Rêzehevpeyvînê Jina (21) – Gulnar Elî

Di gel helbestvan, mamosta û nivîskar Gulnar Elî

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Gulnar Elî – Li asîmanekî bi mij û dûman, di nav pirça jiyanê de, gundekî biçûk, ji dengê avê sermest dibû hatim û peyvê li dergehê vîna min xist, bûm zêrevanê ristan û ziman bû sirûdeke ezelî di nav hizra min da. Bûm narincokek li xakeke bêxwedî, tenê dengê çiya û zinaran, sirûdên xwe li şevên min vedihuna   hatim û şevînên ji zorê û bi wir da bablîsokên derbederîyê li nav himbêza dayka min, çavên min xemiland   ez bûm ez û penabereke ji xunavên derengmayî, bûm helbest û peyveke bi dawî nehatî

 

 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e?

Gulnar Elî – Piştî heft  salên derbederîyê min dît, ku xurbet birîneke bêder e, êşeke bêdeng e, mirineke giyanî hêdî hêdî ye . Li vir diyar dibe ku ya ji mirinê nexoştir xerîbî ye û  xerîbî jî du êş in: Dûrbûn ji ziman, kultûr, tîtalan û valabûna derûnî û mirina hêdî û keservedanên daxbar.

Ev e dibin axîn û axînok, lew min jî axînkên xwe li ser heft babetan nivisîn. Ax war/felek/ bêriyên min/ heval/ axînka nehênî/ ya dayê/şahê xewnan. Van axînkan gazinde ji bêdengîya eşa min kirin, kartêkirineka mezin li min kirin û embar û kanîya, ku min jê hestên xwe derbirîn û hîn jî dibirim, lê nizanim ta kengî, dê ev kanî zuha û hişk bibit?.

Berhema min ye pêşîn  Heyv û Diwazde Heyv  li 2004 hate weşandin.

 

 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi zimanên dagîrkeran dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Gelo ew nivîskarên kurd in yan nivîskarên zimanên dî ne?

Gulnar Elî – Niho, nivîsîn pergalek e, bizavek e û xwederbirîn e. Dikare bi hemî zimanan be. Me kurdan tiştekî baş heye, ku bi kêmanî, her yek ji me, bi duzimanî mezin bûye û bêhtir ji me bi zimanê serdestan bi sîstematîk fêrî zimanê wan bûye, lê zimanê dayikê ji mal û kolanê wergirtiye. Wate hest û nestên zimanî ji mal û derdorê, sîstem û struktûr ji xwendegehê. Bêguman gelekî zor e, eger tu ne bi sîstem û ziman ne zîrek bî û binivîsî, lê ku te hes û kûrahiyên nava zimanî jî nebîtin, dê ziman xav be. Min jî bi zimanê serdestan(erebî) li destpêkê nivîsî. Lê bi ya min pêdivî ye xizmeta mezin pêşkêşî zimanê dayikê bibe. Ji xwe kurdînîya mirovê kurd nayête dan, bêlê mirov kurd ji dayik dibe, eger dê û bav kurd bin. Lê wek nivîskar mirov nivîskarê wî zimanî ye yê pê dinivîsit. Dibit hindek bibêjin, lê babetêt wan kurdî ne! Ez dibêjim: Gelek biyanî jî bi kurdî nivîsîne, naxwe wan bikin kurd?

 

4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Gulnar Elî – Ev pirs dubare ye, lê ez nabînim tiştekî zor xerab e, ku mirov bi zimanê serdestan jî binivîse. Me pêdivî bi wan zimanan jî heye. Naxwe çawan dê pirsa xwe bi wan dîne niyasîn! Ne gunehek e, ku nivîskarekî kokkurd bi zimanê serdestan binivîse, lê ya guneh ew e, ku zimanê xwe tiştekî biçûk bibîne û ji ber alavên derbirînê bi zimanê kurdî li def nebin û bibêje zimanê kurdî têra nivîsînê nake. Nivîskarê kurd dişêt bibêjit, ku zimanê wî yê kurdî têra nivîsînê nake, lê nabit bibêje, ku zimanê kurdî têra nivîsînê nake.

 

5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Gulnar Elî – Ez dîwana xwe ya helbestan ya siyan bo çapê amade dikim. Her wesa jî, helbestê gelek dergehên dî ji bo min vekirin, wek nivîsîna çîrok û romanê, niha jî bi nivîsîna romanekê bi zimanê kurdî ve mijûl im. Ji bilî wê jî, min kurte-romanek (Novel) bi zimanê erebî nivîsî û wergera wê bi inglîzî jî heye. Her wesa diwana min ya duyan  li Emrîka bi zimanê inglîzî, li ber capê ye ku teê da min hinek helbestên xwe yen kurdî û erebî wergêrayne zimanê inglîzî.

 

6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Gulnar Elî – Li def min, edebiyata  tête nivîsînê, bi erkên xwe yê estetîk (ciwanî), hunerî û zimanî radibit . Ez xwe wek rexnegirê toreyî nizanim û naniyasim ji ber ku nirxên edebî pêdivî bi lêkolînên berfereh hene û eve jî min nekiriye. Û ya herî giring, her xwendinek bi asteya Épistémology )zaniyarî, Marifî( ya xwendevanî bi xwe ve girêdayî ye û dibe nêrîna wî bi tenê û di wê dema dixwîne de. Dibe di demeke din de û xwendineke din de, bîr û hizir bihêne guherên. Nivîsîn bi xwe nameyek e, lê bo kê ye?

Nivîsîn gera li azadîyê ye, rengek ji dermankirina giyanî û derûnî ye û xwendin jî raçêta êşê ye. Lê dixwazim bibêjim, ku li devera Behdînan, rêjeya nivîskaran baştir û pitir bûye. Min behwerî heye, pirbûna hijmara nivîseran, dê radeya nivîsa kurdî bextewer bike. Pêdivî ye ku nivîsa jin dinivîse, daxwaz û hezên wê yên mêyane derdibire, her wisa jî, em dikarin nivîsên mêyane di nivîsên mêrnivîsan de jî bibînin û berevajî.

Lê pirsek heye min mijûl dike: erê ev nivîsên têne nivîsîn, çendî têne xwendin? Prosesa berhemên çalak bi xwendinêt çalak destpêdike û bi dawî nayêt.

Lê ya jê giringtir çi tête nivîsîn û me çend xwendevan hene?. Daku prosesa dahênanê û rêjeya wê bilindtir bibe, pêtivî ye, serhijmêr bo nasîna rêjeya xwendevanan çê bibit.

 

7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Gulnar Elî – Huner, Gulistan e, ka çawa her gulek rengê xwe û bihna xwe ya taybet heye, huner jî wesa ye, her hunerekî rengê xwe û bihna xwe ya taybet heye, ya giring ewe hunermend afrandinê biket. Ji bo babeta xwe bi her şêweyî bit, bigehînite xwendevanî. Dîroka helbestê dirêjtir ji ya coreyên din yên nivîsînê ye. Bi helbestê, di demên bindestiyê de, helbestvanan simbol bikar diînan û henasa xwe pê derdixistin û peyama xwe digihandin.

 

8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Gulnar Elî – Tinê di qada azadiyê de, nivîser dişê afirandineke rasteqîne  biket. Nivîsîn û azadî cimk in. Azadî nebe, qad û zeviyêd nivîsê kêm û nediyar in û eger azadî hebit, dê derfetên dahênanê pirtir bin. Lê nayête wê wateyê, ku di demên zor de, edebê baş nayête nivîsîn. Dixwazim bibêjim, civaka me bi xwe gelek sinûran bo xwe û rewşenbîr û nivîskarên xwe dadine. Jin jî, regezekî sereke di civatê de ye û di civata nepêşesaz de, hêza wê ya danê û berhemdanê kême, ta radeyekê nîne. Ev bi xwe kartêkirinekê li hemî dîmenên jiyana rojane û danîna planên demdirêj dike. Nivîsîn, hunerê leqandin û destnîşankirina êşa ye.

 

9 –Li gorê te helbest çi ye? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye?

Gulnar Elî – Helbest henasa min e.  Ez bawer nakem ew jî  dest ji min berdet, ji ber girêdanek ruhî di navbera me de ye. Mirov bûnerekî bi demê û di nav demê de bi rê ve diçe. Li hemî biwaran guherîn dibin, em jî di nava van guherankariyan de diçin û tên, didin û distênin. Her wes jî ew guherankariyên di helbestê de peyda bûn, kartêkirin li nivîsê û şêweyê wê kir. Netenê nûxwazî, belê dûrtir ji wê postnûxwazî  (Post modernîzim), kartêkirina xwendinê, Hermeneutîka û gelek şêwaz û metodên din yên nivîsînê. Ez dizanim, ku dem giring e. Min jî dest bi nivîsînê di demekê de kir, ku teknîk, û civak bi rengekî ji rengan pêşkeftîtir bû. Di helbestê de jî, tinê zimanê pezxwedankirinê û çandiniyê têra nivîsîna evroka naket. Agahîyên, ku min ji toreya cîhanî (bi taybetî Emerîkî“Ingilîzî“) wergirtin, tev bûn handan bo min, ku berev kar û berhemên taze ve biçim. Eve nayête wê wateyê, ku dabirînekê di navbera nivîsîna xwe û ya kurdî de (kilasîk) ava bikim. Belê kilasîk kanî ye û ez jê vexdiwim. Ez bi mebest nûxwazî bi kar naînim, ji ber dem li wê jî derbas bû. Baştir ew e, têgeha helbesta vê serdemê, an jî ya vê qonaxê bi kar bînim. Ez şêweyê xwe bikar bînim.

Ev şêweyê nû ji nivîsînê (helbest), pêdiviyek demane(dîrok), şaristiyane(cih), zimanevanî ye. Deqê serdemane jî giringiya xwe ji asteya hunerî, teknîk, babetên gilobal û asteya ciwanî werdigerit.

 

10 – Mijarên berhemên te çi ne? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndarîyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu boyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî bûyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Gulnar Elî – Mijarên berhemên min babetên cora u cor in. Kurd dibêjin ” darek nîne ku ba lê nedaye” Ez bi evîn û eşq mala xwe birêve dibim.

 

11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Gulnar Elî – Mixabin, hîna bi cedî rexnegirtin nehatiye kirin. Rexne bi jiyaneke xweş û azadiyê heye, bi pêşkeftina fikir û felsefê heye. Eger fikir û felsefe kartêkirinê li civakê biket û civatê ber bi başî biguherînit, em ji gelek tîtalên neserdemane rizgar dibin û wê gavê dê fikirê rexneyî geş bibit û dê rexnegir bêtirs û hesab binivîsin. Nayête wê çendê ku di warê rexneyê da, kar nebûye. Hindek çirûsk hene, lê dema xwendin bibit pêdiviyeke giyanî û derûnî, dê rexne bi pêş bikevit.

 

 12   – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Gulnar Elî – Qada me qadeke beyar e, her çi lê biçînî, dê berhem bidet. Helbet pewîste û gelek ya fere ku hebe. Daku mebest ji weşandina pirtûkê ne tenê hijmarekê li pirtûkxaneya kurdî zêde biket, belê qalîteya nivîsîna kurdî bilind biket. Nirxandina pirtûkan giring e, lê ev hemî bi xwendin û bazara pirtûkê heye, bazara pirtûkê jî pêdivî bi Marketîng ya pirtûkê heye û eve jî barê weşangera ye.

 

13   Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

Gulnar Elî – Navan gelek giringiya xwe li cem min nine dibe babetek sirincrakêşa mirovî biket, le ya nivîskareke ne bi navûdeng e yan dibe tinê ev babete ye baş hebe. Her babetek wekî min berya noke gotî, her xwendinek bi asteya Épistémology )zaniyarî, Mari) ya xwendevanî bi xwe ve girêdayî ye û dibe nêrîna wî bi tenê û di wê dema dixwîne de. Dibe di demeke din de û xwendineke din de, bîr û hizir bihêne guherên.

Helbest: T. S. Eliot, William Wordsworth, û Ezra Pound, Pablo Neruda.

Roman: William Faulkner, , Yaşar Kemal, Selîm Barakat.

 

14   – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzîkê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Gulnar Elî – Ji Tengezar Marînî, Dr. Bedirxan Sindî, Şêrko Bêkes. Jelal Zengabadî, Dr. Arif Hîto, Berken Bereh, Bilind Mihemed hez dikim.

 

15 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?

Gulnar Elî – Noke li ser romanekê û dîwana xwe ya helbestê ya siyan bo çapê amade dikim. Dîwanek helbestan bi zimanê Erebî jî amade ye.

16 – Gotina te ya dawî…

Gulnar Elî – Spas bo vê dîdarê, ji bo vê hevpeyvînê.

Têbinî / Berîya ku Gulnar Elî biçe ser heqiya xwe, ango here rahmetê ev hevpeyvîn hatibû kirin. Xwedê rehma xwe lê ke, mekanê wê bihuşt be.

Li gora nûçeya K24ê, helbestvana navdar ya Kurd Gulnar Elî li Amerîka jiyana xwe ji dest da. Xwedê jê razî Gulnar Elî, endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dihokê bû. Gulnar Elî ji sala 1974 ê, li Başûrê Kurdistanê li devera Balete ser bi bajarê Duhokê ve hatibû dinyayê.. Di sala 1992-1993 diplom bi berhevkirina mamostayan / beşê Inglîzî bi dest xwe ve anî bû. Di sala 2009 ê bawername Zankoyê bi edebiyata ingilîzî li Amerîka bi dest xwe ve anî bû.

Berhemên Gulnar Elî: Heyv û Diwazde Heyv 2006 Duhok. Lavija Kevnewarekê Xembar 2008 Duhok. My Soul still a Virgin 2010 USA. Boston. Henasek ji tîpên xewna sinûran 2012 Duhok. Dîwanek bi erebî. 2015, Duhok. Romanek 2014, Duhok.

Ev nûçe ji K24 hatiye wergirtin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply