Forum

Hezîran, 2021

  • 10 Hezîran

    WA HATİME DELALÊ MİN

    ji nav guleyan nav baranên kîmyewî ji kozikên agiran derketime ji dûrrr hatime,   dilopên xwînê rijiyaye di ser xeyalên min de wa hatime delalê min li ber derê te me   wekî dîrokekê jibîrkirî nexşeyekê rêya xwe şaş kirî evdalekê ezmûnkirî û stranekê qedexekirî   wa hatime delalê min li ber derê te me teniya evînê dirije ji bijangên …

  • 9 Hezîran

    Deriyek bi xêr

    Min pir ber xwe da, lê nebû. Dibêjin qedere te ye, rizqê te tê de tune ye. Rizqê min li ku ye, di çi da ye? De wê jî bibêjin! Lê dizanim hûn nikarin bibêjin. Hûn ji ber xwe de deng dikin. Min umrê xwe di vê riyê de da, ji vê şûnde ez ê çi karî bikim. Heta niha …

  • 8 Hezîran

    Sebrullah Mela Elî: Min jiyana xwe bo Kurdî terxan kiriye

    Mamoste Sebrullah Mela Elî jiyana xwe ji Kurdî re terxan kiriye û ev nêzî 40 sal zêdetir e her pirtûk, rojname, kovar û nivîseke kurdî li kû derê hebe peyda dike û bi deste xwe arîşveke mezin berhev dike. Heta di arşîva wî de pirtûka ku 100 sal beriya niha bi nivîsa dest hatiye nivîsandin û tê de nivîs û …

  • 7 Hezîran

    Rêzehevpeyvînê Jina (21) – Gulnar Elî

    Di gel helbestvan, mamosta û nivîskar Gulnar Elî Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Gulnar Elî – Li asîmanekî bi mij û dûman, di nav pirça jiyanê de, gundekî biçûk, ji dengê avê sermest dibû hatim û peyvê li dergehê vîna min xist, bûm zêrevanê ristan û ziman bû sirûdeke …

  • 7 Hezîran

    Dara demil tinin

    Dara demil tinin ku tenê li grava Socotra ya Yemenê şîn dibe bi şikil û şêweyê xwe cudaye. Ji demarên nava wê xwîn diherike, her ku şaxek wê jê dikin ew xwîna ji navê diherike ji bo dermanên cuda cuda dixebitînin. Dara binavê demil tinin ango dara bixwîn ku navê xwe ji şiliya nava xwe ya bi xwîn girtiye. Her …

  • 5 Hezîran

    Par vî çaxî derketibûm Bazîda Jorîn

    Par derketibûm Bazîda Jorîn, çûbûm serdana Xanîyî, jêra gorê kendal e Keçekê duaya mirazan dinehwirand; gava li min fetilî, min dît ku Kejal e Qederê em anîbûn cem pîrê mamosteyan, lê armancên me cuda bûn ji hev Li vê cîhanê rasthatineke seyr bû, lewra min gote dilê jar: “Êdî menale!” Min merhebatî da Kejalê bi xatirê bav û birayên ku …

  • 5 Hezîran

    Erka ziman û têkiliya hiş û zimên

    Peydabûn, pêşketin, erk û fonksiyona çalakiyên zimanî ji destpêkê ve bûye mijara lêkolînan û bala fîlozofan û fikirdaran kişandiye. Arîsto digot armanca ziman ew e ku tiştekî yan fikrekê bi zelalî rave bike. Di vê çalakiyê de, derbirîna tiştên nava hişî esas e. Jixwe heta ku fikir di nava hişî de bimîne û dernekeve derve, nikare çalak jî bibe. Çalakiya …

  • 4 Hezîran

    KOSÎ Û ÇÎVIK (Çîrok)

    Rojekê ji rojan, kosîyeke li bin dara ku çîvik li ser hêlîna xwe çêkiribû bêhna xwe vedida. Kosî bi qerfokî bi çivîkê re xeber da: ” Çiqas xanîyê te kevin û bê ewle ye. Bi guliyên şikestî hatiye çêkirin, banî wê tune û çors e. Ji xerabtiyê wê da; mijtirê (li gorê min) min hişkoyê min ji  hêlîna te yê …

  • 3 Hezîran

    Franz Kafka Nasbikin

    Franz Kafka di 3ê Tîrmeha 1883an de hatiye dinyayê. Di 3ê Hezîrana 1924an de mir. Ew yek ji nivîskarên navdar û resen ên edebiyata cîhanî ya nûjen e. Di vê nivîsê de li ser Franz Kafka hertişt heye Franz Kafka yek ji nivîskarên navdar û orîjînal ên edebiyata cîhanî ya nûjen e. Ew di Tîrmeha 1883an de wekî yekem ji şeş zarokên Hermann …

  • 2 Hezîran

    Xezal û Delîl

    Kormê kuçika bi stûya min ve bû; ji vê şûnde nikarim li rûyê kesî mêze kim. Paşgotina min ne çiya hîştin ne jî Ewrupa, li her derê belav bûye. Her kes behsa min dike. Dibêjin: Xortê bekar çûye tûşê jinebîyekê bûye, malik li xwe şewitandiye. Kes pê nizane, lê min ji we jinikê hez kiribû. Min di we jinekê de …