“Mîrzeyê Piçûk” a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan de klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin.”Mîrzeyê Piçûk” bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin. Li gor daxuyaniya Weqfa Saint-Exuperyê berhem herî dawîn li zaravayê hassanyaya erebî hat wergerandin. Zaravayê hassanya li herêma Sehraya …
Read More »Barê Êzingan (Pêkenok)
Rojeke zivistanê zilamekî gundî barek êzing (darên hişk ên şewatê) hazir dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê ku bibe bajêr bifroşe û li şûna wê ji bo malê pêdiviyên xwe bikire. Behnekê diçe, qederekê ji gund dûr dikeve, digîhêje pîremêrekî. Dinêre ku pîremêr jî …
Read More »Kurte Nivîsa Siyabend û Xecê
SIYAMEND(SIYA EHMED) Û XECÊ Hey hebû hey tune bû, ji malbeteke koçeran keçeke wan hebû navê wê Xecê bû. Xecê di mala babê xwe de kemilî hate çaxê mêran, ciwanekî Farqînî hebû navê wî jî Siya Ehmed bû. Demek hat Siya Ehmed û Xecê yekûdu dîtin, dema ku …
Read More »Reşê Şevê-(Çîrok)
Hebû tunebû, mêrikek hebû. Mêrik yekî pir xemsar û tiral bûye di mala wan de tu tişt tune bûye ku bixwin, jina wî xwe bi xwe fikiriye gelo mêrê xwe çawa ji mal derxîne. pîştre fikrek hatiye hişê wê ziviriye gotiye : “Mêrik hela rabe. Mal xirabo! derva kade dibare …
Read More »Çîroka Xapandinê
Zeman dîroke bû, dem demê berê bû, meselokek wiha qewimî bû. Wextekê di nava miletê Kurd cotyarî û çandinî kêm bûbû. Ziwahî ketibû zevî û genimê. Hewcedarên miletê navçeya Qubîn’a (Beşîrî) Êlih’ê ketin rê û çûn Sîlwana Amedê ku ji bo xwe genim bikirin. Gundekê Sîlwanê ciwanek li rexê rê …
Read More »Yekçav, duçav, sêçav (Çîrok)
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû li welatekî pir dûr, jinek û sê keçên wê hebûn. Navê keça mezin Yekçav bû, ji ber ku li eniya wê çaveke wê hebû. Navê keça navîn Duçav bû, ji ber ku wekî hemû mirovan du …
Read More »Sofî û Cïranê Wî (Çîrok)
Li herêma Serhedê Bajarê Muşê, li gundek wê pêk hatiye. Mirovek hebûye, di gun de neçûye nava gel, şîn û şahiyan. Rojek Cejna Meha Remezanê de, Xanima wî di çe bal rûsipî û xizmên xwe. Ji wan re dibêje: “Ka çareserekî ji me re bibînin ; zilamên min mirovek zana ye lê naçe mizgeft û nava mirovên xwe.” Heyet û rûsipî bi hev dişêwirin: “Ka em çi bikin.” Mirovek Temenê wî mezin û rûspî dibêje : “Bila mele û çend kes herin cejna wî û jê re hin nesîhet û şîretan bikin ?” Ev pêşniyar tê pejirandin û dibêjin: “Bila seyda û çend kes herin ziyareta wî.” Mele Qur’ana xwe û hin pirtûkan digre bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bikin. Diçin Mala camêr demsal payîz û hinek berf barî bû. Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike. Di avahiya wî de pêxîrik (şomîne) hebûye darên berû avîtiye pêxirî agir gur bûbû. Camêr hinek Pîvaz avîtibûye nava agir ji ber sermayê ku bixwe. Bi xêr hatina wan dike rêz û qedir ji wan re digre û dipirse “Kerem kin gelo we xêr e seyda û rûsipiyên xwe ve hatine cejna min.” Seyda dibêje: ”Birayê delal hûn nayênê bal me û civata me, lê em hatine ditîna te û malbata te. Ger ku destûra te hebe em ê hinek Quran bixwînin, ji bona bereketa mala te û miriyan.” Mebesta seyda jî ew bûye ku hin tesîrek li camêrî bike, ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin ez ê guhdarî bikim ger ku bikeve çokên min ez ê kêfxweş bibim.” Seyda ji Sûreya Beqerê çend ayet dixwîne û şirove dike. Rûyê seyda jî dirêj û xweşik bûye . Dema seyda dixwîne camêr digrî, seyda bi xwe bi xwe dibêje : “Dilê camêr dişewite.” …
Read More »Behlûlê Dîn
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî …
Read More »Dêlegur (Çîrok)
Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema …
Read More »Cilên Nû Yên Qral
Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû… dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…