Deriyek bi xêr

Min pir ber xwe da, lê nebû. Dibêjin qedere te ye, rizqê te tê de tune ye. Rizqê min li ku ye, di çi da ye? De wê jî bibêjin! Lê dizanim hûn nikarin bibêjin. Hûn ji ber xwe de deng dikin. Min umrê xwe di vê riyê de da, ji vê şûnde ez ê çi karî bikim. Heta niha tenê qelem di destên min de bû. Ji vê şûnde ez ê çito bi dar û beran heyata xwe qezenç kim, debara xwe bikim.

Însan bi aqilên xwe yî bisînor dipîvin, dibirrîn û ji xelkê re kincan çê dikin. Lê nizanin ku ez çi vedijîm, kincên wan tu caran li min nayên, pîvanên me hevdu nagirin. Îş û karê wan paşgotin e.

Ax jîyana min! Xeta li ser xetayan. Xetaya mina herî mezin jî zewicandina min bêwext bû. Hîn min meslega xwe bi dest nexistibû û ez zewicim. Bi ya min nebû. Min tiştek kir, dê û bavê min hezar tişt kirin. Heyatê jî yê nemayîn bi min kir. Niha nikarim ji nav de derkevim. Dê û bavê min bi dev ketine cegera min. Yekser jî bavê min î zalim. Diya min zêde denga xwe nake, lê çoyê bavê min, tim li ser min e, tim bi tan û taqilmayan bi can û bedena min dikeve.

Daweta xwe kir şûnde ez çûbûm Entabê, lê di karekî de bi ser neketibûm. Mesrefên malê gelek bûn. Qase salekê ez li febrîkaya tekstîlê şixûlim, lê min nekarî li ber mesrefên malê bigehînim. Ne jî min karî li malê dersên xwe bişixûlim. Min pir ber xwe da. Min digot, çi diba bila bibe ez qet venegerim mala bavê xwe, mala xwe li ser mala bavê xwe danenînim. Şorên bavê min di guhê min de bûn. Bi devê xwe diket cegera min. Ceger li min reş kir. Bav wisa nabin! Tim jî ji min re dibêje: Xêrê tu zû zewicî! Xêrê tu sinavê qezenç nakî! Nizanim çend hezar mezunên unîwersîte dikevin sinavê. Di bolumê me de tenê 100 û 200 merivî radikin. Yên din gişt dimînin. Pûana li ser hêştî qezençkirin ne qolay e. Xêrê tu fehm nakî bavo!

Carek bû, ez zewicim. Me ji hevdu hez kir û em zewicîn. Bû û çû. Xêrê tu didî dû. Ji bo çi tu dest ji şorên xirab bernadî. Him merivekî misilmanî. Her kes ji te re dibêje, Sofî. Mala min e! Lê tu eleqayê te bi dîn û îmanê re tune ye. Di qefayê te de Xwedeyek din heye. Baweriya min bi Xwedêya qefayî te de tune ye. Jixwe wî Xwedêya di qefayê te de malik li min xirab kir.

Sirf ji bo muhtacê te nabim, min hemû karên gund kirin. Çûme ber pez, nebû. Salekê bi nîvkarî min zebeş çandin, bi ser neketibûm. Salekê jî çûbûm Meletiyê ji bo kare topkirina mişmişan. Niha vê havînê jî bi kufleta xwe ve pêmbo top dikim. Dizanim dîsa mirûzê te tahl e. Min fehm kiribû, ez bi devê xwe çûçikan bigirim jî dîsa nikarim te razi bikim.

Salê çûyî zarokekî min bû. Min got Xwedê lawekî bi min de, belkî çoyê te li ser min rabe, tu dev ji cegera min berdî. Lê nabû, Xwedê keçikek da min. Dayîna Xwedê ye. Ez ji keçikê xwe pir hez dikim. Min navê dayîka te, da keçika xwe. Dîsa mirûzê te tahl bû û te tan û taqilmayên xwe di ser min de diweşandin.

Xwedê jî li min hatibû xezebê. Nizanim çi bikim. Di dest min de hêvîyek pûç û vala heye: Kîloyê pêmbo buha ye, lê agir bi welêt ketiye, her tişt gelek buha ye. Tu nikarî destê xwe bavêji tiştekî. Kîloyê pêmbo buha ye, lê her tişt jî bi kîloyê pêmbo re buha bûye.

Tenê riyek li ber min e. Mecbur im sinavê qezenc kim. Îsal pê re li ser hêştî pûanê hilgirim, înşeallah ez ê gorevê bi dest xim. Hingê ez ê zar û zêçên xwe hilgirim û biçim ser qedera xwe. Ax, qederê! Dîsa bi serî te qelîwim. Xwedê sonê me bi xêr bike, deriyekî bi xêr li ber me veke.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply