Hîkayeyên Gelêrî

Hikayeyên gelerî jî cureyeke sereke ya vegotinên gelerî ye. Mînakên vê cureya vegotinê di nav edebîyata gelerî ya kurdî, ya tirkî de û di yên derordorê de jî tên dîtin. Li gel vê yekê di nav edebîyata gelerî ya ewrpoan de jî tê dîtin. Aucassian et Nicolette ya fransî weke mînaka vê cureya edebîyata gelerî dikare bên nîşankirin.  Weke teşe vegotineke têkel e ku di nav de hem beşên pexşanî û hem jî beşên helbestkî tê de hene.

Pertev Nail Boratav (2014:57) mînakên wek “Koroğlu, Kerem û Aslı, Tahir û Zuhre di nav kategorîya hîkayeyên gelerî de dinirxîne. Dîsa dîbêje ku li rojhilata başûrê Anadoliyê van cureyan weke hîkaye binav dikin.  Îlhan Başgoz jî vê cureyê wek Hikayeyên Gelerî binav dike û li hemberî folk romance bi kar tîne. (Başgoz1986;1993)

Li gor Boratav, hikayeyên gelerî cihê destanan digire û gelek fonksîyon û teybetmendîyên destanan jî di xwe de dihewîne, lê belê tişta ku karêktera hikayeyên gelerî dide ne ev fonsîyonên hevparin. Şert û mercên civakî yên destan diafirandin ku hêdi hêdî ji holê radibin. Vê jî rê li ber hîkayêyên gelerî vekir.

Li gel van teybetmendîyên hevpar, yên ku destan û hîkayeyên gelerî ji hev cuda dikin jî hene. Hem ji alîyê rûxsarî, teşeyê û hem jî ji alîyê naverokê ve ji hev cuda dibin. Hîkayên gelerî bi giştî weke pexşanê tên vegotin, lê di nav de beşên helbestkî jî hene.

Teybetmendîya herî girîng ku van cureyan ji hev cuda dike jî rola wan ya civakî ye. Lehengên di destanan de bi piranî xwedî temsîlîyeteke giştî ne û dîsa bigiştî nûnertîya civaka ku tê de ne dikin. Şer û pevçûnên wan ne ji bo şexsê wan lê jibı civakê ne. Lê di hîkayêyên gelerî de bûyer êdî ne di nav civakê de, lê hundirê civakê de derbas dibin. Wekî din, rûdanên di hîkayê de li ser bingeha têkilîyên nav-civakî tên avakirin û çi şer, çi evîn; têkilî di navbera çînên civakî de derbas dibin.

1.Teybetmendî û Polînkirina Hîkayeyên Gelerî

 Teybetmendîyên hîkayeyên gelerî ji teşe û naverokê derdikevin meydanê ku di heman demê de polînkirina bicureyên wê jî nîşan dike.

  • Hîkayeyên Gelerî ji alîyê teşeyê ve têkel in, ango di nav vegotinê de pexşan û menzûm bi hev re tên bikaranîn. Di hîkayeyê de bi piranî vegotin bi pexşanê dest pê dike. Di destpêkê de vebijêr, mijar û lehengên wê dide nasîn. Piştî vê yekê jî beşên, bêhtir yên dîyalogê, helbestkî ne.
  • Di hîkayên gelerî de, disa hin qalibên vegotînê jî xuya dikin. Herweha di nav xwe de vegotînên din yên gelerî wek efsane, çîrok, gotînên pêşîyan jî vedihewîne.
  • Mijara hîkayeyên gelerî evîn û qehremanî ye.
  • Di hin hîkayeyan de têkilîyan wan bi dîrokê ve dikarê bê dîtin û dibe ku ji rûdanên ku di rastîyê de qewimîne çavkanîya xwe girtibin û belav bûbin.

Hinek ji wan raste rast ji hîkayeyên derdora jîyan vebijêr hatine honandin ku wek hîkayeyên aşiqan dikare bikeve bin vê xalê. Di kurdî de mînakê vê yekê wek Evdalê Zeynikê dikare bê dayîn.

Pertev Nail Boratav ji alîyê ruxsarî ve hîkayeyan dike du beş. Hîkayeyên kurt û hîkayeyên direj. Ji alîyê naverokê ve jî dike du beş, yên evînî û yên qehremanî.

Li gor Necat Keskîn (Keskîn:2019:195) jî alîyê naverokê ve di hîkayeyên gelerî dike sê beş.

  • Hîkayeyên Evînî: weke Mem û Zîn, Xecê û Sîyabend
  • Hikayeyên Qehremanî: Derwêşê Evdî
  • Hîkayeyên Dînî. Zembîlfroş

Hikayeyên Gelerî di Kurdî de

Di nav edebîyata kurdî de ji cureyeya hîkayeyên gelerî re jî destan tê gotin û wan weke destanên kurdî binav dikin. Ev jî bixwe re tevlîhevîyekê tîne. Dema ku em Xecê û Sîyabend û Kela Dimdimê bidin ber hev re yek ji wan çîroka kesekî ye ku mijara wê evînî ye. Lê ya din ku şerê miletekî bi yên din re ye. Weke ku li jor jî hin teybetmendîyên hîkayeyên gelerî hatin dîyar kirin, yek ji wan di nav çînên civakê de ye, ya din bandorê li civakê tev de dike. Lewma divê binavkirineke nû û polînekirinek nû ji bo wan bê kirin.

Analîza Binaydî ya Hîkayeyên Gelerî

İlhan Başgoz hikayeyên gelerî, li gor binyadî wiha dabeş dike:

  • Belavbûna Malbatê
  • Hewildana avakirineke malbateke nû
  • Avakirina malbateke nû

Ev beş jî li gor mijarên sereke bi vî awayî hatine formulekirin.

  • Belavbûna Malbatê

Mijara Sereke; 1. Qirîz

  • Bav dimire
  • Dê û bav dimirin
  • Zarokên malbatê nîn in
  • Malbat ji ber tirs û zilmê ji warê xwe bar kiriye
  • Enadamekî malbatê ji hêla pîreke ixtîyar ve hatîye la’netkirin.

Mijara Serek; 2. Veguherîn

  • Hewildana avakirina malbateke nû

Mijara Sereke; 3. Lêgerîn

Mijara Sereke; 4. Astengî

Mijara Sereke; 5. Çareserî

Mijara Sereke; 6. Yekitî

Şer Wek Hîkayeyên Qehremanî Yên Kurdî

Şer’ên ku di edebîyata gelerî ya kurdî de cih digirn, dikarin wek bincureyeke hîkayeyên gelerî yên qehremanî bên nirxandin. Şer di dîrokeke nêzîk de qewimîne û mijarên wan bêhtir li ser pevçûnê ye. Ev pevçûna ya di navera du eşîra de yan jî bi hêzên devletê re ye. Lê piranî şer, di derbarê lehengîya kesekî de ye. Şer jî hem ji beşen pexşanî hem jî beşên helbestkî pêk tên.

Memorat/Serpêhatî-Serborî

Memorat jî cureyeke vegotinên gelerî ye ku ji hêla teşe ve pexşan in û kurt in. Di kurdî mirov kare wan weke serborî an serpêhatî binav bike.

Her çendî li ser memoratan nîqaş hebîn jî, weke cureyeke serbixwe ya vegotinên gelerî ku bêhtir bi bîranînên şexsan ve girêdayîye tê dîtin. Ev cure navê xwe ji bingeha peyva memory digire.

Yekem car ji hêla folklornasê Swêdî Carl Wilhelm von Sydow ve hatiye binavkirin. Lê heta wextekî weke binbeşeke efsaneyan dihate dîtin.  Sydow memoratan: vegotinên derbarê serpêhatîyên şexsî ne. Christiansen ku folklornasekî din e, dibêje ku memorat herdem bi sembolên heremî, bi heremtî û şexsan ve girêdayîne.

Sydow îda dike ku di memoratan de şexsîbûn hêmaneke girîng e. Li gorî vê nerînê di neqilkirina memoratan de, qalibên min dît, hate serê min cih digirn. Linda Dégh vê yekê rexne dike û dibêje ku, serborî tenê ji hêla kesê/a ku rûdan hatine serê wî/ê dikare bê veguhestin. Gava kesekî din behsa wê kir êdî ew nabe serpêhatî. Lê Christiansen pênaseyê hinekî din berfireh dike ku, berhemên ji destê yekem an yên duyem yên derbarê serpêhatîyên şexsî de jî dixe nav memoratan. Granberg hinekî din jî lê zêde dike ku bi şertê ku ji vebijêr re rasterast hatibe goti hatibe veguhestina serpêhatîyên kesen din jî dixe nav memoratan. Êdî li gel qalibên “min dît, hate serê min”, qalibên,  min ji baê xwe bihîst, hatîye serê wî, hevalekî min got, bi çaên xwe dîtiye dikare bê gotin.

Ji hêla din ve veguherîna civak û teknolojîyê bandorê li ser vegotinên gelerî dike, bi teybetî jî li ser memoratan. Lewma destpêkên wek, min ji radyoyê guhdar kir, di radyoyê de yekî ku bi çavê serê xwe ev dîtiye got, min di rojnameyê de xwend hatibû serê yekî dikare bê gotin.

Honko dibêje ku rûdanên derasayî di serî de wek memoratan e, lê piştî ku dem di ser re derbas dibe û gelek nifş dikevin navberê edî ew dibin efsane. Dema ku wextekî zêde di ser van memoratan re derbas dibe nêzîkî efsaneyan dibin û qalibên wek, weke ku li nav xelkên gundê me tê gotin, li gor bawerîya gundîyên me derdikevin pêş. Lewma ev cure dikare wek berdewamîyeke vegotinên gelerî jî bêdîtin ku afrînerî û fantezîya gel radixe ber çavan.

 

Amadekar: Xwendekarê Zanîneha Artukluyê Beşa Kurdolojiyê ya Lîsansa Bilind

Yasemîn – Evdilah – Receb – Argeş – Selamî – Mehmet Emîn

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply