Çîroka Bextîyar û Bedbext

Hebû tune bû du bira hebûn. Navê yekî Bextiyar û navê yê din jî Bedbext bû. Wan biryar dan ku diravan peyda bikin. Bi rê ketin. Gihîştin ser kaniyekê û bêhna xwe vedan. Bedbext ji Bextiyar re got:

“Bîne em ratiba te bixwin bila ratiba min jî bimîne ji bo cara duyem.” Bextiyar got: “Baş e” û her çi ku pê re hebû derxist û bi hev re xwarin. Piştî ku bi rê ketin û maweyek dirêj derbas bû dîsa birçî bûn. Bextiyar gote Bedbext: “Êdî dora ratiba te ye ku em bixwin.” Bedbext bersiv da: “Ez nadim te, ev tenê para min e.” Bextiyar ku ew namêriya birayê xwe dît. Jê re got: “Wê çaxê ez hevrêtiya zilamekî wekî te çavtarî nakim. Emê li ser vê duriyê ji hev cuda bibin”. Bextiyar û Bedbext her yek bi riyekê de çûn. Piştî demekê Bextiyar rastî aşekî kevn hat. Wê şevê li wir sitirî. Xwe di pişta dîwêr de mat kir.

Hin dem derbas nebû ku şêrek, paşê pilingek, çeqalek û roviyek, yek piştî yekî ketin hundirê êş. şêr berê xwe da rovî û got: “Ev ji bo çi ye ku demeke te çi deng û behs ji min re negotine?” Rovî bersiv da û got: “Nû du xeber ketine destên min. Di kuna êş de mişkekî xwedî duwanzdeh zêran heye. Her sibehê ku roj li êş dide, derdixe derve û li ber tavê bi wan dilîze û bi wan yariyan dike. Gava ku roj diçe ava jî wan dibe kuna xwe. Xebera duyem jî ew e ku ew dîwarê ku li pişta êş e, heft kûpên tijî zêr tê de veşartîne.” Piştî çend gotûbêjên din heyeta dirindeyan civîna xwe belav kirin. Roja din ku tavê lê da, mişk zêr derxistin derve. Bextiyar êrîş bir ser û zêr girtin. Paşê çû û kûpên zêr jî derxist. Bi zêran koşkeke gelek xweş di nava yekîtiyekê de ava kir. Çardeh derwazeyên koşkê hebûn. Li ber her derwazeyekê jî şirikeke avê hebû ku rêwî jê avê vexwin. Wî ji nobedaran re gotibû ku heke çavên wan bi kesekî ket ku avê vedixwe, wî vexwînin jorê û bînin bal min.

Piştî demekê ew zilamê ku Bextiyar dixwest, hate ber destê nobedaran û ew birin bal Bextiyar. Ku çavên wî bi birayê wî ket, ew nas kir û zanî ku ew Bedbextê birayê wî ye. Destê xwe avêt stûyê wî û dilxweşî dayê. Soz da wî ku hêyiya mal û milkê xwe bike du pişk û nîvî wê bide wî. Lê Bedbext li cihê spasê, got; “Te ev mal û milk ji ku aniye bibêje da ku ez jî herim wekî te peyda bikim.” Bi vî rengî Bextiyar neçar kir ku serpêhatiya xwe jê re bibêje. Vêca Bedbext wekî Bextiyarê birayê xwe çû wî aşî û xwe veşart. Piştî demekê heyeta dirindeyan li wir civiya. şêr ji rovî pirsî: “Ji bo çi ev demeke tu ji min re dengûbasan nayînî?” Rovî di bersiva wî de got: “Ez qurban Cara din ku min ew xeber ji we re gotin, mirovekî xwe di aşî de veşartibû. Wî hemû gotinên me bihîstibûn. Sibehê hemû kûpên zêr birin û ji xwe re kire koşk. Niha ez qet nabêjim heya ku aş neyê venêrîn.” şêr ferman da ku li her cihê êş bigerin. Piştî demekê Bedbext dîtin û anîn derve û tîk de parçe kirin û xwarin. Çîroka me çû diyar an rehme li dê û bavên guhdaran.

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply