Dilop ( Ji bo zarokan Çîrok )

Çend sal ser re derbas bûbûn û çiqas dem borîbû ez nizanim. Gelo ev çend salbûn ku ez di xewê de? Bi tenê tişta tê bîra min, ez dizanim ku zehf sar bû û hêca jî ez germ nebûme.

Ez bi xuş xuş û gum gumê hişyar bûm. Em bi milyonan dilop hemû bi heve zelqîbûn û weke kevireke hişk li me hatibû. Kesekî ji dûr ve li me binêriya, yê bigota qey teht e. Me dikir û nedikir, me nikariya em xwe ji hev vekin û deng jî ji me dernediket. Wê qorçala tarî de em mabûn asê û bi tenê jora şkeftê re ronahiyek dixweya. Deng jî ji wê kulekê dihat. Ewul, şir şir û xuş xuş bû, lê paşê bû xum xum û gum gum.

Hevalê me jor de bi hana me dihatin. Çiqas dem diboriya hejmara wan zêde dibûya û dengê wan li taqê wê şkefta mezin diketa û olan dida. Her herikîn û herikîn, heta şkeft tejî kirin. Laşê wan ji yê me germtirbû. Dema li me diketin em nerm dibûn. Wextekî re me hew dît ku em ser destê wan hevalane. Pey re terqêniyek hat ku guh ker dikirin. Bi sehkirina deng re heval berjêr herikîn. Em , ev ên mayîn heve jî di nav wan de dixişikiyan û gilolî dibûyan. Êdî em ji şkeftê derketibûn û quntara çiyayek bilind û asê de berjêr diçûn. Ji ber wê tevger û hekirandinê lêşê min germ dibûya. jixwe berê tavê jî ketibî me û  tîrojên wê em dihelandin. Min çiqas bêriya tîrojên tavê kiribû. Zehf wext neborî ku em hemî ji hev vebîn û weke hevalên xwe yên din em jî sernişov ber bi çemê wî gelîyê kûr ve herikîn.

Êdî laşê me germ bûbû û dengê me jî derdiket. Wî sernişovî de, li ser teht û zinar û latan de, me lotik tavêtin. Dema dar û kuç diketana pêşiya me hinekî lezginiya me kêm dikirin, lê carna me ew jî didan ber xwe û bi xwe re dibirin. Qêr û helaketa me diçûya ber erş. Min û hevalên xwe, destê hev girtibû û em xirpanî direqisîn. Ber re jî me straneke dîlanê diqêriya. Bi vê keyf û şahiyê em gihaştin çemê binê newalê. Ava çêm germ bû. Ji ber ku em gihatin cihê germ keyfa me dihat û ji ber ku me ew honik dikirin keyfa wan hevalên çêm de jî dihat. Me hev hembêz dikir, keyf keyfa me bû û em diherikîn.

Nava çemî de gelek ajal jî hebûn. Wek masî, kêvjal, beq, mar, seavk, req û gelek ajalên din. Li keviya çemî tev bi dar bû. Darên bî, bişeng, çinar, zergoz, spîndar, goz û gelekên din hebûn. Li ser wan daran çîw çîwa çûkan bû. Dengê me û yê wan tevlîhev dibûya. Bawer bikin, ew deng ji dengê hemû orkestrayên cîhanê xweştir bû.

Ji vê xweşiyê ez mest bûbûm. Min herdu çengên xwe vekiribûn û herdu destê xwe girêdabûn û êxistibûn bin patika xwe de û lingê xwe ser hev re avêtibûn û xwe piştestû dirêj kirûbû. Ez diherikim, digel bi milyonan havalê xwe.

Çiqas wext derbas bû? Çend roj, çend şev ez nizanim. Wextekî min li derdora xwe nihêrî, li ti alî bej nedixweya. Êdî em gihaştibûn deryayê. Laşê me germ û sisit bûbû û me xwe berdabû ber pêlan. Bi milyonan hevalan destê hev digirtin û xwe diqevastin. Ew qevastina wan dibûya pêl û em jî li ber diçûn. Ji ber pêlan em serobino dibûn, em gêj dibûn û dilê me diqeliqîya. Vêca ji bo em gêj nebin, me jî destê hevalên xwe digirt û bi wan re me jî xwe diqevast. Bi vê desthevgirtinê pêlên me her mezintir dibûyan û carna weke çiyayan bilind dibûyan. Ajalên deryayê ji ber me direvîn xwe didan kûrahiya deryayê û me dîlana xwe didomand.

Wextekî min hew dît dinya li min tarî bî. Piştî koxt koxtekî ez disa gihabûm hevalên xwe. Tu nabêjî ez ketime nava pozê zarokekî û bi koxika wî, ez dîsa di devê wî re derketime derve. Min dît ku birek mirov bi me re dileyizin. Ew jî weke me destê hev digirin û ser me re xwe dixişîkînin. Li alê rojhilat bej dixweya. Hem di nav deryayê û hem jî li keviya deryayê gelek mirov hebûn û ji germa, xwe bi me hênik dikirin, lê em jî zehf germ bûbûn.

Leyîstoka me jî didomiya. Em diçûn, me xwe li qeraxê dida û em vedigeriyan. Nîvê rojêbû û dinya zehf germ bûbû. Roj, nêzî me bûbû, tîrojên xwe tavêtin û hin ji me hildikişandin jor. Hin ji me, ji tîrojên wê direviyan û xwe noqî dikirin û hinek jî ber wan ve diçûn. Germ çiqas zêdetir dibûya, em siviktir dibûyan û hildiketin. Wê keleqiçana danê nîvro de ez ewqas sist bûbûm ku, êdî baş bi xwe nedihesiyam. Min hew dît ez serê tîrojeke rojê ve me û ber bi ezmanan ve hildikişim. Paşê tîrojî ez berdabûm, lê welê jî ez nediketam. Ez difirîyam! Min qêrek da:

-Hêy! Ez difirim. Havalnooo! Ez difirim.

Li dora min ji tiqtiqa kên tejî bû. Hawîrdora min bi milyonan heval hebûn û ew jî weke min difiriyan. Min li kî alî dinêrî hevalê min bûn û li ezmanan me dewran didan xwe. Êdî ew germa li xwarê jî nemabû, em hênik bûbûn. Em difirîyan, bilind dibûn û keyf keyfa me bû. Di wê keyfê de çiqas wext derbaz bû, ez nizanim, lê ya tê bîra min ew e ku em li ezmana zehf geriyabûn. Vîz vîza bayê bû. Ji kîjan alî ve bihata em didan ber xwe û dibirin. Carna bayê bakur yê sar em ber bi başûr ve tajotin û carna jî bayê başûr yê germ em tavêtan raserî bakurê cîhanê.

Şevekî bayek gelek bigur hat û em dan ber xwe û birin. Şev tarî zilamat bû. Bayê xwe li hev dizivirand, xwe li bin me dida û em bilind dikirin û dibirin. Wê şeva tarî, me nedizaniya ka em bi kû ve diçin. Ji ber serma wê şeva reş, me xwe dida hev û em li hev kom dibûyam. Wê bagerê, heta sibehî domand, lê ji serma em hemî qerimîbûn.

Ji ber ku em qerimîbûn û bi teqilbûn, hêdî bayê nikariya me ragire û em sernişûv dadiket in. Min li hevalê xwe dinêriya. Rengê tevan spî weke şîr bî. Şêweyên wan jî mîna stêrkan bû. Wê valehiya ezmên ya bêser û bêbinî de, bi teql û dewran û qelpan em berjêr diketin. Bi keyf û coş, me xwe ser hev re tavêt û qulîpancik didan xwe û em xwar ve dihatin.

Danê taştê, em nîzingê erdê bûbûn. Bin me re çiyayek zehf nebilind lê serê wî tîj dixweya. Raserî çiyê re bi coş û peroş me xwe berda xwarê. Qûntara çiyê ve gundek piçûk hebû û wê navê re bayek sivik hat û berê me da gund. Dema em nîzingê gund bûyîn, dengê qêr û helaketa zarokan dihat:

-Berf dibare, berf dibare. Beeerf, beeerf, beeerf!

Digotin û lotik tavêtin. Pey re ji hevalên min dikirinkom, serhev de dişidandin û dikirin gulat û ew gulat weke gokê tavêtin hev. Ez ketibîm ser sondera banekî bilind û du qat. Ji ber ez li wî cihê hewale bûm, min hem hevalên xwe û hem jî zarok didîtin. Keyf keyfa wan bû. Kûçikeke belek, xwe ser guliyên berfê re gilolî dikir û lotik didan xwe.

Ez li ser wê sondera bilind gudarî zarokan, kûçik û hevalên xwe yên reng şîrî dikim û ji xwe re difikirim: “Gelo dema tav derkeve û ez bihelim, ez ê ber bi kû ve biherikim?”

 

19 ê Pûşpera 2015 an

BATMAN

Kurdjan SORÎ

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply