Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene. Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberik wexwarîye. Gelek caran bavê min …
Bêhtir »WÊJE Û ZIMAN
Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berê …
Bêhtir »Biwêjên Di Romana Hezkirina Qedexê Ya Ezîzê Gerdenzerî De
“Ji bo ku vegotin xurttir û bi derbtir bibe hinek awayên vegotinê hatine çêkirin. Biwêj jî yek ji wan awayan e. Di kurmancî da biwej pir zêde tên bikaranîn. Biwêj, bi piranî mecazî ne û rewşê dîyar dikin; di wan da daraz tune ne. Dema ku hevok bên parçekirin, ji hev nayên qetandin û yek parçe ne. Hinek Taybetiyên Biwêjan …
Bêhtir »DI DERBARÊ YEKÎTIYA ZIMANÊ KURDÎ DE ÇEND GOTIN
Celadet Bedir-Xan dibêje : ”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qaweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek bi tenê ye û tenê ziman e.” Ola kurdan û neteweyên dewletên dagirker ku hêj jî sê perçeyên Kurdistanê di bin destê xwe de digrin, …
Bêhtir »Gotinek li Dor Peyva Kurdmanc, Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî
Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe …
Bêhtir »ZANÎNA WÊJEYÎ
Zanîn bê dawî ye. Kî bibêje ez pir zanim jî, ew hêj gelek tişt nizane. Mirov herroj tiştên nû fêr dibe, dihewise. Zanîna ku mirov ji xwezayê, civakê, perwerdekirinê, axaftin û sohbetê û ji rojname û pirtûk xwendinê fêr dibe, çiqas dewlemendbe jî, dîsa jî têr nake û pêwîste mirov hîn pirtir tişt fêr bibe. Zanîna tiştan hetanî dawiya jîyana …
Bêhtir »Portreyên Şophiştî-I Ya Seîd Veroj
Nivîskarê hêja birêz Seîd Veroj di Portreyên Şophiştî (Cilda Yekemîn) de li ser bîst û neh portreya rawestîye. Him di alîyê zimên de, him jî di aliyê agahîyên dîrokê de karekî gelek baş kiriye. Portreyên Şophiştî ya Seîd Veroj, bi ziman û agahiyan ve mohra xwe dîroka Kurdan xistiye. Pirtûka di dest min da ji Weşanên Dara derketiye, çapa yekem …
Bêhtir »Ezbenî! Ez Ji Beriya Mêrdînê Me!
Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve şûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek şaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayê xwe, şop û şûna xwe li ser xaka wê …
Bêhtir »Şairekî Xorasanî; Ceferqulî Zengelî
Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye. Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek …
Bêhtir »Ji Bo Bîranîna Şehît İzzettin Yıldırım
Demsala zivistanê, meha Berçile, li rûyê erdê berf û cemed, her der sar bû. Teyr diqefile di hêlîna xwe de. Însan di cîhê germ; li ber zarok û zêçên xwe, zarok li cem bav û dayîkên xwe, xwe distîrînin û jiyan berdewam e… Di hawa sar de xeber tê, xeberê bi jan, agahiya sar, heval pê dihesin ku Kekê Seydayê …
Bêhtir »