Par vî çaxî derketibûm Bazîda Jorîn

Par derketibûm Bazîda Jorîn, çûbûm serdana Xanîyî, jêra gorê kendal e
Keçekê duaya mirazan dinehwirand; gava li min fetilî, min dît ku Kejal e

Qederê em anîbûn cem pîrê mamosteyan, lê armancên me cuda bûn ji hev
Li vê cîhanê rasthatineke seyr bû, lewra min gote dilê jar: “Êdî menale!”

Min merhebatî da Kejalê bi xatirê bav û birayên ku ji mêj va hevaldest in
Wê bi devkenî got: “Kê dizanibû ku meger hevdîtina derengmayî îsal e?”

Min pirsî: “Kîjan bayî tu ji dûrbajaran ajotî vî alîyî? Ma te xêr e li vir?”
Wihareng bû axaftina me, her yekî me serpêhatîyek vegot bi reh û rîçal e

Kejalê pirsî: “Hevalo, ma tu ji me xeyidîyî? Te çima nepirsî temtêla me
Roja bêbavên dereke êriş anî ser malbatê, te negot ka çi hal û hewal e?”

Tûk di qirika min da ziwa bû, min bi zorek û du belayan bersivek dayê:
“Delalê, ez ne suh hatime, ne jî ji dîdara we têr bûme, derew pir webal e

Piştî ku ji ba we hatim, êş-ûşên min ên kevn teze bûn, birîn dîsan axivîn
Ji Zaxoyê heta Bazîdê nalîyam, li rêyan kes tunebû rondikên min bimale

Bi mehan li ser piştê veketim, parxan-parsîyên min ji nivînê bêzar bûbûn
Tu dizanî gava derd-kul bi cendêk radibin, ne dibêjin pîr e ne jî bejntîtal e

Da ku dilê min nekeribe, min guhdarîya nûçeyan ta demekê rawestandibû
Min digote xwe: “Şerê hanê yî neheq zilm e, dawîya sitemê teqez zewal e

Bawer bike, min bi hêsiran dil dikewand û jêderkên çavan dimiçiqandin
Bi sîmyayeka kevn pola bi dest dixist ku nedim nexweşîyê fesal û mecal e

Min êdî ken û girî ji bîr kiribûn, bawerîya min ew bû ku dê têk biçin hov
Min wisan dihesiband ku ev artêşa Ebrehe ye, bi rênasîya Ebû Rexal e

Kejal hate deng: “Hevalo, ew sûresateke pir giran e û rewşa me jî qels e
Reng e ku malbat dîsan zîyanê bibîne, ebebozan nîn e şefqet bi misqal e”

Min gote wê û aveka Kanîya Qiçîyê li dilê lerzetayî reşand da ku vehêse:
“Berxê, li pêş me hemûyan mirinek heye, dawîya her kesî heman kortal e

Min gelek agirên nemrûdî û mencenîqên rakişandî dîtine li vê cîhana pîr
Brahîmên pûtşikên doza xwe nafiroşin, nabêjin kanê yar û mey û pîyale”

Keçik li ser vê gotina qerase dihizirî, li rewşa min a bê çek û rext dinihêrî
Te digot ji xwe ra dibêje: “Vî lokê kêş parsenga dêv nîn e, çi devçewal e”

Lewra min hewl da ku şaşîya xwe sererast bikim, şerma xwe binuxêmim
“Li vê jorê zozana me heye, navê wê Şêresîyar e, hewaya wê pir delal e”

Wê ez bersivandim û got: “Rast e, hewaya delal ji bo kal û pîran baş e”
Min ew vexwende bêhnvedanekê: “Şukir li ba me êwirandin bipergal e”

Da ku bawer bike, min pertafek kir: “Mala min mizgeft e û ez jî mela me
Exlaqê bîyanîyan dûrî me ye û qanûna heramzadeyan li nava me betal e

Dixwazî -heta xweş bî- li ba me bimîne û bi urfa me bigihêje mirazê xwe
Li warê me her kes xwedîyê kar û barekî ye, bêxebat hertim rût û repal e”

Wê bi ken got: “Li gor qeydan biyanî me, kebîna bi bineliyan dijwar e?
Heke em bibêjin kebîn rewa be jî, lê dilê min canikê bi camêrekî rewal e”

Li gorî wê canika xama ez melayekî pîr bûm, ji şûkirina wê pir dûr bûm
Gotina wê birîna min a kalbûnê vekola, nehîşt bigire hîç qertîş û tetqal e

Beşeve hatim, min hanzûka ew dilnîya kir: “Lez nekeve, hûr-dûr bifikire”
Terafeka xwihê ez girtim, li xwe fikirîm, min ji gotinan girt şewq-şemal e

Min nihêrî ku gotinên pûç pere nakin, min xwe bi zanatîyê danî li ba wê:
“Fehmdarî ye, tu xwenda û dinyadîtî yî, loma zimanê te şûrekî bisîqal e”

“Belê, li zanîngeheke Kurdistanê dixwînim, lê heta sê mehan betlane ye;
Ez ê li deverine bajarê te bigerim” bersivand Kejala ku bi husn-cemal e

Min axaftin kudand: “Bavê min hertim digot: Lawo, ez kurmancekî reş im
Nexwendî me, hemû zanyarîya min bi bihîstinan e, lê hişê min hê zelal e”

Kejalê got: “Lê tu jî xwenda yî û qenc dizanî ku Ebrehe û Ebû Rexal kî ne
Min tu wekî karsazekî nas dikirî, lê va ye karê te ne tenê dolar û rîyal e”

“Bi geşt û galegalan em diravan jî kom dikin, gelek agehîyên kêmnas jî”
Min bersivand, lê hêvîyekê ez ajotim mîna korê ku nabîne li pêşîyê çal e

Min di dilê xwe da got: “Ev devgilêzî ji bo destdirêjiyê kapê xapan e lo
Şaşikên melayan li dojehê disojin, wijdanê ji xwe ra bike şûr û mertal e

Bila çivîyên te sist bin, te bi lez necehişîne bedewîya keça hevaldestekî
Rêya camêran bişopîne, her liv û tevger ji kesê bawermend ra ne helal e

Lewra min barijeka pirsan lê reşand: “Pirs ne şerm be, çi beşê dixwînî?”
Gava got: “Beşa Mirovnasîyê”, min gote xwe: “Hey wax ev çi radîkal e”

Êdî min dev ji tolaziyên xurifiyan berda, hewl da ku Bazîdê bidim nasîn
Demildest çavên min ji kêfan biriqîn, li hev rêz bûn kevnexewn û xeyal e

Min bizavek da xwe, hilmeka kûr da û hilda, paşê efsaneyek gote canikê:
“A han Gilîdax e, ji kurdan ra gilî û ji neyaran ra daxeka lap sergopal e

Li gorî efsaneyê ev malbata çîyayan, çar heb xwişk bûne û bezîyane hev
Dayika wan Tendûrekê nan pehtiye, bavê wan Elegez li Aranê bûye pale

Kekê wan Sîpan li Xelatê şivanê kerîyekî pêz bûye û kalikê wan ê Cûdî
Baxçevanê mîrekî bi navê Şamêr Axa bûye, Gabar jî yan ap e yan jî xal e

Bav Elegez ji hoza Zagroj bûye, dêya wan Tendûrek jî ji eşîra Tîroj hatiye
Rastiyê bixwazî, Zagroj û Tîroj du kurên Mad in, ew jî lawê Pîr Şengal e

Li gorî çîrokê xweha mezin destgirtî bûye û gelek quretî li biçûkan kirine
Loma xweha jê biçûktir nifireke nebihîstî lê jeniye bê xem û fikr û mitale:

‘Hey pozbilinda bêînsaf! Tu me zehf dipirçiqînî, gumana min ji Xwedayî
Serê te ji mij û dûmanê vala nebe, li şûna xêliyê berf û pûg li dorê biale’

Hêrsa xûçê hatiye, loma jî gotiye xwişka ji xwe biçûktir: ‘Hêvî ji Xwedê
Qirika te ji têhnan biqirqiçe, marekî dêm te bigeze an jî dûpişk û kevjal e’

Xwişka sisêyan û ya biçûk ketine navbera du mezinan da ku şer gur nebe
Lê pehînek li zikê biçûkê ketiye, navê wê jî bûye Girê Zikdiriyayî derhal e

Xwenga sisêyan nikaribûye vî şerî rawestîne, lewra navê wê Bêçare maye
Mixabin nifirên wan qebilîne û her yek bûye çîyayekî serbixwe bê pirole

Gava Tendûrekê bihîstiye xebera reş, kiriye hilqînî û hema li wir can daye
Elegez giriyaye û gotiye: ‘Dê û keç mirine, maye her ez û ev kurê tifal e’

Rondikên çavên Elegezî bûne du çeman, navên wan bûne ‘Kur’ û ‘Herez’
Sîpanî wê şevê xewneke tevlihev dîtiye, lê nedîtiye ji xewna xwe ra meal e

Ew ciwanekî xemsar bûye û derdê wî berhevkirina qelendekî bûkan bûye
Loma jî li şûna xwe bûye çîya, ji ber ku gotiye: ‘Welatê me pir xweşhal e’

Cûdîyî gotiye: ‘Ez pîremêrek im, gotî ew werin serdana min û ez nikarim’
Gabarî di geliyekî da pez-dewarê xwe çêrandiye, tu dibêjî qey ker û lal e

Endamên vê malbatê gişk bûne çol û çîya, bi boneya nifrîn û xemsariyan
Kesî derdê kesî nepirsîye, çêr-dijûnên sik li hev rêz kirine bê xem û bal e”

Piştî vegotinê êdî qirika min zîwa bûbû, min şûşeyek av bi ser xwe va kir
Kejalê got: “Sihetxweş, te bi vê çîrokê ruh da ber çem-çîyayan bi fesal e”

 

Destpêk: 20ê Tîrmeha 2021ê; 00:24
Dawî: 15ê Mijdara 2021ê; 06∶46
Bazîd

Umîd Demîrhan-https://umiddemirhan.wordpress.com/

Derbar ziman

Check Also

Siyaset Hişbir e! – Cüneyt Yazıcı

Taybetî jî li Rojhilata Navîn, siyaset hişbir e(uyuşturucu) û ji koletiyê re dibe alîkar! Gava …

Leave a Reply