Edebiyata Gelerî Ya Kurdî de Mît, Efsane, Destan

Edebiyata gelerî ya Kurdî wekî edebiyatên din di demeke dirêj de pêk hatiye û gihaştiye roja me. Edebiyata gelerî ya Kurdî bi herêmeê ve girêdayî ye. Bandora çandên devkî û tradîsyonên çandî li ser wê hene û bi riya gotinê hatiye belav kirin.

Di vê çarçoveyê de Edebiyata Kurdî ya Gelêrî di bin sê beşên sereke tê dabeşkirin.

1-Vegotinên Gelerî

2-Helbesta Gelerî

3-Cureyên din…

VEGOTINÊN GELÊRÎ

Ziman di jiyana mirov de cihekî serek digire ku mirov bi rêya ziman bi hev re têkiliyê datînin. Gotin, vegotin, guhdarkirin taybetmendiyên mirovan in.

Vegotinên gelerî jî ew gotinên ku bi devkî hatine gotin û bi devkî belav bûne û li gorî dem, cih, kesên ku dibêjin diguherin. Ev vegotinên gelerî jî ji mît, efsane, destan, çîrok, hikayeyên gelerî, menqibe û memoratan pêk tên.

A)MÎT

Mît, di edebiyata gelerî de cihekî sereke digire. Ji ber ku mît derbarê hebûna mirov, hebûna hawirdora mirov de agahiyan dide. Mît; bi zanistên wek etnoloji, antropoloji, arkeoloji, felsefe, dîrok û folklorê jî eleqedar e. Ev zanist li gorî nerînên xwe bi mîtan ve eleqedar dibe.

Mît ji peyva mytos, ji zimanê Yûnanî tê. Wateya peyv, çîrok, gotinên bihîstî tê gotin. Mît, gotinên ku bi deme re şikil girti ye û pîroz bûye. Ji ber vê yeke cureyeke serbixwe ye. Lêkolînên ku bi mîtê ve eleqeder dibin mîtan li gorî qada xwe dinirxînin.

Mijar û Taybetmendiyên Mîtan

-Mît hîkayeyên wextên dûr in û bi kozmolojiye ve têkildar in. Mît behsa afirandina kaînatê û çêbûna wê dikin.

-Mît hîkayeyên pîroz tên qebûl kirin û bi rîtuelên olî û pîroz girêdayî ne.

-Karakterên mîtan bi piranî derveyî mirovan in. Xweda, niv-xweda, jîndarên derasayî karakterên mîtan in.

-Mît perdeya li ser sir, nepenî(gîzem) radikin. Mît van siran jibo civakê eşkere dike.

-Pirsên wek ez çima çêbûme, ez kî me, em kî ne, çima ali vir im, armanca me çi ye, em diçin ku û hwd…

Bersiva van hemû pirsan di mîtan de derdikeve meydanê û mirov li ser van bersivan jiyana xwe ji nû ve saz dike.

Em ê jî divê dersê de bi van agahiyan ve têkildar, di nav kurdan de gelo mît çawa cih digirin, bingeha xwe ji ku dere distînin, em ê van mijaran binirxînin.

Afirandina dinyayê: Di afirandina dinyayê û mirovan de çar hêman bala mirov dikişîne: Av, agir, hewa gelek baweriyan însan ji aliye xweda, niv-xwedayan ji axê, ji heriyê û ji kîlê çêbûye. Însan ji heriyê din av agir de hatiye pejirandin û herî dawî jî li ser bedene wan de rih hatiye pif kirin. Li gor kitêbên pîroz (Quran, Încîl û Tevrat) afirandina mirovan bi vî şiklî ye. Ewil Adem çêbûye û ji parsuyên wî jî Hewa çêbûye.

MÎTOLOJIYA SUMERAN: ’’Mîtolojiya Sumeran bandor li hemû baweriyan kiriye. Hemû bawerî, derbarê afirandina dinyayê û ya mirovan bingeha xwe ji mîtolojiya Sumeran de standiye’’. Li hember vê fikre fikreke wisa jî heye: Gelek baweriyên ji hev cuda û dûr û yên eleqeya wan bi hev tune ye hemû li ser çêkirina mirovan heman tiştî dibêjin: Însan ji axê çêbûye. Li gorî Kizilderîlî, Maya, Înka jî însan ji axê çêbûye. Îro li gorî zanistê jî madeyên k udi axê de heye di laşe mirovan de jî heye.

Di mîtolojiya Sumeran de erd, hewa û av jiyanê derdixe meydanê. Di baweriya wan de gelek xweda hene. Ji bo her hereketekê xwedayek heye. Her xwedayek jî yekî din diafirîne. xwedayê mezin Enlîl e, xwedayê asîman, yê erde û yê rojê jî heye. Piştî afirandina dinyê ji bo xizmeta xwedayan însan tên afirandin. însan piştî şeş ceribandian di ya heftan de tê afirandin. Piştî ku her tişt tekûz dibe heywan û nebat tên bicihkirin.

MÎTOLOJIYA BABÎL

Di Mîtolojiya Babîlan de jî wek ya Sumeran gelek xweda hene û din av gelek xwedayan de xwedayek bi navê Mardûk derdikeve û nîzamekê dide kaînatê. Piştre jî ji bo xizmeta xwedayan mirov diafirîne.

MÎTOLOJİYA YEWNANAN

Di mîtolojiya yewnanan jî çêbûn ji kaosê dest pê dike. Prometheus xweda ye û pif heriyê dike û jiyanê çêdike.

Afirandin di Tekvînê de

Li gorî Tekvînê, Xwedê kâinatê ji nebûnê, ji valahiyê diafirîne. Kaînat, xweza û mirov di şeş rojan de tê afirandin. Xweda di bexçeyekî Adem diafirîne û piştre jî ji parsuyên wî Hewa çêdike. Di roja heftemîn de Xweda bêhna xwe vedide.

Avesta -Zerduştî

Di baweriya Zerdeştiyan de jî pêşî wext heye. Her tişt ji wextê bêsînor derketiye. Wextê bêsînor Ahura Mazda diafrîne û şeş kesên din. Piştî Ahura Mazda Ehrîmen çêdibe. Ew jî bi xurûr û hesûdiyê tijî ye. Ahûra Mazda dinyê diafirîne piştre jîndaran û di dawî de jî mirovan diafirîne.

Li Gorî Êzîdiyan

Li gorî baweriya Ezîdiyan Xwedê heft asîma, erd, roj û heyvê diafirîne. Piştre Adem û Hewa diafirîne. Melek Tawis jî alikariya xwedê dike û Adem ji rê derdixe. Melek Tawis melekekî bi xirûr e, îsyanî xwedê dike û piştî ku cezayê xwe dikişîne tê efû kirin.

-Di baweriya wan de axiret tune ye. Dinya li gorî emelê însanan him dibe cenet, him jî dibe cehenem.

-Hurmeta wan gelekî ji çûk û maran re heye. Ev jî ji baweriyên kevn tên

-Qurban heye

-Vaftîz heye

-Reenkarnasyon heye.

Di zargotina Kurdî de Hebandina Avê û Pîrozbûna Avê: Pîrozbûna avê xwe dispêre serdemên arkaik. Di mîtolojiya Kurdan de di afirandina dinyê, afirandina xweda, xwedavendan de av pîroz tê qebûl kirin. Di nav hemû milet û baweriyan de av pîroz e.

-Di mijara mîtEn afirandinê de av hêmanê sereke ye. Di hemû pirtûk û xetên pîroz de jî mirov ji hesilandina avê û axê hatiye afirandin.

-Av paqijiyê temsil dike, qirêjên nefsanî û yên berbiçav paqij dike. Gava zarok tên dinyê tê şuştin û wexta ku dimire jî dîsa bi avê tê şuştin û tê veşartin. Li ser gorên wan jî av tê reşandin.

-Li gorî Xiristiyanan jî zarokên nû çêdibin li dêrê tên vaftiz kirin ku bibin Xiristiyan

-Xelkê Mûsevî jî wekî Xiristiyanan diketin çemê Urdunê û dihatin paqij kirin.

-Xelkê Ezidî jî diçin Lalişê û pitikênxwe bi ava spî dişon û pîroz dikin.

-Her sal bi hezaran Hîndû jî ji bo xwe ji gunehan paqij bikin dikevin ava Ganjê.

Avên Pîroz

-Ava spî li Lalişê ji bo Êzidiyan pîroz tê qebûl kirin. Divê her Êzidiyek di emre xwe de herî kêm carek xwe bi ava Kaniya Spî bişo û paqij bibe.

-Ava Kewserê li gor baweriya Kurdan ji bihuştê diherike dinyê. Ji şîr spîtir û ji hingiv şirîntir e. Miriyên ku bêguneh ji pira siratê derbas bûne, ava vê hewza pîroz vedixwin, paşê derbasî bihuştê dibin.

-Ava Zemzemê jî li ba Misilmanan pîroz e. Kesên ku diçin hec, wekî rîtuelekî gerek ava zemzemê bixwin û vegera xwe re kuzek av jî bibin cinarên xwe re. Wateya zemzemê, ava gur, ava bedawî ye. Li gor Tewratê, dîya Ismaîl, Hacer li çolê li beyabanê Mekkeyê bê av, mirinê re rû bi rû dimîne. Nişkeva milyaketek (Cebraîl) tê û cihekî nîşani wan dike ku bikolin û wexta ku dikolin av dikele û paşe ev ava dibe ava zemzemê. Tê bawerkirin ku ev av mirovan têr dike û tîna wan dişkêne. Cihê ev av jê peyda bûye ku navê wî Kabe ye, bi destê Pêxember Îbrahîm û Îsmaîl hatîye avakirin. Tê bawerkirin ku meha Muherremê, ava Zemzemê hemû çavkaniyên rûerdê dadigire.

Av, di baweriyên natil ên kurdan de

Mirov di xewna xwe de avê bibîne; dibêjin av ronahî ye, avayî ye, firehî ye

Gava zarokek avê birijîne û diya wî pê bixeyide, tê bawer kirin ku wê di wê malê de tiştek xerab biqewime, lazim e jinik bibêje ”tiştek nabe, av ronayî ye.” Tê gotin meriv tûyu avê bike guneh e. Lewre dibêjin ku av ji rûyê pêxember e.

Meriv gava ava germ dirijîne, divê meriv bibêje “bismîla!” . Dibêjin heger meriv ewha nebêje an cin û pêrî an zarokên wan wê bişewitin.

DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE HEJMARA HEFT

Hejmara ‘heft’ê ji qonaxa qedîm heta niha hema bêje bala hemû gelan kişandiye û wesfên xwedayî û wesfên derasayî hilgirtine û gelek caran bi erkên qenc, hinek caran jî bi erkên xirab hatiye bikar anîn. Her çi qasî di nav gelan de pirozî û razdariya hinek hejmaran bên qebûlkirin jî, hejmarên heft û çil di serî de, hejmarên sê, çar, şeş, donzdeh jî bala mirovan kişandiye. Hejmara heft, hema bêje di hemû dîn, bawerî, mîtolojî, tasavvuf û zargotinê de cihekî giring girtiye û gelek bûyer û cih bi navê ‘heft’ê hatine binavkirin.

Çawa dîrokê di qonaxa sumeran de dest pê kiriye, dîn û mîtolojî, wêje û hûnerê û hwd. jî di qonaxa wan de dest pê kirine. Berê ewil sumeran giringî dane hejmara ‘heft’ê û gelek wate lê bar kirine. Ji qonaxa qedîm de bûyerên xwezayî bala mirovan kişandiye lê belê wateya wan tê dernexistiye. Wekî lehî, birûsk, erdhêj, sotin û hwd. Loma ev bûyer nîşana nerazîbûna xwedayan hesibandiye. Peywendiya hinek bûyeran bi hejmaran ve girêdane. Heft bi zanînê ve, çar bi tekûziyê ve, sêzdeh bi bêyomiyê ve girêdane…

Di nav gelek çand, dîn û zargotinan de cihê heftê girîng bûye, mînak; gotin û rîvayetên di pirtûka pîroz Tewratê de li gorî bûyera aferîşê dinya di şeş rojan de ava bûye û Xwedê roja heftan ango roja sebtê (şemiyê) bêhn vedaye. Li gorî êzdiyatiyê jî dinyayê roja yekşemê dest bi çêbûne kiriye û roja şemiyê qediyaye. Di gelek çandan de ev bawerî heye. Heft gerestêrkan, li ser gelan tesîreke mezin hiştiye û wateya xwedayî li heftê bar kiriye. Erd û ezman heft tebeqe ye.

 Di pirtûkên pîroz de tê gotin ku Xwedê hemû gerdûn an di şeş rojan de afirandiye, roja heftan westa xwe hildaye an jî di heft rojan de gerdûn afirandiye. Her rojekê tiştek afirandiye û her tişt di nav heft rojan de pêk hatiye. Vê baweriyê di nav jiyanê de têgeha “hefte” aniye holê. Divê mirov jî hefteyekê bixebitin lê di nav vê hefteyê de rojekê jî westa xwe hildin. Li gor olan, ev roja bêhnvedanê yan şemî ye, yan yekşem e yan în e, yan jî çarşem e.

Di baweriya îslamê de jî dinya di navbera şeş rojan de hatiye afirandin. Li gor Taberî ku dîroknasê sedsala 9’an e, di rîvayetên ku wî wergirtine de, Xwedê roja yekşemê dest bi afirandina gerdûnê kiriye; erd roja yekşemê, Adem jî di dawiya roja înê de afirandine. Gelek wext piştî Adem, ji nifşa wî gelek kes ji rê derketin û tiştên xirab kirin loma Xwedê ji bo wan ‘tofan’ rakir. Amadekariya tofanê heft rojan didome. Di Mîtosa sumeran de tê gotin ku tofanê heft roj û heft şevan dewam kiriye, wekî dinya di heft roj û şevan de hatiye afirandin. Wexta ku baran sekinî Nûh kevok şand derve û kevok heft rojan firiya paşê vegeriya keştiyê.

Di zerdeştiyê de bi tevî Ahura Mazda, heft Ameşa Spenta hene. Di baweriya Mîtrazmê û Manîhîzmê de hejmara heftê wekî hejmarteke Xwedayî hatiye pejirandin. Di Quranê de heft hejmarekî sembolîk e. Minak; dojeh bi heft tebeqe ye. Xezeba ji qewmê ad re heft şevan dom kiriye. Firavûn di xewna xwe de heft dewarên qelew û heft dewarên weza (jar) dibîne. ( Her dewarek salekî, dewarên qelew bereketê, zêdebûne; dewarên jar jî xelayê û tunebûnê dinimîne. ) Sureya Quranê ya yekem Fatîha heft eyet in û esas û bingeha Quranê dihewîne.

Li ser dinyayê heft parzemîn hene û mirov wekî dinyayeke piçûk xwedî heft endamên laş e; du ling, du mil, zik, gewde û serî. Dîsa tê bawerkirin ku tiştên herimîne divê di heft avan de bên şûştin paşê paqij û helal dibin. Di mîtos û efsaneyan de tê bawerkirin ku darek heye û heft cure mêwe lê şîn dibin.

 

Efsane

Hemû cureyên vegotinên gelêrî bi awayekî têkildarî hev in û bingeha xwe ji gotin û vegotinê digirin. Efsane û mît gelek caran ji dêvla hevdû ve jî tên bikaranîn.

Weke mînak em dikarin bibêjin ku, Kawayê Hesinkar ji aliyekî ve efsane ye û di heman demê de jî ji bo nasnameya “netewî” mîtoseke bîngehîn e. Ne tene ji bo Kawayê Hesinkar, ji bo Şahnameya Firdewsî jî em dikarin heman tiştan bibêjin. Firdewsî bi afirandina dinyayê û mirov dest pê dike(mît), dûvre behsa tiştên din ên derasayî dike(efsane) û devra behsa leheng(Ristemê Zal-Destan) dike.

Li gor Şeref Boyraz(2008) di nav berdewambariya cureyên vegotinên gelêrî de efsane piştî mîtan tê.

Efsane, ne wek dîrokê bi temamî xwedî yek taybetiyê ne. Çawa ku hin netewe ji aliyên ziman, rewşa civakî û adetên civakî ve dişibin hevûdu, her wiha çîrokên wan jî dişibin hevûdu. Ev jî nîşan dide ku hemû mirovatî ji heman kokê ve peyda bûne û veqetiyane li ser şaxên curbicur. Ji ber vê yekê tu efsane nîne ku ne melez be. ” (K. Fewzî, h. g. , r. 934)

Wekî ku gelek efsaneyên ereban ji xurafeyên eceman îlham girtine, mîtolojiya yûnanî ya dêrin ku îro di edebiyata erebî de di cihên bala de ye, tê de gelek xurafeyên Rojhilatê hene. Jixwe ‘Tîtan’ên ku di xurafeyên yûnanan de hene ku rojhilatî ne, ew çi bin, ‘Dêwên Heftserî’ yên di çîrokên kurdan de jî her ew in. Em dikarin bibêjin ku xurafeyên kurdan, ji ber ku rojhilatî ne, ji yên din qedîmtir in û bêguman îlhama xwe jî, ji wan negirtine. Çêdibe ku di navbera wan de aliyên hevpar hebin. Lê belê ne ku kurdan jî ta ji serdemên pêşî de hin tişt nedinasîn û bi hin tiştan bawer nedikirin. Helbet ‘Kea’, ‘Rea’, ‘Hîra’, ‘Apollon”, ‘Mînrew’, ‘Zeûs’ û hwd. ên wan jî hene. Lê ya girîng ev e ku divê mirov van ji xurafeyên kurdan derxîne û dayne pêş çavnêriya lêkolînî ya zanistê…” Yıldırım, K. , Pertev, R. , Aslan, M. , h. b. , r. 43

Diyar dibe ku Fewzî li hember hinek îdîayan hewl dide îspat bike ku folklor û mîtolojiya kurdan jî hene û kurd di vî warî de ji yên din ne kêmtir in. Divê ev mîtolojî bi awayekî zanistî were vekolîn, yanî daxwaza vejandinê heye. Fewzî amaje bi mîtolojiya kurdî ya berê Îslamiyetê jî dike: “Gelek kesên ku dijberî me ne îdîa dikin ku xurafeyên me tunene û yên hene jî piştî Îslamiyetê pêk hatine. Kurdê ku dînê xwe wek bi awayekî neteweyî pejirandiye, çawa dibe ku xurafeyên xwe bi çarçoveyeke dînî û ne neteweyî tîne holê! Bi rastî jî ev cihê daxê ye ku divê li ser bê fikirîn. ” K. Fewzî, h. g. , r. 935.

Penase

Efsane ji peyva afsane ya farisî tê. Bingêha xwe apasanha ya zimanê awestayî digire ku ev jî tê wê wateye ku; behskirin e. (nisanyansozluk)

Di kurdî ev tişt bêtir; çîrok, hikaye û ji bo meseleyan tê bikaranîn helbet peyva keramet, sihr û efsunê jî mirov dikare bi efsaneye ve şîrove bike.  

Di zimanê rojavayî de legend, legend, saga tê bikaranîn.

Carl-Herman Rilhagen wisa dibêje: Efsane weke ş’irê ye, lê malê rastiyê ye jî, efsane parçeyekî jîyanê ye.

Boratav ji bo efsaneye dibejê ku, taybetmendiya sereke ya efsaneye ew e ku mijara baweriyê ye; tiştê ku ew vedibêje rast, wek k udi rastiyê de qewimî ne tên qebûlkirin. Li cem Birayên Grimm jî pênaseya efsaneye weha ye; Efsane, hikayeyeke ku derbarê cîh, rûdan, şexsekî rastî an xeyalî tê gotin. (vgz. Sakaoglu 2013:21)

Di efsaneyan de çend gotinên hevpar hene:

  • Efsane li gor vebêjer di wextekî dîrokî de derketiye
  • Bi rûdaneke dirokî ve hatiye girêdan
  • Bi şexsekî (rast an xeyalî) hatiye girêdan
  • Efsane li gor vebêjer li cihekî rast derketiye
  • Efsane li gor vebêjer hikayeyeke rast e.

Max Luth dibêje: efsane, hikayeyên k udi rastiyê de çêbûnê ne. Li gorî Kenneth W. –Mary W. Clarke jî efsane; hikayeyên derbarê hadîse û şexsan in ku derdora wan bi baweriyên rast an jî mihtemelen rast hatine dorpeçkirin. (veg. Sakaoğlu 2013:22)

A. George dibêje; Efsane, hikâye an jî vegotinek e ku bi paşeroja nêzik an jî dîrokî ve girêdayiye û bi vebêjer û guhdarvanan ve têkildar e û ji hela wan ve tê bawerkirin. (Georges 1971:5).

Li gorî tabloya Bascom, efsane div ê tabloyê de weha cîh digirin;

Form Bawerî Dem Cih Helwest Karakterên Bingehîn
Efsane Rast Dema Nêzîk Dinyaya niha Pîroz an jî ne pîroz Mîrov-jîndar

Efsane ew e ku mijara baweriyê ye; tiştê ku ew dibêje rast, wek k udi rastiyê de qewimîne tên qebûlkirin.

Di efsaneyan de:

  1. Efsane ew vegotinên derbarê cihekî, kesekî, an jî rûdanekê ne.
  2. Ne xurt be jî baweriyek di nav wan de heye
  3. Derasayibûnek di nav van vegotinan de tê xuyakirin. Ev derasayîbûn dibe ku derbarê kes, cih, an rûdanê bixwe be.

Di derbarê belavbûna efsaneyan behsa sê qeîdayan dike:

  1. Qeîdeya derbarê kokê
  2. Qeîdaya cihguhertinê
  3. Qeîdeya adaptebûnê.

Xebatên li ser Efsaneyan û Polînkirina Wan

Di sedsala 19mîn de dest pê dike. Pêşengê van xebatan Birayên Grîmm tê.

Li gorî polinkirinê efsane din av çar beşan de tên dabeşkirin:

  • Efsaneyên tekildarî afirandina dinyayê û dawiya wê.
  • Efsaneyên têkildarî dîroka medenî û efsaneyên dîrokî
  • Hêz û heyînên derasayî
  • Efsaneyên dinî

Têkiliya efsaneyan bi cureyan din re

Hemû vegotinên gelêrî bi awayekê bi hevdû ve girêdayine û tekiliyek di navbera wan de heye. Mît, efsane, destan, çîrok, çîrokên gelêrî…

Efsane-Mît

Her du jî bi baweriyê ve girêdayiyê. Di mîtê de baweriyek xurt heye lê di efsaneyan de bawerî qels e. Mekan û karakterên mîtan bêhtir dinyayeke din e, di efsaneyan de mekan bêhtir ev der e. Leheng jî ne dûrî me ne.

Efsane-Çîrok

 Ji hêla mekan, wext û karakter ve ji hevdu cûda ne.

Efsane-Destan

Motîf heman tişt e. Kesekî an jî rûdanekê heke derkeve pêş dibe efsane.

 

DESTAN 

Destan cureyek ji vegotinên gelêrî yên ku hem motîfên mîtolojîk hem jî efsanewî vedihewîne.

Wek cureyên din rûdana destanan jî têkildarî pêdiviyên civakî û çandî ye û belkî ji wan cureyên din bêhtir hest û ramanên gelekî an jî civakekî vedihewînin. Lewra ji aliyê teşeyê ve ji vegotin ên gelerî yên din yên wek mît, efsaneyan cuda be jî , bêhtir bi naveroka xwe derdikeve pêş û ji ber vê yekê jî wek cureyek vegotinên gelêrî tê nirxandin.

Di kurdî, farisî û her weha tirkî de jî destan, wek peyv nêzîkî heman wateyên jorîn tê bikaranîn. Di kurdî de, di Ferhenga Kurdistan ya Gîwî Mûkrîyanî de wateyên peyva destanê wek çîrok, çîrçîrok, rezik, beserhat, qewatî, serbirde, kevneşop, xebroşk hatine destnîşankirin.

Di binavkirin û watedayînê de hinekî cîyewazî heye û ev yek di kurdî de jî derdikeve pêşberî me. Ji ber ku wek cureyeke edebiyata gelêrî”destan” behtir ji bo hîkayeyên qehremanî tê tên bikaranîn û eger ev yek wek bingeh bê dîtin ji bo destanên kurdî ji nûve pêwîstiya polînkirinê derdikeve holê.

Celîlê Celîl ji bo vê cûreya edebiyata gelêrî ku tê de cengawerî û qehremanî heye peyva biyanî, “epos”ê bikar tîne. Lê ji bo vê cureya vegotina gelêrî peyva “destan” di cih de xwiya dike. Ji ber ku gava mirov li wateya wê ya farisî jî dinêre heman ûnsûrên cengawerî derdikevin pêş. Çi yên kurd û çi yên biyanî destan, ango epos bi piranî xwedî teşeyeke menzûm in û ji gotinên li hev hatî û muzîkahengî pêk tên.

Karadag (2014:36)dibêje ku mîtolojiyê bingehê destanan amade kiriye û keresteyên ku di destanan de tên bikaranîn jî ji mîtolojiyê hatine girtin. îlyada û Odysseîa yên Yewnanan, Şahname ya Farisan dikarin wek mînakên vê yekê bên dayîn.

Cûdatiyeke din jî ew e ku destan xwedî nasnameyeke neteweyî ne. Hinek destan xwedî nivîskar, hinek jî gelêrî ne.

Bi giştî dikare bê gotin ku di resenî ya xwe de hemû destan ji hikayeyên dinav gel de belav bûyî hatine berhevkirin û derbasî nivîsê bûne kû îro ev kes wek “nivîskar” ên van destanan tên naskirin.

1. DESTANÊN XWEDÎ NIVÎSKAR

Mebesta xwedî nivîskar ew e ku ji bo wan destanê referans bi navê kesekî dîyar tê dayîn

DESTANÊN YEWNANÎYAN

Destanê herî girîng yê yewnanîyan 2 heb in. Îlyada û Odysseia ne Homeros wek “nivîskar” ê Îlyada û Odysseia wan tê zanîn. Îlyada ku mijara wê şerê Troya yê ye ji bîst û çar beşan pêk tê. Odysseia jî dewama Îlyada ye û li ser serpêhatiyên Odysseus disekine.

DESTANÊ LATÎNIYAN

Aeneas; Ev destan jî binyada xwe ji edebiyata Yewnanî digire û ji aliyê Vergilius vê hatiye nivîsîn ku tê de serboriyên lehengî bi navê Aeneas cih digirin. piştî ketina Troyayê Aeneas pêşengiya kesên ku ji Troyayê xelas bûne dike û bi keştiyekê ji xwe re li welatekî digerin. Keştîyan wan pişti 7 salan digihijê Efrîqayê. Ev destan di derheqê buyeren ku di serên wan de derbasbuye.

DESTANÊN FRANSÎYAN

Kilama Roland: Klama Roland di nav destanên Fransî de wek destana herî kevin û mezin tê binavkirin. Dîroka nishaya herî kevin sedsala 12 mîn e. Di dawîya destanê de navê Turoldos hatiye nivîsîn, lê derbarê vî navî îdîayên curbicur yên wek gelo ev navê nivîskar e an navê kesê ku neqil kiriye?

DESTANÊN PORTUGALÎYAN

Os Lusidas: destana netewî ya portugaliyan eku mijara wê li ser keşifkirina rêya behrê ya Hindistanê ye. Lehengê destanê jî Vasco de Gama yê keşifkerê portugalî ye.

DESTANÊN ÎTALÎYAN

Destanên Commedia; Ev desatana Dante (1265-1321) ye ku wek yekemîn şaîrê êpîk yê îtalî jî tê nasîn. Sê beşan pêk tê, Cehennem, araf û cinet.

Gerusalemme Liberata( Qudsa Rizgarbûyi): Destaneke din ya İtalî jî Qudsa Rizgarbûyî ye ku ji aliyê Torquato Tasso ve di nîveka duyem a sedsala 16 emin de hatiye nivîsin. Wek ji navê wê ji diyar dibe mijara destanê Seferên Xaçparêzan e.

DESTANÊN EREBAN

Destana Antere; Ji bilî rojên Ereban ku şer û pevçûnen çolan vedibêjin, herweha Destana Antere (Romansa Anter) jî heye ku dibejîn jı aliyê El Asmai (739-831) ve hatiya nivîsin an jî ji alîye wî ve derbasî nivîse bûye.

DESTANÊN FARISAN;

Şahname an jî Destana Şahan: Destana Farisan ya hêri girîng û navdar Şahname ye ku ji alîye Ebû Qasim Mensûr ê bi navê Firdewsî tê naskirin ve hatiye nivîsin. Rûdanên vê destanê di nav gelên Îranê de bi awayekî devkî dihatin gotin û îro jî tên gotin.

DESTANÊN HÎNDÎYAN

Du destanên hindî yên navdar hene ku ew jî Ramayana û Mahabarata ne. Di nav wan de ya kurt Ramayana ye. Ramayana; Wateya wê rêwîtiya Rama ye. Ev destan bi tevahî ji 24 hezar malik û 7 pirtûkan pêk tê û bi Sanskrîtî hatiye nivîsîn, mijara wê rûdanên di navbera salên 2000 û 900 (B. Z) de ne.

Mahabarata; ji destana Ramayana dirêjtir ê ku ji bo Hîndûyan pirtûkeke pîroz e. Ji nêzîkê 100 hezar malik û 18 beşan pêk tê ku di nav de gelek motîfên mîtolojîk û unsurên qehremanî jî cîh digiri.

 

2. DESTANÊN GELERÎ

Ev destaneyên li vir hatine dayîn bêhtirî ew destanên ne xwedî nivîskarin û loma wek gelerî hatine binavkirin

DESTANÊN SPANIYAN

El Cîd( Seyyid): Mijara vê ş’ira lehengî derbarê qehremanê navdar ê spanî Rodrigo Diaz de Vivar e (1040- 1099) ku leqebê wî El Cîd Campeador e. El Cîd peyva Seyyîd a erebî ye û campeador jî tê wateya hostayê şer, cengawer.

DESTANÊN GİRAVÊN BRÎTANÎ

Di nav destanên Grava Brîtanî de sê destan derdikevin pêş ku ew jî ev in.

Beowulf; her çiqasî mijara destanê û rûdanên di destanê de li Skandînavyayê derbas bibin jî wek destana herî kevin ya Îngilîzan an jî angola-saksonan tê naskirin. Rûdanên derbarê lehengê bi navê Beowulf di sedsala 8 emin de derbasî nivîsê dibin. Zêdeyî 3 hezar rêzikên vê destanê hene û nivîskarê wê nayê zanîn.

Dîwana Arthur; Dîwana Arthur; Vegotineke din jî Dîwana Arthur ê ku rûdanên derbarê Qral Arthur vedibêje. Li gorî van efsaneyan Arthur li himberî êrîşên saksoniyan pêşengiya parastina Îngilistanê dike. Ev rûdan wek çîrok û efsane di nav gel de belav dibin û hozanên Anglo-Norman ji van çîrok û efsaneyan vê destanê çêdikin. Robîn Hood; Robin Hood lehengekî din ê navdar ê Îngilîzan ê. Derbarê wî gelek çîrok û efsane hatinê gotin û film jî hatine çêkirin. Serboriyên vî lehengê gelêrî di sedsala 14-15 mîn de derbasî nivîsê bûne.

DESTANÊN ALMANAN

Destana (Nibelungenlied) (strana Nibelungiyan): destana herî girîng û netewî ya Almanan ê. Nisheyên herî kevin ên nivîskî yên sedsala 13 mîn in(P. Z) lê destan ji rûdanên sedsalên 5-6 emîn ên bêriya xirîstaniyê pêk te.

DESTANÊN FÎNIYAN:

Kalevala (Dîyarê Cengaweran): Wek ya Almanan ev destan ji wek destana netewî an fîniyan tê dîtin. Di sedsala 19 mîn de bi pêla hestên netewperwerîyê fîniyan ji dest bi berhevkirina destan û mitolojîya xwe kirin.

 

DESTANÊN SÛMERÎYAN

Destana Gilgamêş;

Ev destan wek destana herî kevin ya nivîskî jî tê dîtin ku dîroka wê digihîje 4000 sal berê Berî zayînê bi 2 hezar salan ev destan li ser kevalan hatîye nivîsandin. Destaneke navdar a Rojhilata Navîn e ku berî Îsa pêxember hatiye nivîsîn. Destan li ser çermê Xezalan hatiye nivîsîn. Faris îdia dikin Destana Gilgamêş bi di bingeha xwe de bi farisî ye, lê kurd jî îdia dikin ku di bingeha xwe de bi kurdî ye. Ji ber ku farisî û kurdî du zimanên Hint Ewropî ne û nêzî hev in, ev nîqaş jî bi salan e naqede. Kurte Çîroka Gilgamişê; Şeweyekî berfereh ya vê serhatiyê (mîtê) di nivîseke Akadî de heye, ku ev nivîs ji pirtûkxaneya Assûrbanipal li Nînovayê ye.

Gilgameş ku ji sê para didu xweda ye û ji sê para yek mirov e, li ser welatiyê xwe li Urûkê desthilat e. Ji ber xwesteka mirovan, xwedayan weke hêza ku li dijî wî be Enkîdû afirand. Enkîdû dehbeyek e ku laşê wî bi pirç e û bi lawiran re dijî. Piştî têkiliyên wî bi rahbikekê re, nêzîkî şêweyên jiyana şahristanî dibe, ”dibe mirov”. Paşê Gilgameş wî vedixwîne şerekî, di vê pevçûnê de herdu jî bi ser nakevin û dibine hevalên hev û din. Paşê herdu bi hev re karên mêranî dikin. Herdu diçin Humbaba dikujin. Humbaba dehbeyekî çiyayên Zagrosê ye. Piştî ku herdu heval vedigerin Urûkê, Îştar xwedaya jin (di nivîsên beriya Akadê de navê wê weke „Înanna“ hatiye nivîsîn) ji Gilgameş dixwaze ku bibe mêrê wê, lê Gilgameş ev xwesteka wê bi pozbilindî bi paş ve vegerand. Îştara hêrs bûyî, „gayê ezmanan“ dişîne şerê wî, lê Gilgameş bi alîkariya Enkîdû wî gayî dikuje. Xweda biryara kuştina Enkîdû didin ji ber ku tevil kuştina “Humbaba” û “gayê ezmanan“ dibe. Qedera Enkîdû dihêle ku Gilgameş ji rastiya mirinê haydar bibe û êdî dikeve ser gera li pey sirra jiyana bê dawî. Ew ji ava mirinê dibore, ji bo ku „Utnapîştîm” bibîne. Wî bi tenê heta hingî bêmirinî peyda kiribû. Ew jê re behsa giyayê bêmiriniyê di binê deryayê de dike. Gilgameş bi kelekvanê Utnapîştîm re diçe û wî giyayî dibîne, lê beriya ku karibe ji giyê bixwe marek tê û giyayî direvîne (ji ber vê yekê mar dikare xwe ciwan bike, dema kirasê xwe diguhere). Paşê Gilgameş vedigere Urûkê û bajarê xweyî gelekî xweş nişanî kelekvanî dike.

Helbestvan Kawa Nemir ev kevintirîn dastana cîhanê wergerandiye zimanê kurdî. Ji aliyê din ve rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul jî şanoya bi navê Gilgameş (ji aliyê Orhan Asena ve hatiye nivîsîn) wergerandiye Kurmancî. (1)

 

DESTANA KURDAN

Kela Dimdimê; Di nav Kurdan de bi navê Dimdim, Dimdim Xanê Kurda, Beyta Xanê Kurda, Xanê Lapzerîn, Xanê Çengzeîn, Kela Dimdim u Emerê Celalî jî tê binavkirin. Destan li ser rûdaneke dîrokî ava bûye û ev mijarjî di pirtuka bi navê Tarix-î Alamaray-î Ebbasî ya dîroknasê wê demê İskender Beg Turkmanî de cîh digire. Lê xuyaye ku ev rûdan di nava gel de bi awayeke destanî belav bûye. Mijara destanê, serhildaneke Kurdên Kurdistana Îranê li hemberîŞahê Îranê ye. Kurdên herêmên Tergever, Mergever, Biradost Uşnû tevî vê serhildanê dibin.

Ev çîrok di nav Cami’eyê Risaleyan û Hikayetan de jî cih digre. Çîrokeke lehengî û berxwedanê ye. Di dawiya çîroka xwe de Bazîdî jî zikir dike ku ev destan ji hêla Meleyê Bateyî jî û ji devê dengbêjan jî hatiye ristin û di meclîsan de hatiye xwendin guhdarî kiriye. Dû re bi vê mijarê Mustafa Salîh Kerîm di sala 1960î, Ordîxanê Celîl di sala 1966an Ereb Şemo di sala 1966an û Jan Dost jî di 2011ê de berhemên xwe weşandin. (2)

Cureyên Destanan

Heda Jason jî cureyên destanan wiha diyar dike

1 Destanên dîrokî ( Epîkên, Slaviyên Başûr, Hindistan, Mahabbarata, illiad)

2 Destanên netewî ( Bylny ‘ yên Rûsî, Sahnameya, Farisî

3 Destanên gerdûnî ( Gilgamişî Sumeriyan; Herakles; Ramayana, Beowulf)

4 Destanên Romantîk ( Odyssey; Destanên Asya ya Navîn )

5 Destanên Mitik ( Enûma Elîş; Ullikummi ya Hîtîtan)

6 Destanên carnivalesque (karnavalesk) ( veg. Chyet 1991:76)

 

ÇAVKANÎ

1. https://ku. wikipedia. org/wiki/Gilgam%C3%AA%C5%9F_(destan)

2. Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî.

3. Mêrdîn: Zaningeha Mêrdîn Artukluyê.

4. Keskîn, Necat; Folklor û Edebyata Gelerî, Avesta, İstanbul, 2019

 

Amadekar: Xwendekarê Zanîneha Artukluyê Beşa Kurdolojiyê ya Lîsansa Bilind

Yasemîn – Evdilah – Receb – Argeş – Selamî – Mehmet Emîn

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply