Xezal û Delîl

Kormê kuçika bi stûya min ve bû; ji vê şûnde nikarim li rûyê kesî mêze kim. Paşgotina min ne çiya hîştin ne jî Ewrupa, li her derê belav bûye. Her kes behsa min dike. Dibêjin: Xortê bekar çûye tûşê jinebîyekê bûye, malik li xwe şewitandiye.

Kes pê nizane, lê min ji we jinikê hez kiribû. Min di we jinekê de dayika xwe dîtibû. Ax daye! Sedema vê halê min tu yî. Ji rûyê te de ez bûm beniştê devê xelkê. Dost û neyar qirfên xwe bi min dikin. Xwezî ez bimirimaya da ku dîsa neketibûmaya vî halî.

Ewil dilê min bi feqirî û bêkesiya jinikê şewitibû. Du zarokên jinikê hebûn, mêrê we ew berdabû, lêxistibû û çûbû. Jinik bi du zarokan ve bi serê xwe hiştibû. Temenê me nêzî hev bû; em herdu jî 25 û 26 salî bûn. We kar û barên paqijiya dibistanê dikir, ez jî li eynî dibistanê mamoste bûm. Em aşiqê hevudu bibûn.

Me dizani têkiliyê me qedexe bû, guneh bû. Qedehbûna civakê û gunehbûna Xwedê li ser me metirsiyek mezin û barekî giran bibû, lê me guh nedida wê. Jixwe kesî nekarî li pêşiya evîna me bigire. Me di cîh de dil berdabû hevdu. Kesî me tunebû. Me bi êşên bêkes teselî dida hevdu. Em herdu jî dûmayînekê bêdawî bibûn. Ez li dûmaniya dayika xwe, ew jî li dûmayina mêrê xwe bû.

Qedexebûna civakê xeternak bû, gunehbûna Xwedê jî şîrîn bû. Me nedikarî herin mala min; çimkî malekê min a cihê tune bû; ez bi bavê xwe re dimam. Bavê min, çîrokekê din bû. Têkiliya wî jî bi jinan re hebû. Tim jin dianîn malê û her jin şanî min dikir û digot: Ew jin dayika te ye. Lê wisa nedibû. Jin diçûn û dihatin, tenê navê dayika min dihat guherandin. Min fehm kiribû ku tu nêta bavê min a zewicandinê tune bû. Ew bûbû beredayîkekî serê xwe. Li ber çavên min bibû Casanovayekî Kurd. Min hêvîya xwe ji bavê xwe birrîbû. Jixwe dayika min jî bi mêrikekî ve reviyabû. Ez rebenê Xwedê bi tenê serê xwe mabûm. Min çareyek ji xwe re digerîya. Paşê min Xezal dît û ez jî aşiqê we bûm.

Navê we yî rasteqîn ne Xezal bû. Lê ew li ber çavên min wek xezalan bû. Wê dilê min dagirtibû; ez jî tim di dilê wê de bûm. Bi her halî eşkere bû ku em hevdu dixwazin. Di navbera me de xwesteka zayendî hebû. Li dibistanê her kesî têkiliya me dizani, lê kesî bi lêv nedikir. Me jî da nav, li ber çavên her kesî de di nav de çûn. Qedexebûna civakê û gunehbûna Xwedê nedihat aqilê me.

Di payîzê de ez çûm malê we. Gava ku şev dibû we zarokên xwe radizand, paşê telefonê min dikir û digot: Xezala te benda te ye. Ez diçûm mala Xezala xwe û em bi hev re şa dibûn. Me gelek şevên xweş bi hev re derbas kirin. Tabî haya her kesî ji têkiliya me hebû. Min xetereya civakê li dû xwe hiştibû û şerma Xwedê jî li ser xwe avêtibû. Em mîna jin û mêrê hevdu dijîyan. Tenê şev diçûm ba we. Me şev hevdu didît. Roj kar û barên me hebûn. Me nedikarî ji hev dûr kevin. Jixwe cîhê karê me eynî bû. Yek caran canê me pir dixwest bi hev re şa bibin. Hingê em herdu hêdîka û bêdeng derdiketin ji dibistanê û me karê xwe xilas dikir şûnde dîsa vedigeriyan dibistanê.  Her kesî dizanî, ji bo çi em bi hev re diçûn derve, lê kesî denga xwe nedikir. Mîna bibêjî ku di navbera me de peymana bêdengiyê hatibû birîn. Lê paşgotinên me gehiştibûn hemû dost û neyarên me.

Rojekê bavê min ji min re gotibû, dest ji wê jinikê berde. Tu yê bi jinebîyekê bi du zarokî çi bikî? Min heman di cîh de bersîva wî dabû û ew bêdeng kiribû: Tu here li jinikên xwe mêze bike. Ji wê şûnde bavê min tiştek ji min re negotibû. Lê min dizanî dema rojên xweş xilas bûbû, di dorê de rojên nexweş hebûn. Jixwe wusa jî bû.

Xezala min pir ditirsiya û tim digot: Dawiya têkiliya min tune ye. Tu yê dest ji min berdî. Min bi sond digot, mirin heye terîkandin tune ye, ez qet Xezala xwe bernadim. Lê carekê kurmê gumanê di mejiya wê de liviyabû û kurmê gumanê wê benê dilê min jî dikojit. Civakê ew têkiliya me neperijandibû. Min nedizanî ez ê bi zarokên ne ji min çi bikim?

Şeş meh di ser têkiliya me de derbas bûbû. Dawiya biharê hatibû, ji mehan jî gulan bû. Xezala min dest ji karê dibistanê berdabû. Paşê mesajek ji min re şandibû û gotibû: Vê mesaja min a dawiyê. Min biborîne. Min bibexşîne. Ez ê vê numarê bigirim. Ez niha li bajarekî din vî mesajî ji te re dişînim. Vê bizane ku min tenê ji te hez kir. Min di te de mêrbûn dît, dizanim te jî tenê di min de dayika xwe dît. Lê dema mezinbûn û veqetandina me hatiye. Zarokên min gir dibin. Ne civakê têkiliya me diperijand, jixwe li ba Xwedê jî em gunehkar bûn, em zînakar bûn. Bi wan qedexe û gunehan me nedikari têkiliya xwe bidomînin. Em nedikarin malekî nû ava bikin. Em nedikarin dest bi jîyanekê nû bikin. Min efû bike Delîlê min. Xezala xwe jibîr meke. Xezala te, te qet jibîr nake.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply