Peyv

‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî

-Peyv, peyv, tenê peyvan…’’

(Shakespeare)

Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv in; êdî me bivêt an nevêt… Peyv malê me hemûyan ên hevpar in û em hemû jî bikar tînin. Nizanim eva çarenûsa me ya hevpar e gelo, an jî bêçaretiya me ye…

Em bi wan firçeyên ku bi peyvan hatine çêkirin xêz dikin sûretê jiyanê. Her kesek vê sûretê temaşe dike lê her kesek tiştên cuda dibîne û difikire. Bi rastî ew peyvên xweyî tahm û wateyên cuda, di kûrahiya xwe de malê kesî nînin, tenê malê Xwedê ne. Ji ber vê yekê halê me wek halê Sîsîfos e. Ew peyvên şêlî û kêmber hinek caran dişibiyan mûyî, hinek caran dişibiya kêvir, hinek caran dirûvê hesin didin. Pirr zehmet e bi peyvan  behskirin û nivîsandina ji peyvan. Wek îroniyekê, wek paradoksekê…

Peyv mîna çemekî ne. Meriv li ber devê wî çemî rûdinê û xwe temaşe dike, jiyanê temaşe dike, mirinê temaşe dike. Paşî jî mirov dikeve di nava wî çemî, dixeniqe û dimeşe…

“Di destpêkê de peyv hebû” dibêje Încîla Yohannayî. Beriya peyvê jî tenêtî. Û piştî peyvê jî hebûna xwe her domand tenêtîyê… Destpêkir di cihê dawîbûna peyvê de; destpêkiribû peyvê beriya gotinê. Peyvan tenêtiya xwe dabû jibîrkirinê û tenêtî di hundirê însên de her bi peyvê re jîya. Her tenêtî ji me re vegot peyvan û di nav tenêtiyê de heliyan, tune bûn. Tenê peyvan jan vemirand û her ku hatin hişê însên tenêtî gewre bû, tab lê nedihat kirin.

Xwandevanê hêja, em hêmû jî di tarîtiya xwe de gazî hev dikin. Ji bo vî karî amûr û qasidê me tenê peyv in. Ji ber hindê peyv dê her bê kîfayet û kêm bimînin, têra me nakin; ti caran nagehin hawara me, di tenêtiya çolistanên dilê me de. Çi heyf…

Ew rûyê peyvan ê ku em di nav rastiya rût û tehl ya jiyanê de dibînin û bikar tînin mîna pêleyîstokên zarokan in. Zarok çawa bi wan pêleyîstokan keyfxweş dibin û wextê xwe derbas dikin; em jî bi wan peyvan keyfxweş dibin, rojên xwe diqedînin û umrê xwe xelas dikin. Tenê xwe dixapînin…

Ya rûyê din?

Belê peyvan rûyekî xwe yî din jî heye kû nayê ditîn û tenê tê hestkirin. Ew rûyê wan ji ber mirovan direvin, xwe vedişêrin. Ew rûyê veşartî ye ku me di nav destê jiyana rojane de derdixîne û me berdide di nava çolên heqîqetê; qeyd û zincîrên evîn û firqetê, hebûn û tunebûnê zendên me dide, me azad dike. Ev rû ye kû me di meydana hejarî û tuneyiyê de eşkere dike.

Peyv êşeke mezin in di hûndirê me de…

Peyv… Şair di bêdengî û beravê şevê de bi van peyvan dileyîzin. Ew peyv in ku şair û bajaran serûbin dikin, kambax dikin; tenêtiyeke ku hatiye talan kirin mezin dikin. Di çavên Zînê de, çavên Leylayê de geş dibin, ditemirin. Wek xewnên zarokan mezin dibin û dimirin…

Peyv ji aliyekî din ve jî sirrên alemên dûr û veşartî didin me. Bi hewla peyvan em xwe digihînin wan sirran; siya heqîqetê ji şikefta Platonî derdixînin. Ji ber hindê dil û mêjiyê însên de şerê xilaf û nakokiyê mezin dibe. Eva jî îmtihanek e. Di destê mêriv de tenê gotin û nivîs hene. Di herdu aliyan de jî tiştên ku em bikar tînin tenê peyv in. Em dixwazin ku bi xêra peyvan trajediya xwe vebêjin, agirê hûndirîn bitemirînin. Lê bêfeyde ye. Peyv kêmas in, bêçare ne. Peyv nikarin me bigihînin sirrên wehdetê, nikarin trajediya me rave bikin û xelas bikin, nikarin agirê hûndirê me  bitemirînin. Peyv derew in, tiryak in…

Peyv ezmûna mirovahiyê ne. Ew Îblîsê ku dibe hezar reng û dikeve hezar eyaran bi neynika peyvan xuya dibe. Ew peyv li ser zimanê Îblîsî dibe şîr û şekir. Însên dixapîne. Paşî jî ew peyv di rihê mêriv de bêhneke genî dihêlin û difirin.

Însên xayîntiyeke mezin dike. Bi peyvan hewla xapandina Xwedê dike. Lê nikare serbikeve. Paşî jî di nav herriya xwe de digevize, ber xwe dikeve. Peyv di hûndirê xwe de xwîn û êgir vedişêrin; însên dikujin û disojin. Şerê hebûnê di navbera însên û peyvan de her dimeşe. Şerekî bênav û bêdawî…

Peyv; çarenûs, qîmet, pîvan… Însan; verîşina asîmanan e û di nava êş û eleman de tenê maye. Di nav mirî û mirinan de xewna bêdawitiyê dibîne û dubare dike. Çarmixa xwe, yanê peyvên xwe li ser pişta xwe digerîne. Çiyayê Cudî û heta çiyayê Turê bi lingên westiyayî dimeşe ber bi qûrbanîtiya xwe ve. Bi seranser çîrokeke dûr û dirêj e…

Xwedê xwe, hêza xwe, bêdawitiya xwe û me ji me re bi peyvan rave dike. Tenê şertekî Wî heye; teslîmbûn. Ji ber hindê peyv barekî giran dihêlin li ser milên me. Em nizanin, an jî em jibîr dikin…

Peyv û diyarde… Ravekirina diyardeyan peyv in. Yanê bêdawîtî nayê teşe kirin lê bêdawîtî heta neyê teşe kirin nayê dîtin û fêm kirin. Mezinahiya Xwedê di vir de ye. Çimkî mêjiyê însên heta teşeyê nedê, nikare fêm bike û têbigêheje. Di vir de peyv hem dibin çare hem jî dibin sînorek. Eva jî rastî û têkçûna mirovahîyê ya fizîkî ye. Efsaneya Babîlê…

Ew tiştên ku em dijîn an jî wisa hîs dikin hemû jî xewnek in. Xewna tunebûnê… Di vê xewnê de zeman berze ye. Peyv jî xwe di ber pişta zemên de vedişêrin. Peyv di navbera jidayikbûn û mirinê de, di navbera şev û rojê de gora me dikolin. Wek çerxeke bêmentiq e. Şîzofrenî. Fikirandina ji der îhtîmalê…

Ez dibêjim qey tênegihêştin hêsan e, ravekirin sext û giran e. Lewma cihê ku peyvên mêriv têrê nekin divê meriv dev jê berde, pênûsa xwe bişikêne…

Ersîn Tek

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply