Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)   Konê Reş   Tevî ku ez û wê ji du dinyayê ne wek hev, dijî hev in, ez ê di roja 5ê Nîsana 2021ê de pêşwaziya 27 saliya dûrketina me ji hev bikim..! Ew roja malwêran.. roja ku bi carekê re destê me ji hev hat birîn.. Kar û berxên me ji evîna dayika …

Bêhtir »

Destana Rizgan û Nûrê

Hîma vê destanê li ser evîneke negihîştî û azarkêş hatiye afirandin. Aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her ro li herêmekê rastî me tê.  Di vê destana klasîk û xelkî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs …

Bêhtir »

Romaneke ji dil-DILNAME-

Di romana kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Gelek nivîskarên kurd ku berê helbest yan çîrok dinivîsî, paşê dest pê kirin roman nivîsîn. Lewre jî hejmara romanên kurdî her diçe zêde dibe. Di hêla naverok û cure mijarên ku têne rave kirin de jî pêşketinek heye, dewlemediyek heye. Di sala 2019an de nivîskarê  kurd î berhemkar Newaf Mîro di saleke de …

Bêhtir »

Stran Ziman û Teknolojî

Hûnandina hestan mûzîk, di her demê de ji me Kurdan, vegotina şert, merc û rewşê bûye. Di her rewşê de gotin li hev anîne, bi zimanê şêrîn, deng dane deng û wek hevîr strane mîna her stran û her stranbêjan. Stranên me pêşî bi çend alav û amûrên xwemalî hatine bilêvkirin, lê paşê bi naskirina gelên derdor û bi fêrbûna …

Bêhtir »

Peyv

‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî -Peyv, peyv, tenê peyvan…’’ (Shakespeare) Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv in; êdî me bivêt an nevêt… Peyv malê me hemûyan …

Bêhtir »

Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê

Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne. Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev. Ciran û …

Bêhtir »

Seyid Remezanê Berzencî (1930 – 2004)

Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin.  Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê de bi nav û deng e. Ew di sala 1930î …

Bêhtir »

BENDNAME –li ser ruhê edebiyatekê- Ya Remezan Alan

Dema ku min Bendname’ya Remezan Alan xwend, serwext bûm ku pişta asimilasyona qirêj û kirêt a li ser me Kurdan şikestiye. Rast e: Bi pirtûkeke pişta asîmîlasyonê ne şikandin, lê ev pirtûk dewlemdî û girîngiya wî zimanî diyar dike, hingê rewş tê guhertin. Bendname ziyafeta edebiyata Kurdî ye di vê ziyafetê de her tişt (rexneyên balkêş, şîroveyên têr û tijî, …

Bêhtir »

Ezbenî! Çend Xilmaşî!

Ezbenî! Gotin di dawiya şevê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!! Ezbenî! Her ku di rewşa civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û …

Bêhtir »