Çîroka Pisika ku xwe Mirîşk zendikir

Ev çîroka ji bo 4 salîyan e

Hebû tunebû, carek ji caran, rehmet li dê û bavên guhdaran;

Komek dîk û mirîşkan li daristanekê bi bextewarî dijiyan. Rojekê ji mirîşkan yek çû seyranê û dema dimeşiya ji pişt çaliyan/devîyan dengên gelek ecêb hatin. Şok bû! Û pisikeke nûbûyî dît. Mirîşk bi fikiraya ku diya wî ew berdaye, pisik bi xwe re bir. Mirîşk fikirî û got “Tevî ku di nav çolan de têra xwe germ e jî, ev pisikê piçûk li vir xwarinê nikane bibîne!”. 

Çizmeli Kedi masalı, masal oku! - Bilgi Zamanı

Wî, pisîk di nikila xwe de girt û anî cihê ku lê dijî. Dîk û mirîşkên din ji vê rewşê matmayî man. Mirîşkê got: “Erêêê…” û wiha domand: “Ev pisik wek mêvanê pitik hat cem me, heta ku mezin bibe divê em lê xwedî derkevin.”

Belê, hemû dîk û mirîşkan pisika biçûk di nav xwe de qebul kirin, gotin mêvanê pitik nayê red kirin. Keçik bi saya mirîşkan têr dibû û dema mezin bû bi wan re dilîst. Lêbelê, her ku roj derbas bûn, wan dest pê kir ku hin xerîbîyan bibînin. Mînakî, wan qet dengê ‘mîyawww’ ji pisîkê nebihîstiye. Pisika bextreş û bêbext, ji ber ku gelek wext bi dîk û mirîşkan re derbas kiribû, carinan dengê -uuurruu derdixist û carinan jî dengê -gidgggidak derdixist. Digel ku mirîşk û dîkan ev rewş pir ecibandin jî, lê difikirîn ku ew ê çawa pisîkê fêrî mîyaw kirinê bikin.

Çizmeli Kedi Masalı Oku | Klasik Masallar

Ji ber ku roj li pey wan rojan diçûn, dexl(ekîn) hatiye çinîn, pitik şîn bû, qelaw bû û mezin bû. Lê dîsa jî nikarîbû ji gidggidakk û banga wek dîk ‘uuurrruuu’ wêdetir biçûya. Mirîşka ku di wextê berê de pisîk dîtibû, ji bo vê pirsgirêkê çareser  bike dest bi xebatê kir. Difikirî ku ger pisîkek din bibîne, ew dikare fêrî mîyawkirinê û tevgerên din ên pisîkan bike, mirîşkê hevalê xwe pisik bi xwe re rakir û çûn. 

Ew hindik çûn, pir çûn, nav çem û newalan re çûn. Wan erdekî pisîka dîtîn ku li pişt 7 çiyayan gelek pisîk lê dijîn.

Pisîkên ku wê axê diparêzin tavilê rastî mirîşk û pisikê hatin. Di destpêkê de wan fikirîn ku mirîşk dixwaze pisikê biêşîne. Di vê navberê de pisikê bi ‘gidgidakan’ xwest ku rewşê vebêje, lê pisîkên ku axê diparêzin bi kena re ketne xwarê.

Çizmeli Kedi masalı, masal oku! - Bilgi Zamanı 

Di vê navberê de pisîkek ku ji nêçîra mişkên kor vedigeriya, hat cem wan û bi miyawkirinê got “Kurêêê minnnn”. Pisîka ku winda bûyî bi heyecana dîtina bavê xwe firiya hewayê û kêfxweş bû. 

Dema ku ev dîmena xweş hat dîtin, fêmkirin ku pisîk demeke dirêj berê bi xeletî winda bûye û malbata wî qet nedîtiye.

Ev gera ku hatibû plankirin ku pisik careke din mîyawww bike, bi dîtina wê ya malbata xwe bi dawî bû û pisik bi malbata xwe re her û her li welatê pisîkan jiya. 

Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply