WA HATİME DELALÊ MİN

ji nav guleyan

nav baranên kîmyewî

ji kozikên agiran derketime

ji dûrrr hatime,

 

dilopên xwînê rijiyaye

di ser xeyalên min de

wa hatime delalê min

li ber derê te me

 

wekî dîrokekê jibîrkirî

nexşeyekê rêya xwe şaş kirî

evdalekê ezmûnkirî

û stranekê qedexekirî

 

wa hatime delalê min

li ber derê te me

teniya evînê dirije

ji bijangên min

bi daxwaza eşqekê nejiyayî

bi kelecaniya ciwantiya nîvco mayî

wa hatime delalê min

li ber derê te me

 

hisret komkiriye min

qefş bi qefş

bûme Dîcle

bûme Ferat

dîn bûme di awheyên biharan de

herikîme li ser axa xwe ya dêrîn

ji dûrrr hatime

li ber derê te me

delalê min

 

(Ji pirtûka Hestên Xalî)

Muqades Agirî

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *