Ezbenî! Çend Xilmaşî!

Ezbenî! Gotin di dawiya şevê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!

Ezbenî! Her ku di rewşa civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û di encam de pêwîst dibînim ku ez li rastiya civaka xwe vegerim û di derheqî civak û dîroka xwe de binivîsim..

Erê ezbenî! Em tev dibin bandora malbata xwe, herêma xwe û welatê xwe de dijîn. Ev dîroka ku bi zilm û zordariya dagîrkeran, cehalet û nezaniyê hatiye neqişandin û pişta me şikenandiye.. Pêwîste berî her tiştî, em bi tev hawan li rastiya xwe û civaka xwe bigerin, fam bikin û wê rastiyê bi mêranî û zanebûnê li ber çavan raxînin û di ber pêşketina civaka xwe de xebatê bikin..? Zanîn bingehê herî giring e ji pêşketinê re?

Ezbenî! Ev rêbaza ku min daye ser, li perwerdeya bavê min vedigere.. li hezkirina wî ji Barzaniyê nemir re vedigere.. Wî nehişt ez û birayên min ji rêka kurdperweriyê, qencî û mirovahiyê bidûr kevin. Her dem ji me re digot: “Teyir baş e bi refê xwe re”. Û her ku em jê dadigeriyan, wî em lê vedigerandin. Erê her wî rêka durist şanî me dida. Her dem, şîret li me dikir û ji me re digot: Lawo! Eger kesekî me hebe Mela Mustefa Barzanî ye.. Lê lawo! Ev hikûmet bê ewle ye, şiyar bin; “Ku ba hat kevira bidêrin ku ba nehat guh bidêrin!”. Belê, bavê min mamosteyê min bû û her û her ez ê deyindarê wî bim. Ezbenî! Di nav roj, meh û salan de mezin bûm û dara jiyana min, ev berê ku hûn dibînin girtiye.. Ez şaş bibim jî, ji kîsê xwe şaş dibim, ne ji kîsê kesekî din.. Mineta kesekî li min nîne.  Kelehên bilind zû naherfin.. Gulîstanên Nêrgiziyan bi qirş û qalan nalewitin.

*         *          *

Ezbenî! Carekê, li Beriya Mêrdînê li nêçîrê digeriyam.. Li kêleka Nisêbînê ji başûr ve, çav bi xezalekê û du xifşên wê ketim.. Xezalê bi evîndarî ji herdû xifşên xwe re stran digotin.. Bi guhdariya stranên wê re, ez ji desthilanîn ketim; min tivinga xwe li kêleka xwe danî, çixareyek vêxist û dûyê çixareya min bi ser serê min de bilind bû..

Ezbenî! Em herdû -ez û dem- ji kevinbûnê riziya ne..! Bêtir ji dimsa tiriyê Omeriyan.. bêtir ji çîrokên Dêwê heftserî.. bêtir ji şax û paxên dara Çinarê..! Û em wek pelên dara Çilo dihejin..! Tevî ku, em herdû wek du rêwiya ne, Payîz û Zivistan jî, ji ser pişta me danakevin; her kêlîk, her roj, her meh ji me qut nabin.. Bi me re dikulkulin û pelên darên xwe yên zer, bi ser dil û huşê me de dadiweşînin..!

Ezbenî! Min ji demê pirsî: Ev avahiya bilind ya ku binê wê xak e û banê wê asmane û ji çar hawêr ve dirêj û fireh dibe, ya kê ye gelo?! Bersiva min neda, bi lez û bez derbas bû û wek her carê ji ber çavan nebedî bû.. Min jî, serê xwe berda ber xwe û di xwe de ponijîm.. Dawî, min naskir ku ya wan mirovên ku xebat û bizavê di ber çakî, qencî û spehîbûna mirovahiyê de dikin.

Min ji demê pirsî; karê te çi ye?! Bersiva min neda, lê wek roka li esman keniya û wek heyva çardeşevî di nav ewran de nebedî bû..

Min ji kalê 80î salî pirsî; te dinya çilo dît? Serê xwe kir ber xwe de û got: Lîska zaroka ye..

Konê Reş
Qamişlo, 13.03.2021

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply