Tag Archives: Çîrok

Bavo hê zivistan maye

Wexta berê, mirovekî pir dewlemend hebîye. Wext axlêve bîye, radibe diçe qişlê/zozana mêzeke ji bo pezê xwe bibe qişlê. Bala xwe didê lê dinêhêre, bilbilek ser hêlîna xwe sekinîye diwîtîne “Wîte wîta” wî ye. Camêr dibê “êdi bahar e, ya herî baş ez herim pezê xwe bibime qişlê.” Ev camêra …

Read More »

Pereyê du û bêhna kebabê

Xizanek di kêleka dikana kebabfiroş de derbas dibu. Kebabfiroş goşt li şîşan dixist û li ser rûyê agir dipijand. Bêhna goştê sorkirî li hewa belav dibu. Ji bona ku mêrê xizan û bêçare birçî bu û perê wî jî tunebu ku kebabê bixwe, perçeyek nanê hişk ji kîsê xwe derxist …

Read More »

Hacêya Dîn

Hacer, bi kurte navê xwe Hacê, zaroka malbatekî feqîr, belengaz û bê îdare bû. Wek zar û zêçen gund di nav bê derfetîyê de, bê doxtor, bê ebe, bê nexweşxane her wiha di şert û mercên dijwar de dayîka wê ew di mal de anîbû dinyayê. Pîrika hemû zarokên gund …

Read More »

TEYRÊ SÎMIR Û GELIYÊN WÎ

Sîmir kelîmeyeke Kurdî ye û din av gelan de Zûmrûdê Anka jî tê zanîn. Ev çûka ku tê dawiya emrê xwe xwe dişewitîne, ji xweliya xwe nû ve çêdibe û çûkek mîtolojî ye. Çîroka Sîmir kamilbûna ezêtiyê ye. Tevahiya çukan wer bawer dikin ku Sîmir zana ye û wê sîmir …

Read More »

Pisîk Goşt Naxwe Lê Mişk Pola Dixwin

Zelamek ket ber mirinê, bang li kurê xwe kir û jê re got: -Kurê min, vaye dem hat. Ez dimirim. Yek wesiyeta min heye, baş guhê xwe bide min. Min tu tişt ji te navê. Ne isqat, ne qurban ne sedeqe. Yek tiştî ez ê bêjim te, lê tu soz …

Read More »

Gayê Belek

Mêşek pîs xwe bi xwîna gayekî qut û lawaz qelew kiribû, her ji danê sibhê ta demê cot û berdanê wî ew şerenqa xwe “ya ku ji serê derziyê ziravtir û ji neşterê tûjtir bû” di çermê wî re dikir; ji teniştê derdikir diçû di piştê re dikir, paşê firrek …

Read More »

SILOYÊ DERPÊ BIPÎNE

Bi temenê xwe ji min mezintir hevalekî ji Wanê ji min ra ew çîrok (bi rastî serpêhatî ye) gotibû. Li gundekî jinek Brûkî û hevserê wê mirî bi çend zarokên xwe bi hêjarî dijîn. Kurê wê Silo kesekî netebitî, malkor, diz û çi karên nebaş henin hemî li cem wî …

Read More »

Kurikê Ku Parsêla Cenetê Difiroşe

Jinek li ser rê dibîne ku kurikek rûniştiye çoyê xwe girtiye erdê xêz dike. Ev bala jinikê dikşîne, bi rûkenî jê dipirse: Ji bo çi erdê xêz dikî? Zarok: Ez erdê cenetê parsel dikim û difiroşim. Jinik zanibû ku erdê cenetê nayê firotan lê jê re: Ka parselekî bide min, …

Read More »

Evîna Germ, Mirina Sar

Ruştî xortekî zerîn, çavên wî hişîn, porên wî çûr, bejnbilind, bi pal û pişt û bi dest û pê bû. Bejn û bala wî û girêdan û timtêla wî bi dilên merivan bû. Bi gorî rêzik û rêzanên civakê tevdigerîya û cîwanekî rûnerm, delal û zîrek bû. Birayê çar qîz …

Read More »