dîtin. Li gel vê yekê di nav edebîyata gelerî ya ewrpoan de jî tê dîtin. Aucassian et Nicolette ya fransî weke mînaka vê cureya edebîyata gelerî dikare bên nîşankirin.  Weke teşe …

  • 14 Hezîran

    Edebiyata Gelerî Ya Kurdî de Mît, Efsane, Destan

    Edebiyata gelerî ya Kurdî wekî edebiyatên din di demeke dirêj de pêk hatiye û gihaştiye roja me. Edebiyata gelerî ya Kurdî bi herêmeê ve girêdayî ye. Bandora çandên devkî û tradîsyonên çandî li ser wê hene û bi riya gotinê hatiye belav kirin. Di vê çarçoveyê de Edebiyata Kurdî ya Gelêrî di bin sê beşên sereke tê dabeşkirin. 1-Vegotinên Gelerî …

  • 5 Hezîran

    Çîroka Qazwînî

    Mirovekê Qazwînî (Qazwîn bajarekê Îranê ye) dixwaze nexşa/neqş şêrekî li pişta xwe deq bike. Dere hinda nexşkarekî. Ji nexşkar(neqşkar) ra dibêje: -Ez dixwazim tu li pişta min neqşa şêrekî çê bikî. Nexşkar dibêje: -Dibe, tu xwe li ser zik dirêj bike, ez derzî û avrengên xwe bînim û dest pê bikim. Qazwînî xwe dirêj dike, nexşkar tiştên xwe digre tê …