Romaneke ji dil-DILNAME-

Di romana kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Gelek nivîskarên kurd ku berê helbest yan çîrok dinivîsî, paşê dest pê kirin roman nivîsîn. Lewre jî hejmara romanên kurdî her diçe zêde dibe. Di hêla naverok û cure mijarên ku têne rave kirin de jî pêşketinek heye, dewlemediyek heye.

Di sala 2019an de nivîskarê  kurd î berhemkar Newaf Mîro di saleke de sê roman nivîsî û weşand, ev jî şanazî û hêjayiyeke ji bo pêşveçûna romana kurdî.

Romana romannivîserê kurd Newaf Mîro “Dilname“ di nav weşanên “Lîs“ de li Amedê derketiye. Roman 89 rûpel e. Edîtorî û serrastkirina wê Dilyar Hoşê, derhênerê dîtbarî Şener Ozmen, wêneya bergê Lokman Ahmed, berg/rûpelsaziya wê Mîran Janbar çêkiriye. Newaf Mîro digel vê romanê du romanên din jî nivîsiye û weşandiye.

Romana Newaf Mîro “Dilname“ romaneke ku di naveroka xwe de bi hunereke edebî rewşa gelê kurd, têkiliyên civakî û konjuktura sîyasî radixe ber çavên xwendevanan.

Du lehengên sereke ên romanê Dildaro û Gulyar in. Serborî û serpêhatiyên wan û serencama wan bi zimanekî wêjeyî tê rave kirin. Gulyar evîndara Dildaro ye. Ew li Kurdistanê diçe çîya û beşdarê nav refên pêşmergeyan dibe. Dildaro jî diçe Almanyayê dibe penaber.

Roman bi sernavê “Nameya dil“ dest pê dike û hetanî dawiya romanê êdî tu beş yan jî sernivîs tune. Ji vê cure romanan re “Nameroman“ tê gotin. Di nav romanên kurdî de ev şêwe roman nû ye. Romannivîser Newaf Mîro bi teknîka nivîsîna nameromanê romana kurdî dewlemend kiriye.

Nameya ku Dildaro ji evîndara xwe Gulyar re nivîsiye nameyek bi derd û kul e, bi êş e. Dema mirov nameyê dixwîne dil û kezeb li mirov dişewite. Aşiqbûn/evîndarbûn di hêlek de gelek xweş e, coşîya jîyanê ye û di hêlek de derûkul e, êş e.

Di nameyê de diyar dibe ku Dildaro hêj biçûk bûye, ango wî ji biçûkîya xwe ve ji evîndara xwe hez kiriye. Û ew mezin dibin, hezkirina wî her didome. Dildaro ji wê re tim name dinivîse. Name xemxuriya wî parve dikin û xemên wî bi ber ba dixin.

Di romanê de derbarê evînê de taswîrên gelek baş û balkêş bi berferehî têne rave kirin. Divê xwendevanên kurd vê romana hêja bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *