Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Paradîs A Lokman Polat

Edebiyata kurdî û romana fantastik. Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî. Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela. Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike. Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, Ursula K. Le Guîn, J. R. R. Tolkîen, George R. …

Bêhtir »

Ji Evîna Rojên Kevin: Ez û 3ê Bîranînên Bedirxaniyan

Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo, wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wan bikin û zarokên xwe li ser şopa wan mezin bikin.. Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji …

Bêhtir »

Fermana Fila û Bajarê Qijnika

Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî …

Bêhtir »

Profîla Xwendevanên Kurd

Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf û kategoriyên din çiqas pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî dixwînin? Întreseya kîjan kategoriya civakê ji bo xwendina kurdî heye? Kê di qursên ziman yên ku bi fermî vebûn de fêrê xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe? Ji bo bersîvên pirsên li jor pêwîstî bi lêkolîneke …

Bêhtir »

Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin. Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba …

Bêhtir »

Gazinek Ji Meha Nîsanê!

Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye.. Hêlîna şalûla û bilbila ye.. Heyva evîn û aramiyê …

Bêhtir »

Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, …

Bêhtir »

Meha Nîsanê û Sala Nû; Çarşemba Sor

Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, …

Bêhtir »

Çîroka Welatekî!

Ji berî hezar salî ve bav û kalên me, di nav xaka gelî, deşt û daristanan de dijiyan.. Çiyayê Toros, Zagros û Ararat li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn.. Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat, Zab û Xabûr distandin.. Di nav wê xakê de xan û man ava kirin genim çandin hesip kedî kirin û mezin.. …

Bêhtir »