KOSÎ Û ÇÎVIK (Çîrok)

Rojekê ji rojan, kosîyeke li bin dara ku çîvik li ser hêlîna xwe çêkiribû bêhna xwe vedida. Kosî bi qerfokî bi çivîkê re xeber da:

” Çiqas xanîyê te kevin û bê ewle ye. Bi guliyên şikestî hatiye çêkirin, banî wê tune û çors e. Ji xerabtiyê wê da; mijtirê (li gorê min) min hişkoyê min ji  hêlîna te yê reben çêtir e.”

Çivîkê gotiye:

“Erê, bi darikên hîşk hatiye çêkirin, weka hişkoyê te ne saxlem e, ji talukeyê derve ra vekirî ye  lê min hêlîna xwe bi xwe çêkiriye. Ez ji halê xwe bi şad im.

Kosî:

“Dibe ku ji çivîkeke re bes be. Lêbelê ji ya min rind û ewletir nine. Dibe ku tu ji hişkoyê min dihesûdi.”

Çivîkê got:

“Bereqs(berevajî)! Di xanîye min de ji bo malbata min û hevalên min cih heye; di hişkoyê te de kesek nikare xwe bistirîne. Dibe ku hişkoyê te bi ewle û saxlem be. Lêbelê ez ji xanîyê xwe kêf xweş im.”

 

ŞÎRET: Holikeke qelabalix çêtir e ji qonaxeke bi tenê.

 

Nûrcan Rûhîv

 

Derbar ziman

Check Also

ESASÊN PERWERDEHİYÊ

  Tu cara em qet jibîr nekin: “Siheta aqlî, ruhî û bedenî ji her tiştî …

Leave a Reply