Sebrullah Mela Elî: Min jiyana xwe bo Kurdî terxan kiriye

Mamoste Sebrullah Mela Elî jiyana xwe ji Kurdî re terxan kiriye û ev nêzî 40 sal zêdetir e her pirtûk, rojname, kovar û nivîseke kurdî li kû derê hebe peyda dike û bi deste xwe arîşveke mezin berhev dike. Heta di arşîva wî de pirtûka ku 100 sal beriya niha bi nivîsa dest hatiye nivîsandin û tê de nivîs û helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî jî tê de hene cih digre. Sebrullahê Mela Elî çîroka xwe ji Kurdistan24ê re dibêje û bang li gelê Kurd dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

‘Min ev jiyana xwe bo Kurdî daye terxankirin û heta saxbim dê her Kurdî bijîm’ ev gotinên Sebrullahê Mela Elî ne ku tevî 40 salan bi fermî mamosteyiya zimanê Tirkî kiribe û bajar bi bajar hatibe sirgûnkirin jî dev ji axaftina Kurdî, komkirina kovar, pirtûk û rojnameyên kurdî bernade. Mamoste Sebrullah Ev nêzî 40 salin bi destê xwe arşîva Kurdî ava dike û dibêje ji ber ku bav û bapîrên vî ev biriye medreseyên Kurdî wê çaxê li ser wî hesta netewî û Kurdî çêbûye û dest bi komkirina berhemên Kurdî kiriye.

Mamoste Sebrullahê Mela Elî ji K24ê re got: “Ku medrese bû feqiyê bavê min bû, Kurdî edebiyata Kurdî, perçeyên feqî dihate xwandin meleye cizirî dihate xwandin wana tesîrek l imin kur û çi tişta Kurdî min bidîta min dicivand. Em bejin hêj mekteba navîn de hêj wê çaxê dest pê kir min civand. Jiyaneke min ya lüks tune, min rojê tişta ku ezê biçûma bîraxane û çayxaneyê min ne dida min dida pirtûkekê dianî xisûsen pirtûkên Kurdî. Me lê nihêrî waye tiştekş çiqas xwe çêbûye. Erde min tune malê min tune lê feqet ku lê dinihêrim heqeten dema çiqas bêhna min teng be ez têm vê derê pirtukan dinihêrim bêhna min fireh dibe.”

Ev pirtûka destê Mamoste Sebrullah de 100 sal berê niha bi nivîsa destan hatiye nivisandin, tê de helbest û nivîsên Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî jî hene. Herwiha bi hezaran pirtûk, ferheng, kovar û rojnameyên din yê Kurdî jî arşiva mamoste de hene.

Mamoste Sebrullahê Mela Elî dibêje: “Hema hema her roj min pirtûkek aniye. Yanî texmîna min de min ne hejmartiye û min weşanxane jî ferq nekiriye. Yanê ê her weşanxaneyê ku behsa Kurdan kiriye min aniye. Texmîna min de derdorê 4-5 hezar pirtûkên ku îlla bi şeklekî behsa Kurdan bike heye. bi rastî çawa weledek, bavek li weledê xwe dinihêre û bi weledê wî bîhna wî fireh dibe ez jî gava ku têm nava wan pirtûkan diğerim û lê dinhêrim çiqas bêhna min teng be nîv saetê pirtûkan dinihêrim bêhna min fereh dibe.”

Mamoste Sebrullah ku tekane daxwaza wî ew e Kurdî neyê ji bîrkirin banga wî ji bo gelê kurd jî heye.

Mamoste Sebrullahê Mela Elî tekez dike: “Yanî niha tu hêz û qawet nikara Kurdan ji holê rake. Lê mixabin mixabin sed mixabin kurd bixwe bixwe xwe ji holê radikin. Di malen xwe de Kurdî naxawin. Navê kurê xwe daye cîgerxweîn lê dibêje cîgerxwîn oğlum gel buraye. Kurd a niha musîbeta herî mezin hatiye serê Kurdan ew e Kurd di malên xwe de Tirkî diaxivin. Kurd diwê beriya her tiştî li zimanê xwe xwedî derkevin. Kurd rojê saetekê zimanê xwe bixebitin rehet rehet li zimanê xwe xwedî derdikevin.”

Herwiha Sebrullahê Mela Elî ku sala 1953ê yan ji Erzeroma bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û eslê xwe ji Bidlîsa bakure balê dikşîne ser wê yekê jî ku arşîva wî ji hemû kurdan re vekiriye û dibêje Kî bixwaze lêkolînekê lêgerinek bike dikare ji vê arşîva wî istifade bike

Vural Erişmiş- kurdistan24.net

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply