Dara demil tinin

Dara demil tinin ku tenê li grava Socotra ya Yemenê şîn dibe bi şikil û şêweyê xwe cudaye. Ji demarên nava wê xwîn diherike, her ku şaxek wê jê dikin ew xwîna ji navê diherike ji bo dermanên cuda cuda dixebitînin.
Dara binavê demil tinin ango dara bixwîn ku navê xwe ji şiliya nava xwe ya bi xwîn girtiye. Her ku cihek wê bê birîn ji nava wê şiliyek sor weke xwînê diherike. Ev dar tenê li girava Socotra ya Yemenê tê dîtin. Li gorî lêkolînan ev darek kevnareye û di gelek efsaneyên weke Habîr û Qabîl de jî cîh girtiye. Ji ber wê jî hem navê darê demil tinin hem jî şeceretil ixwan ango dara du birayan. Li gorî gote gotên welatiyên herêmê her du birayên bi navê Habîl û Qabîl li vê giravê jiyane. Dema ku rabûne hev ku şerê wan weke şerê despêkê tê zanîn û yekê yê dinê kuştî ji ber xwîna wan ev dar şînbûye. Wekedin di gelek baweriyên weke himrini, fîrewnî û suriyanî de jî pîroz bûye û di pirtûkên pîroz de jî qala wê hatiye kirin.
Ji derveyî vê darê gelek cureyên ajal û nebatên cuda û li ti deverên din ên cîhanê neyî li vê girava Socotrayê tên dîtin. Ev dar li herêmên çiyayî û bilind şîn dibe, ji ber kokên xwe heta kurahiyê dibe li hember zuwabûnê xweragire.
Gelek sudê pel û qaşilê vê darê hene ku ji bo tenduristiyê dixebitînin. Dikin mecuda diranan, ji bo nexwşiya romatîzmê dermane, ji bo başkirina nezîfa hindir, zik êş û tayê jî dixebitînin. Ava ji demarên wê weke xwînê diherike hişk dikin û dixin ruja ku jin di nava mîkyacê de dixebitînin. Ji bo xweşik û sorkirina porê jî dixin nava henayê. Romen û Erebên li heman giravê dijîn jî ji bo bîna xweş bikartînin.
Jînha

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply