Forum

‘Dengê Bêdengîyê’ ferhenga li ser kevir e

Berhemên edebî wekî nivîsên li ser tahtan, nasnameya civakekê vedibêjin û diparêzin. Loma ew belgeyên zindî yên civakekê ne. Heger tirsa nivîskar/helbestkar a veşartina hest û hêmayan tune be, wê demê helbestên li ser wan tahtan/keviran zelaltir dibin. Dengê Bêdengîyê pirtûka pêşîn a helbestan a Asya Xerzan e. Helbet şîroveya helbestan maye di …

Read More »

“Ya ji bo Xwedê Min Zikir Bikira”

Demekê pirr berê şivaneke ciwan ji hevalê xwe re derdê xwe digot: – Derdê min pirr giran e, heval. Ez ketime evîneke xedar û kûr. Heval: – Tu evîndarê kê bûyî? – Ez bûme evîndarê keça Padîşa – Ev pirsgirêkeke mezin e. Li nêzê vê gundê derwêşek heye, em herin …

Read More »

Sûdên nivîsandinê

Nivîsandin mirov baştir dike, gava ku hûn bêzar dibin binivîsin, binivîsin….. Ger hûn kesekî ku ji mirovên dora xwe pirtir ber bi nivîsandinê ve ne û dixwazin bi vî rengî xwe îfade bikin, hûn dizanin ev adet çiqas rehet, zelal û dewlemend e. Di nîvê rojê de jî, dema ku …

Read More »

Werger û Wêjeya Kurdî

Destpêk Têgeha ku em Kurmancî jê re werger, soranî wergêran û zazakî çarnaye dibêjin beramberî peyva latînî ‘translatio’ û ‘translatum’ e ku ew jî wateya ‘transfer’ê dide. Di peywenda wergerê de jî jixwe ew transfer aşkera ye. Têgeha wergerê hem dikare qada mijarê ya giştî terîf bike û hem jî …

Read More »

Abê Boyax Bikim?

Rojek ji rojên septê bû. Serê sibehê bû, bi xurandina nava serê xwe şiyar bûm. Min çavên xwe vekir û min nerî dayika min li ber serê min e û dibêje: -Berxê min rabe ser xwe, taştêya xwe bixwe û rahêje sindoqa xwe ya boyaxê û li sûkê bigere, belkî …

Read More »

KÛÇIKÊN CEMO

Li gundê ku navê xwe Avaşor bû, ku ewte ewta kûçikekî li ku dihat, yekser digotin, “aha, Cemo dîsa kûçika bera hev dide.” Ku çawa dengê ezanê dihat, mele; ku qala kerî dibû şivan dihat bîra her gundîyekî, kûçika jî Cemo dihanî hişê canik û camêra. Ev şuhreta tinê li …

Read More »

SALOKE

Zelîxa ku herkesî jê ra digot Zelxo, li ber zayînê bû. Her ferdekî Mala Şehînê Salokê, hêvîya xwe bi zarokê di zikê dayîka reben de ye ve girêdabû. Ku keç be, malik wêran e; ku kur be, coş û seyran e. Barê zikê Zelxo ya jina ducanî, li gor barê …

Read More »

SILOYÊ SÊWÎ Û SILÊMAN AXA (folklor)

Dibêjin, lawikekî sêwî yê heşt-neh salî hebûye. Bêkes û bêxwedan bûye û tiştekî wî jî nebû ku xwe pê xwedî bikira. Rîspiyekî got Lawikê Sêwî: – Lawikê delal, here li gundekî ji xwe re golikvanî yan gavanî bike. Lê yekcaran here Medresê bixwîne jî. Lawikê Sêwî rojekê dema berbangê ji …

Read More »