Çîroka Qazwînî

Mirovekê Qazwînî (Qazwîn bajarekê Îranê ye) dixwaze nexşa/neqş şêrekî li pişta xwe deq bike. Dere hinda nexşkarekî. Ji nexşkar(neqşkar) ra dibêje:

-Ez dixwazim tu li pişta min neqşa şêrekî çê bikî.

Nexşkar dibêje:

-Dibe, tu xwe li ser zik dirêj bike, ez derzî û avrengên xwe bînim û dest pê bikim.

Qazwînî xwe dirêj dike, nexşkar tiştên xwe digre tê û dest bi çêkirina neqşê dike. Bi dû çend lêxistinên derzîyan, Qazwînî ji ber êşa derziyê nahewe û dibêje

-Tu niha çi yê şêr çê dikî?

Nexşkar:

-Ez boça şêr çê dikim.

Qazwînî:

-Dev jê berde. Ez ji ber êşa derzîya te mirim, şêrê pişta min bê boç jî dibe.

Nexşkar çêkirina boçê berda, dest bi çêkirina gohê şêr kir. Hindikî li ser şixulî neşuxilî Qazwînî kir qêrîn û ji nexşkar pirsî:

-Tu îcar çi çê dikî?

Nexşkar:

-Gohê şêr çê dikim.

Qazwînî:

-Dev ji gohan berde, serê derziyê di hestîyê min ra derin ez dimrim. Goh ne lazimin.

Bi vî awayî nexşkar şêrek bê boç bê ling, bê goh û bê nig çêkir. Paşê Qazwînî li nînikê mêzekir. Şêrê pişta wî ne li şêr ne jî li tiştek din dere. Got:

-Kekê te çi li pişta min çê kirîye?

Nexşkar:

-Min şêrê te çê kirîye.

Qazwînî:

-Ma te şêr nedîye, tu çewa ji vî wêneyê li tiştekî nare(naşibe) ra dibêjî şêr?

Nexşkar:

-Ji berxwedana te ya ber êşa derzîya min ra hew şêrek wisa çê bû. Te hindek din jî berxwe bidawa, min ê jî hindik din xweştir çê bikira.

 

Wergêr: Mehmet Eroglu

Çavkanî: Mesnewiya Mewlana

Derbar ziman

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply