Pênase û Taybetmendîyên Çîrokan

Pênase û Taybetmendîyên Çîrokan

Di Kurmancî de ji bo vê cureya vegotinê, navên wekî çîrok, çîrvanok, çîrçîrok, kurteçîrok, xeberoşk, xemîşok, mesele, meselok, metelok, serborî, serpêhatî, serhatî, hîkaye û hwd.tên bikaranîn. Di kirmanckî de estaneke, sanike, di Soranî de çîrok an heqeyat tên bikaranîn.

Ev gelek navên cuda ji alîyekî dewlemendî ye lê ji bo zanistê jî pênasekirin û binavkirinekê heye.

Li gor Celîlê Celîl, çîrok ku ji koka çêr ku tê wateya peyv, axaftin, gotin.

Wîllîam Bascom di xebata xwe de, mît, efsane û çîrok li gor bawerî, dem, cih, helwest û karakterên bingehîn ji hev cuda kiribûn. Di dabeşkirina bascom ya navborî de çîrok bi vî awayî cih digirin.

Form/cure Bawerî Dem Cih Helwest Karakterên bingehîn
Çîrok Çekirî Her dem Her cih Derveyî olê/ Sekuler Mirov an jî ne-mirov

 

Bascom çîrokê wiha pênase dike:

Çîrok,  vegotinên pexşanî ne ku çêkirî tên qebûlkirin. Wek dîrok an jî dogmayê nayên qebûlkirin. Dibe ku bûbin an jî nebûbin û ne ewên ku bi ciddîyet bên nirxandin. (…) Çîrok, dibe ku di cih û demeke nedîyar de hatibin honandin û di vê wateyê de, bê cih û bê dem in.

 

Pertew Naîlî Boratav jî dibêje;

Çîrok, wek vegotineke kurt ku pexşanî tê gotin, ji tore û bawerîyên olî serbixwe, bi temamî xeyalî, ji rastîyê dûr û ne xwedî îdeayeke pê bawer bike, tê pênasekirin.

 

Salîm Sakaoglû jî dibêje ku çîrok,

Cureyeke vegotina devkî ye ku hinek ji lehengên wê ajal û heyînên derasayî ne, rûdanên tê de li welatê çîrokan derbas dibin, ligel ku xeyalî ye jî dikare guhdarvanan bide bawerkirin.

Li gor pênaseyan Çîrok, cureyek ji vegotinên gelêrî ne ku bi piranî pexşan in; di nava sedsalan de di nav gel de hatine gotin. Bi awayekê devkî ji nifşekê bo yên din hatine veguhastin; di nav vê gotinê de kes û rûdanên derasayî hene; destpêk û dawîya wan bi qaliban diqede û têgehên dem û cih ve ne girêdayî ye. Piranî ji rastîyê dûr in û xeyalî an çêkirî ne. Li gor van pênaseyan taybetmendîyên çîrokan jî dikarin wiha bên nîşankirin;

  • Xeyalî ne û çêkirî ne.
  • Tê de leheng û rûdanên derasayî yên wek dêw, cin, hûtê heftserî û hwd. hene
  • Bi rêya dev belav bûne.
  • Bi qaliban ve destpêdikin û dîsa bi qalibgotinan bi dawî dibin.

 

ji alîyê şekil û vegotinê ve jî propp taybetmendîyên çîrokê wiha nîşan dide;

  • Di çîrokan de rastî tuneye. Vebêjer wekî ku bûyer rast çêbûye bi tonên axaftinê û jestan ve behs dike.
  • Dînamîkên çalakîyê di çîrokê de cih digirin, vebêjer û guhdarvan bi çalakîyê ve eleqedar in.
  • Çîrok ji rastîyê dûrbin jî dîsa xeyal û ramanên mirovan û yên civakê vedihewînin.

 

Nêrînên Derbarê Çavkanîyên Çîrokan

Sê nêrîn hene:

a) Ekola Mîtolojîyê-berî dîrokê

Ev nêrîn bingeha xwe ji brayen Grimm distîne û nûnerên vê ekole dibêjin çîrok ji mîtan derketîye.

b) Ekola hîndolojîyê-dîrokî

Nûnerên vê ekolê jî wek ekola mîtolojî an jî ya berî dîrokê Hindistanê wek çavkanîya sereke nişan dikin. Ew dibêjin ku çîrok di nav demen dîrokî de teşeya xwe standîye û belav bûne.

c) Ekola antropolojîyê- nêrîta etnografîk

Rexneyên li ekola mîtolojî û hîndolojîyê bingeha vê nêrînê pêk tînin.

Dibêjin bingeh çîrokan ne mîtolojî ye, lê jîyana şaristanî yanî jîyana mirovayetîyê bixwe ye. Navenda şaristanîyê li gelek cihên cuda hatine avakirin ji ber wê çavkanîya çîrokan jî ne tene li cihekê derketîye.

1. Fonksîyonên Çîrokan (An jî çîrok ji bo çi tên gotin?)

– xweşwextderbaskirin

– taybetmendîyên civakê

– mayîndebûna rewşan, xeyal û ramanan

2. Polînkiriina Çîrokan

Li gor mijar, karakter, naverok, çîrok tê kategorîzekirin. 

Hin polînkirin hene, li gor Hans- jorg Uther wisa ye;

  1. Çîrokên ajalan
  2. Çîrokên sehrê
  3. Çîrokên olî
  4. Çîrkên rasteqîn
  5. Çîrokên dêvên bêaqil(hût,şeytan)
  6. Henek û anekdot(pêkenok)
  7. Çîrokên Formuleyî(zincîreyî)

 

3. Binyada Çîrokan

Çîrok wek gotineke pexşanî li ser hin bingehan ava dibe.

  1. Beşên Çîrokê
  2. Qalibgirtinên çîrokan

– Foormelên destpêkê

– Formelên gewde(girêdan)

– Formelên dawî

– Formelên hejmarî

  1. Dem di çîrokê de
  2. Cih di çîrokê de
  3. Karakterên di çîrokan de

 

4. Çavkanî û Xebatên li ser Çîrokan

Çîrok çavkanîya xwe ji gel digire bi gelek armancan, şêweyan, fonksîyonan ve didome.

4.1. Mînakên pêşîn ên çîrokan

Panchatantra

Panchatana(pênc, rê,destur,rêgez), mînaka herî navdar ya çîrokan e ku bi zimanê resen ê Sanskirîtî ne û li Hindistanê hatine berhevkirin. Berhevkarê vê berhemê Vishnu Sharman ê ku di sedsala duyemîn berîya zayînê de jîyaye. Ji lêkolînerekî li ser Panchatantra, Patrîck Olîvelle dibêje ku; Dibe ku ev pirtûk ji hîkayeyên Bûdîstan bi navê Jataka Tales(çîrokên Jataka) an jî Mahabarata ya Hîndûyan çavkanîyên xwe girtibin. 

Aesop(Ezop) û fablên wî

Tê bawerkirin ku Aesopê Grekî di navbera 620-560î de jîyaye û fablên wî wek Aesopîca jî tên zanîn.

Di navbera çîrokên Ezop û yên kudi Panchatantra û çîrokên Jataka yên Bûda de cih digirin hevparîyek xuya dike ku ev jî dibe sedema nîqaşan.

Çîrokên Hezar û Yek Şevê

Wek çîrokên Erebî bên zanîn jî motîfên Îranî jî tê de xuya dikin û di çîrokan de cih Îran e.

Fablên La Fontaine

Di serdema piştî ronesansê ji alîyê La Fontaîne (1621-1695) hatîye nivîsîn.

 

4.2. Xebatên zanistî yên li ser çîrokan

Brayên Grîmm wek pêşeng tên dîtin.

Brayên Grîmm

Jacob Ludwig Carl(178-1863) û Willhelm Carl Grimm (1786-1859), hem zanyan, zimannas hem jî lêkolînerên çandê ne.

 

Antti Aarne(187-192) û tîpolojîya çîrokan

Folklornasekî Fînî ye. Xebatên pêşî li Helsînkî paşê Rûsya, Danîmarke, Almanya, Swêd jî dewam kirîye.

Çîrokan di sê kategorîyan de polîn dike. Piştî vê dîsa rewîzeyên wî hene. Wek destpêk polînkirin ev;

  1. Çîrokên ajalan
  2. Çîrokên ji rêzê
  3. Çîrok û pêkenok

Stith Thompson(188-1976) û motîfên îndeks

Di warê xebat û tesnîfa çîrokan de zanyarekî girîng e.

Vladimir Propp(188-1970) û morfolojîya çîrokên derasayî

Ev folklornasê Rûsî, polînkirina Aarne Antti rexne û xebatên deme yên folklornasên rûsî rexne dike dike, dibêje ku çîrok divê li gor fonksîyonên xwe bên analîzkirin ku binyada çîrokên derasayî pêk tînin.

Ew dibêje ku karakter bên guhertin jî çalakîyên ku karakter dikin wek hev in. Bi vê nêrîna xwe Propp di çîrokan de 31 fonksîyonan dibine û ev çalaki di çîrokên asayî de ji hela heft karakteran ve tên kirin.

 

4.3. Dinav Kurdan de xebatên li ser çîrokan

Xebatên pêşî yên li ser çîrokan bi awayê berhevkirî Mela Mehmûdê Bazidî dike.

Di sedsala 19-20emîn de jî bi rêya rojname û kovaran ve xebatên folklora kurdan pêş dikeve.

Kemal Fewzî di kovara Jînê de yekem car li ser çîrokên kurdî nivîsandîye. Berawirdîyên bi çîrok û efsaneyên gelen din re jî kirîye. Herweha behsa berhevkirina çîrokan jî dike û rê nişan dide.

Brayên Bedirxanî, Celadet Alî û Kamûran Alî Bedirxan û Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr

 

Hecîyê Cindî (98-1990) û Emînê Evdal (1906-964)

Berhevkarinên xwe bi navê Folklora Kurmanca di 1936an de li Erîvanê diweşînin.

Xebateka Hecîyê Cindî ya ji şeş cildan pêk tê navê berhemê Hikyatêd Cimaata Kurda ye.

Malbata Celîlan

Zarokên Casimê Celîl, Ordîxan, Celîl, Cemîla Celîl di qada kurdî de û di qada folklorê de berhevkarî kirine.

 

Pêkenok

Pêkenok bi awayekî puxtedar û nuktedar ragihandina bûyerekê yan ramanekê dikare bê pênasekirin.

Ji bilî “pêkenok” ji bo vê cureyê di ferhengê de gotinên wek; pêkenî, metelok, meselok, qelîbotk ûfiqre cih digirin.

Pêkenok wekî cureyên edebiyata gelêrî yên din ne dirêj e û yek ji taybetiya wê ew e ku tê de motîf cih digirin. Di jiyana rojane de li ser her mijarê pêkenok hatine gotin; lewma sînorên wê gelek berfireh in. Pêkenok gelek caran ji ber rexnekirina reftarekê yan jî bi ravekirina, mînaknîşandana ramanekê derdikeve holê. Lewma di gelek pêkenokan de peyamek heye. Di jiyana rojane de çiqasî xeyal, girî, şîn hebe ewqasî jî ken, kef jî heye. Bi kenî mirov carek din jiyana xwe sererastdike.

Ji vî alî ve pêkenok, anekdot, mîzah din av hemû civakan de roleke sereke digre. Ji bo ken û kêfxweşiyê, ji bo meseleyek bi zimanekî xweş bê çareserkirin an jî bi bê famkirin pêkenok tên gotin.

Loma pênaseyekê bi vî rengî dikare bê kirin; Pêkenok din av vegotinên gelêrî de binbeşeke çîrokan eku pirs û pirsgirêkên ku di jiyana rojane de tên dîtin, ji bo rehetkirin û kêfxweşkirina rewşê, bi awayekîkenokî û di heman demê de rexneyî tîne ziman. Lewma, li gor cureyên din di jiyana rojane de dimekanên cuda de em pirtir metelokan dibihîzin. Bi alîkariya pêkenokan, mirovên xwediyê nirxênçandî yên hevpar wateya peyaman yan jî sembolan têdigihin. Di pêkenokan de “çîrok” li ser bûyerekêyan jî ramanekê ava dibe.

Sadinî bal kişandiye ser sedema derketina pêkenokan û rola pêkenokan a ku dersekê didin mirov û dibêje;

“Pêkenok ew bire çîrokên ku ji mijareke jiyanê ya qewimiye çêbûye û di nava gotina wê de henek,gelte, qerf, hîcîw û pêkenîn hebe û mirovan bi ken baldar û birdar bike. Herweha tiştekî bi şekle îmayê nîşanî mirovan bide ku mirov ji bo xwe dersekê jê bigire.”

Bozarslan jî derbarê pêkenokan de bal kişandiye ser taybetiya pêkenokan a kenandina mirovan ûgotiye; “Di pêkenokên gelî yên kurdî da tiştê girîngtirîn yanî tiştê ku hin peyvan ji peyvên adetî cuda dike ûdike pêkenok, digêre pêkenok, bêguman “unsurê kenê” ye. Mexsed ji “unsurê kenê” ew tişt e ku dibesemedê kenê, rê ji kenê ra çêdike, kenê tîne meydanê.”

Taybetiyên Pêkenokên KurdîWekî her cureyeke edebiyata gelêrî pêkenok jî xwedî hin taybetiyên xas in. Bi saya van taybetiyênxwe yên xas kariye bi awayekî devkî bigihê heta roja me. Di gotar û pirtûkên derbarê mijarê de bi giştîqala van taybetiyên pêkenokan hatiye kirin. Taybetiyên pêkenokan bi giştî ev in:

  1. Pêkenok pexşankî ne. Pêkenokên helbestkî tune ne lê di hin pêkenokan de bes beşên biçûk ên

biderb helbestkî ne.

  1. Şayesandinên dûrdirêj di pêkenokan de tune ne.
  2. Di piraniya pêkenokan de, bûyer alîkariya tîp tê vegêran. Ango pêkenok li ser tîpekî ava bûne.
  3. Pêkenok kurt in û bi saya vê taybetiya xwe di bîra civakê de mane û bi sedan sal in hatine gotin

 

ÇAVKANÎ

1. https://ku.wikipedia.org/wiki/Gilgam%C3%AA%C5%9F_(destan)

2. Bilge, E. (2013). Ji Hêla Naverokê Ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî. Mêrdîn: Zaningeha Mêrdîn Artukluyê.

3. Keskîn, Necat; Folklor û Edebyata Gelerî, Avesta, İstanbul, 2019

 

Amadekar: Xwendekarê Zanîneha Artukluyê Beşa Kurdolojiyê ya Lîsansa Bilind

Yasemîn – Evdilah – Receb – Argeş – Selamî – Mehmet Emîn

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply