Selika Çîrokên Zarokan

Çîrokên ji bo zarokan girîng in. Di rewşeke bêdewletbûn, bê dibîstan, bê perwerdeyî de, ango ji bo zarokên kurdan girîngiya wê dubare ye. Zarokên kurdan di bin dagirkeriya dewleteke nîjadperest de, bi fermana qedexebûna zimên de, ji neçarî di dibîstanan de xwendin û nivîsîna  zimanê xwe ê netewî fêr nebûn, zimanê netewa serdest a fermî  di dibîstanên dewleta dagirker de fêr bûn.

Belê, zarokên kurdan di  7 saliya xwe de di dibîstanê de zimanê fermî ê dewleta dagirker fêr bûn û dibin. Alfabe û tevahiya pirtûkên dibîstanê bi tirkî ne. Di dema berê de pirtûkên çîrokên ji bo zarokan jî bi tirkî bû. Wê demê qet pirtûkên çîrokên zarokan ên bi kurdî tunebû. Niha herçiqas rewşa dibîstanan û perwerdeya fermî wek berê bidome jî, ji derê dibîstanan nivîskarên kurd pirtûkên ji bo zarokan dinivîsin û weşanxaneyên kurdan ew diweşînin.

Êdî zarokên kurdan bi kurdî dikarin pirtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin û çîrokên ku ji bo zarokan hatine nivîsîn bixwînin. Heta kesên mezin jî ku di zaroktiya xwe de pîrtûkên çîrokên zarokan nexwendine, bi dilxweşî dikarin wan pirtûkan bixwînin. Min bi xwe jî di biçûkiya xwe de qet pirtûkên kurdî ên ji bo zarokan nedîtibû û nexwendibû, lêbelê niha weke zarokek ez pirtûkên zarokan dixwînim.

Dema min pirtûka Xanima hêja Muzeyyen Sagniç Epozdemîr û hêja Kek Bedirxan Epozdemîr xwend, min di Facebook, Twîter û Întegramê de vê peyama xwe parve kir; min got : “Zarokno vê pirtûka hêja a çîrokên kurdî bixwînin ku hûn bi zimanê zikmakî bigehêjine tehma çîrokan. Pirtûka “Selîka Çîrokan”li zarokên kurd pîroz be! “

Xanim Muzeyyen Sagniç Epozdemîr keça nivîskar û lêkolînvanê hêja, kurdê welatparêz Feqî Huseyîn Sagniç e. Maşallah keça wî û herdu kurên wî Azad û Ferhad Sagniç, hersê jî bûne nivîskar. Di gel wan newiyê wî jî rojnamevan, nivîskar û analîzvan e.

Pirtûka “Selika Çîrokan” di nav weşanên “Doz”ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 54 rûpel e. Pirtûk bi wêneyên rengîn li gor naveroka çîrokan hatiye xemilandin. Di pirtûkê de şeş çîrok û helbesteke dirêj hene. Ez ê naveroka şeş çîrokan na, lê sernavê çîrokan binivîsim û behsa naveroka çîrokek bikim. Naveroka pênc çîrokên din jî bila wek meraq bimîne ku xwendevanên mezin û zarokên kurd wê bikirin û bixwînin.

Serrnavê şeş çîrokan ev in: 1 – Kumsorê, 2 – Gurê Dengbêj, 3 – Gengbêjên Bajêr, 4 – Dûvê Mamê Rovî, 5 – Mamê Rovî û Tiriyê reş, 6 – Gur û Rovî bûn heval. Helbesta ku di dawiya pirtûkê de bi cîh bûye sernavê wê “Serxwebûna Mirîşkan” e. Helbest a Cigerxwîn e. Di rûpela herî dawî de jî derbarê jînegeriya herdu nivîskarên pirtûkê kurtejiyana wan hatiye nivîsîn.

Di pêşgotina pirtûkê de herdu nivîskar diyar dikin ku; wan van çîrokan ji bo zarokên 4 – 9 salî amade kirine, lêbelê mezin jî dikarin bixwînin. Herdu nivîskaran ji bo ku çîrok sivik û xweşik bêne xwendin bi zimanekî hêsan û li gor pedagojiyê nivîsîne û wêneyên baldar bijartine. ew hêvî dikin ku; kurteçîrokên di pirtûkê de ne, tama çîrokan, bi zimanê dayikê bide zarokên kurd.

Min gotibû ez ê behsa naveroka çîrokek bikim. Min çîroka herî kin/kurt hilbijart. Di nav netewa kurd de gotinên pêşiyan gelek in, yek ji wan jî gotina “Rovî têr e, tirî tirş e.” Ev gotina pêşiyan gotineke pir mane ye. Heger mirov dûr û kûr li ser bifikire, ji vê gotinê gelek tişt derdixe. Piraniya gotinên pêşiyan bi çîrokan têne gotin. Yanî gelek çîrokên gotinên pêşiyan hene ku di edebiyata/wêjeya devkî a kurdî de têne gotin.

Çîroka gotina pêşiyan a bi sernavê “Rovî têr e, tirî tirş e.” di pirtûka “Selika çrokan” de di çîroka bi sernavê “Mamê Rovî û Tiriyê Reş” de hatiye rave kirin. Çîrok bi kurtahî weha ye; Rojeke Mamê Rovî birçî bûye û li xwarinê digere. Lêbelê tişteke xwarinê nabîne. Ew birçî, belengazî û bêhêvî digere, ji nîşka ve dibîne ku li ser hinzêla mêwan, tiriyê reş weşî, weşî zeliqîne.

Mamê rovî li tiriyê mêze dike av ji devî dîçe. Ew ji xwe re dibêje; “Yeqîn ev tirî gelek xweş e, ji rengê wî xuya ye ku wekê hingiv e. pêwîste ku ez têra xwe van tiriyên xweş bixwim.”

Rovî bi kêf diçe di binê dêliya tirî de disekine. ji bo ku weşiyek jêke radibe ser herdu piyên xwe ên paşî. xwe bilind dike, serê xwe dirêj dike, lê nagîşe weşiya tiriyê. Ew dibîne ku nikare xwe bigihîşîne weşiya tiriyê, dev jê ber dide û bi dilekî xemgîn li tiriyê dinêre û axîn dikşîne, dibêje : “Yeqîn ev tirî jûr e, ne yê xwarinê ye.” Ew dê ji tiriya tirş çi bike. Dê zirarê bide diranê wî.

Gotina bav û kalan ku dibêjin “Gava devê rovî nagihêje tirî, dibêje tirşe. “

Xwendevanên ezîz û zarokên şêrîn, pênç kurteçîrokên din jî naveroka wan balkêş e û hemû jî hêjayê xwendinê ne. Bi taybetî hevaltiya Gur û rovî gelek balkêş e. Vê pirtûkê bikirin û bixwînin, min ew xwend, hûn jî bixwînin.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply