Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê

Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne.

Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev.

Ciran û hevalekî min a baş hebû. Navê wî Celîl bû. Xwedê ji wî razî bibe. Celîl rojekê (bihara 2008an) ji min pirsîbû: “Ji bo çi tu kovara Nûbiharê nexwinî?”

Min gotibû: “Ez bi Kurdî nizanim bixwînim.”

Celîl gotibû: “Gelek hêsan e.”

Heman li vira, li ber deriyê xwe, wî kovara Nûbiharê vekir û ji min re xwend. Min bi çavên xwe ew dişopand û min lê nêrî bi rastî Kurdîya Nûbiharê pirr xweşik û sivik e.  Kurdîya Nûbiharê ji ruhê min, ji rabirdûya min, ji mirin û jiyana min derdiket. Kurdîya Nûbiharê gelek basît û herîkbar bû. Heman li vira min bîryar da û ez bûm aboneyê kovara Nûbiharê. 2008-2021, 13-14 sal bûne. Heta ku ûmrê min heye, ez dest ji Nûbiharê nekişînim; çimkî Nûbihar karekê gelek baş û bimbarek dike.

 

Nûbihar ji bo min çi ye?

Ewil çand û folklora Kurda ye.

Piştre Nûbihar çîrok û serpêhatiyên bi zimanekî sivik û xweşik hatine nivîsandine.

Nûbihar şiûra dîrok û netewebûnê ye.

Nûbihar ziman û gramera Kurdî ye.

Tabî, em helbest û hevpeyvîn, lêkolinan ji bîr nekin.

Nûbihar tewrekî bi şeref e.

Nûbihar biratîya dîn û olan e.

Nûbihar hilweşindana sînorên sextê ye.

Nûbihar pêşî lê girtina bişaftin û asîmîlasyonê Kurdî-Kurda ye.

Nûbihar xewn û xeyala Ehmedê Xanî ye.

 

Eger ku min Nûbihar nexwendiya tim tiştekî min, alîyekî min, perekî min a kêm bibûya.

Ez ji berpirsîyar û kedkarên Nûbiharê re gelek sipas dikim.

Destên we sax bibin.

Xwedê we biparêze.

Xwedê kêmasiye wê nade.

Dizanim ku kêmasiya we bi tu tiştî tijî nabe.

Bi hêvîya Nûbihar û Newrozên azad û bextewar.

Newroza me pîroz be.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply