Stran Ziman û Teknolojî

Hûnandina hestan mûzîk, di her demê de ji me Kurdan, vegotina şert, merc û rewşê bûye. Di her rewşê de gotin li hev anîne, bi zimanê şêrîn, deng dane deng û wek hevîr strane mîna her stran û her stranbêjan.

Stranên me pêşî bi çend alav û amûrên xwemalî hatine bilêvkirin, lê paşê bi naskirina gelên derdor û bi fêrbûna amûrên wan ên deng, ligel dengê tef, dahol û ribabê, alav û amûrên biyanî jî bûne mêvanê  stranê me. Û bûne mazûban. Îro jî stranên me bi her cûre alav û amûran dihê bilêvkirin û di qada stranbêjiyê û meqamam de gelekî serketî ye. Û kilam û stranên me bi vê hawê bala mirovan dikêşe û dihên wergerandin li zimanên biyanî yên ne qet ne bihîstiye. Ev yek jî him kevneşopiya me ya stranbêjiyê bi cîhanê dide nîşandan, him jî bi van wergeran zimanê me bi pêş dikeve.

Bi saya teknolojî û stranhezan di malperên nivîsên stranan de, stranên me jî her çiqas kêm be jî behra xwe stendiye û hatiye wergerandin bi gelek zimanan an gelek stranên biyanî bi zimanê me hatine wergerandin û zimanê nîşanî cîhanê kirine.

Heger hêjî gotinê be, ez dixwazim di vî warî de çend mînakan ji malperên nivîsên stranan bidim. Mînak di malpera  Lyrisc Translate’yê de Kurdî, bi Kelhûrî, Soranî, Kurmancî û bi zaravayên din cîh digire. Yekem kêmaniya vê malperê jî Zazakî wek zimanekî cuda  destnîşan kiriye. Lê di rastiyê de ev şaşîtî ne ji ber malperê ye, ji ber bikarhênerên wergerê ye. Ev jî kêmaniya kêsên zana yên derbarê zimanê me de nîşan dide.

Di vê malperê de  bi saya wekî bikarhêner Esraa., Bakur, Unknown4 û çendîn kesên din ku bi hejmarê, tiliyên her du destan derbas nakin,  gelek serkeftî ne. Tenê di beşa Kurmancî de 395 stranbêj û 2 hezar stran hatine tomarkirin û 2 hezar û pênsed stran hatine wergerandin û 47 biwêj hatine tomarkirin û vegotin.

Axirê  di vê serdema teknolojiyê de, zimanê ji teknolojiyê be, hewqas li paş dimîne û umrê xwe temam dike, dihê jibîrkirin. Ziman çiqasî di teknolojiyê de were bikar înan û tomarkirin, hewqas qewî û zexm dibe û cihê xwe  di nava zimanên biyanî de digire. Di encamê de zimanê me, li nav zimanê cîhanê dihê nasîn. Di vî warî de barê ser milê me jî ew e ku em stran, biwêj û nivîsên zimanê xwe li ser van platforman tomarbikin û hebûna xwe tomar bikin. Ji ber ziman, hebûn e. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

 

Mustafa Rêzan

Şemrex- MÊRDÎN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply