Forum

Sermawêz, 2021

  • 25 Sermawêz

    Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î

    Li seranserê cîhanê, tu nivîskarê/a bi tenêyî ku bê dibistan û bê mamoste fêrî zimanê xwe dibî û pê dinîvisînî. Nivîskarê/a bi tenêyî li cîhanê yê/a di zaroktiya xwe de mamosteyê/a te tu bi zorê fêrî zimanê xwe dikir, ji bo tu bi zimanê xwe diaxivî pişta destê te dida ber daran û li te dixist. Tu nivîskarê/a bi tenêyî …

  • 24 Sermawêz

    Min Kilîta Deriyên Jîyana Xwe Winda Kiribû

    Tenê hevokek li dû min ma: Bi naskirina te ve hemû xewn û xeyalên min têkçûbûn, dawîya hemû rê û behrên min hatibû.   Te giyanê min şewitand. Xwedê jî mala te bişewitîne. Bi naskirina te ve zimanê min hînî nifiran bû, jixwe li ber naskirina te tim li ser zimanê min dia û lavayên dê û bavê min hebûn. …

  • 21 Sermawêz

    Rêzehevpeyvînê Jina (20) – Karîna Osêyan

    Lokman Polat – Pirs : 1-Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Ez Karîna Osêyan ji êla Sîpka, qebîla Îsedizame. Ez li Ermenistanê ji dayik bûme, bajarê Gumiryê (Lênînakanê). Ez naha dimînim li Fransayê bajarê Lîonê, min xwendina xwe berdewam  kir, di zanîngehê bijîjkî. Niha li klînîka onkolojî cawa hemşîre kar dikim.  Dîsa ez kar dikim wek …

  • 18 Sermawêz

    Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan

    Lêkolînên Kurdolojiyê li Îranê Destpêkek ji bo Mijar û Xwendinan Ev gotar cara ewil di vir de bi zimanê Farisî belav bûye: Îran Namig (نامگ ایران), Sal: 1, Şomare: 4, Zimistan 1395/2017, Sahîfe: 172-208. Ehmed MIHEMEDPÛR Beşa Civaknasîyê ya Zanîngeha Vanderbiltê, Amerîka. Ehmed Mihemedpûr, civaknas û etnografê Kurdê Îranê ye ku di qadên civaknasiya çandî û siyasî de li Kurdistana …

  • 18 Sermawêz

    Lêkolîneke Berawirdî li ser “The Interlopers” û “Bêbextî”yê

    Lêkolîneke Berawirdî li ser “The Interlopers” û “Bêbextî”yê A Comparative Study on “The Interlopers” and “Bêbextî” Ferhat YILMAZ Xwendekarê Doktorayê ye di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê PUXTE Ji bo wêjeya modern a Kurdî kovarên Hawar û Ronahiyê yek ji wan çavkaniyên sereke ne. Em dizanin ku di derxistina van kovaran de û di tijîkirina naveroka …

  • 18 Sermawêz

    Giredayeyê Edebîyatê Polîtîkî De Romanê Kılama Şilane

    Giredayeyê Edebîyatê Polîtîkî De Romanê Kılama Şilane The Novel Named Kılama Şilane (The Song of Şilane) in the Context of the Political Literature Romanê Kılama Şilane de nuştox herfa “î” nêşuxulnayo. Herfê “ı” û “i” şuxulnayo. Coka ma zî nameyê romanî de û rêzî ke ma roman ra girewtî de herfa “î” ney herfê “ı” û ”i” şuxulna.  İlyas AKMAN Alk. …

  • 18 Sermawêz

    Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de

    Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de The Istanbul Period in the Modern Kurdish Literature Ev gotar ji beşeke teza doktorayê ya bi navê Di Rola Ekola Hawarê Di Binecîkirina Cureyên Edebiyata Kurdî ya Nû De (Li Ber Temaya Modernîteya Ronakger) hatiye hilberandin. Ramazan ÇEÇEN Remezan Alan, xwendekarê doktorayê PUXTE Edebiyata Kurdî ya modern, di serê sedsala bîstan de …

  • 16 Sermawêz

    Alî Gurdilî: ”Meyla min li ser felsefeyê hertim hebû”

    Di mijara fikrandin û bingeha fikrînê de her çiqas ku li ser axa qedîm, kurd xwedî bingeheke xurt bin jî ev bingeh wek felsefeyeke bi rêk û pêk û nivîskî derneketiye pêşiya me. Îro li çar parçeyên Kurdistanê (her çiqas ku hin cerebeyên li ser çavkaniyên felsefeya cîhanê hebin jî kêm in) kurd ji bo felsefe, feylesof û têgehên felsefeyê …

  • 15 Sermawêz

    ÇEKUYA “KURSΔ

    Biyî new serrî keyepelê Zazaki.net fealîyet de yo, 2700 ra vêşêr metnî tede weşanîyayê, zafê înan Kirdî yê. Newepel de 2500 ra vêşêr metnê muxtelîfî estê, pêro saf Kirdî. Şewçila de qasê 300 eserê edebî weşanîyayê, meqaleyî estê, pêro Kirdî. Weşanxaneyê Roşna ra 72 kitabî vejîyayê; 6 Kurmancî, 2 Tirkî, 64 hebî saf Kirdî. Enê pêro qasê kulîyatêk ê. Her …

  • 14 Sermawêz

    Gundê Kelhê û Koçerên Mîran

    Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye. Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewşenbîrên delal re, me ji Qamişlo, rêka Dêrika Deşta Hesinan girib …