Ersîn Tek

Her Tiştekî Wextê Xwe Heye

Demsal bi me dide zanîn ku her tiştekî wext û armanceke xwe heye; ji bo amedehiyê, ji bo berdana reh û rîçalan, ji bo çandinê, ji bo mezinbûnê û ji bo dirûn û palehiyê… Her tiştekî wextê xwe heye. Ti tişt tesadufî nîne. Tu jî ne tesadufek î. Ji bo …

Read More »

Peyv

‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî -Peyv, peyv, tenê peyvan…’’ (Shakespeare) Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv …

Read More »

Jîyan mafê min e!

Jîyan mafê min e! Ez li ber derê jîyanê disekinim. Çimkî jîyan mafê min e. Heger wisa neba ez li vir nedibûm. Ez ne tesadûfek im. Ji ber sebebekî ez li vir im. Çarenûseke min heye. Armanceke min heye. Kenê zarokî li ser lêvên min, ez ji cûcikan bextewartir im. …

Read More »

Arjîn

Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq? Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min. Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. …

Read More »

Zarok û Gul

Dema ku ez li parqê û di bin siya darê de rûdiniştim û min pirtûka xwe dixwend; li derdorê min ti kes tune bû. Haya min ji vê dinyayê tune bû û navçavên min girê bû, bêmede û rûtirş. Xemgîn, têkçûyî û bi zêdekirina wechên jiyana xwe ya raborî ku …

Read More »

Befr û Bajar

Ev bajarê ku çiya bi sekna riman ber bi asîman ve berz dibin, li Geverê zivistan pir bi îhtîşam e. Eva çend roje kuliyên befrê diporin û duh bi şev gurtir bû. Nasekine. Mirî di nav qebrên xwe de dicemidin? Gelo ajalên li serê çiya çi dikin? Ne bawerim ku …

Read More »

Rûpelek Ji Rojnivîska Dilê Min

Çi wext  yekemîn car pê agah bûm ku dem dibore? Şevên min ên bêxew kengê dest pê kirin? Nizanim. An jî nayê bîra min… Bi pirranî xewa min nayê, nikarim rakevim. Her dixwînim, difikirim û dinivîsim. Bi min her tiştek şikestî, windabûyî, tunebûyî ye… Westiyayî me. Rih û giyanê min …

Read More »

‘‘Mîrê Bilûrê’’ Egîdê Cimo

“Bilûra min, Dengê xwe berde Dinya, Mîna zarokekî berşîr, Ket dergûşa xwe; Dengê xwe berde bilûra min, Û jê re bilorîne Xema wê birevîne! Bilûra min î tu…” (Celadet Alî Bedirxan) Ez, Mîrê Bilûrê di zarokatiya xwe de dizanim. Zarokatiya xwe de; Çimkî bavê min evîndarekî dengbêjiyê û dengê bilûra …

Read More »

Em Peyrewên Ebûzer in…

“Ger neyarên min, min yek bi yek di rûçikê mezlûm û bindestên hemû dem û dewranan de nebînin, (tu bizane ku) ji zû ve mirî ne.” (Elî Şerîatî / Ebûzer) Min evîneke wiha qet nedîtiye; Ji ber xatirê heq û heqîqet, îman û îslam, azadî û edalet, bindest û mezlûman …

Read More »

Mirina Bavê Min!

‘‘dayik ax e bav jî av e, bêbav û malxê jiyan qetran e  xwûşk mewîj e bira xweşav e  bêmalî tembûreke bêkilam û stran e…’’ Di nava bêdengiyeke xemgîn de li bendê me ku zarokatiya min (bîranînên min yên li gel bavê min) wê were bi destê min bigire û …

Read More »