Hinek xwendevan dema kurteromanek, romanek ji sed rûpelan kêmtir dibînin, ji wan re ecêp tê. Di serê wan de roman weke tuxla divê qalind be, bi kêmanî sê sed, çarsed rûpel be. Gelek roman hene ku sed rûpel in yan jî ji sed rûpelan hindiktir in. Bi taybetî jî romanên nûjen yên nivîskarên Ewropiyan di nabeyna heştê û sedûbîst rûpelan …
Bêhtir »Mamoste Mihemed Berzencî Nas Bikin!
Bi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne û bide naskirin.. …
Bêhtir »Dengbêjekî Ermenî û Kurdewar
Pirr dengbêjên me ji bo çand û hûnera Kurdî hewl dane lê wî bi salan wek Ermeniyekî xizmetî çanda kurdî kir. Heta mirina xwe bi eşqa klamên Kurdî deng veda di nava civata me de. Di sala 1915an de dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan komkujî û tehcîreke mezin pêk tîne. Ji sala 1915an heta sala 1939an nêzîkî 2 milyon Ermenî …
Bêhtir »Ey Felek…!
Te bostek şînî, da min Min gazek şahî, jê girt Te mistek axîn da min Min hembêzek xweşî, jê girt Te tûrek kul û derd, diyarî min kir Min barek hêvî û xwezî, jê girt Te sêwîtî bi ser min de hilweşand Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir Te, ez bi strîyên jînê birîn kirim Min jê, qefdek …
Bêhtir »Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata)
Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata) Wergêr Lokman Polat Weşanên Helwest ISBN: 91-89224-62 -0 Çap: Peknotryck ofsset Stockholm Adres / Navnîşan Lyckselevägen 6. 2tr. 16267 Välingby / Sweden lokmanpolat-1@hotmail.com helwestforlag@hotmail.com lokmanpolat2000@yahoo.se Arîstophanes Arîstophanesê grekî ji vir 2500 sal berê berhemeke şanoyî afirandiye. Piştê 2500 salî ev berhema wî bi kurdî hate wergerandin û di nav weşanên Helwestê de wek pirtûk hate weşandin. …
Bêhtir »JIN Û MÊRIK
Bila jin neqehirin, ev nivîs anku diyalogên li jêr rastiya jiyanê dide rave kirin. Min gelek jin dîtiye ku ji vê jî bêerztir e. Ji bo tu jinê şad û bextiyar bikî, divê jê re hertim tişt bikirî û wê bigerînî. Jin : Ahmed… Mêrik : Bibêj Jin : —- Mêrik : De ka bibêj! Jin : Heger leza te …
Bêhtir »Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed: ARRAF (PISPOR)
Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene. Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberik wexwarîye. Gelek caran bavê min …
Bêhtir »WÊJE Û ZIMAN
Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berê …
Bêhtir »Biwêjên Di Romana Hezkirina Qedexê Ya Ezîzê Gerdenzerî De
“Ji bo ku vegotin xurttir û bi derbtir bibe hinek awayên vegotinê hatine çêkirin. Biwêj jî yek ji wan awayan e. Di kurmancî da biwej pir zêde tên bikaranîn. Biwêj, bi piranî mecazî ne û rewşê dîyar dikin; di wan da daraz tune ne. Dema ku hevok bên parçekirin, ji hev nayên qetandin û yek parçe ne. Hinek Taybetiyên Biwêjan …
Bêhtir »DI DERBARÊ YEKÎTIYA ZIMANÊ KURDÎ DE ÇEND GOTIN
Celadet Bedir-Xan dibêje : ”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qaweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek bi tenê ye û tenê ziman e.” Ola kurdan û neteweyên dewletên dagirker ku hêj jî sê perçeyên Kurdistanê di bin destê xwe de digrin, …
Bêhtir »