BENDNAME –li ser ruhê edebiyatekê- Ya Remezan Alan

Dema ku min Bendname’ya Remezan Alan xwend, serwext bûm ku pişta asimilasyona qirêj û kirêt a li ser me Kurdan şikestiye. Rast e: Bi pirtûkeke pişta asîmîlasyonê ne şikandin, lê ev pirtûk dewlemdî û girîngiya wî zimanî diyar dike, hingê rewş tê guhertin.

Bendname ziyafeta edebiyata Kurdî ye di vê ziyafetê de her tişt (rexneyên balkêş, şîroveyên têr û tijî, analîzên psîkolojîk, diyardeyên sosyolojîk, teswîrên edebî,  zimanekî herîkbar û zengîn hwd.) heye. Li hember me mazûvanekî hoste û jêhatî heye. Xwezî nivîskar Remezan Alan çend Bendnameyên din binivîsandiya. Min ev pirtûk du caran bi keyfxweşî xwend. Ev nîşe jê hilgirtin. Ji ziyafeta Bendnameyê çend parçe. Fermo!

 

*Navê duyemîn ê vî epîfenomenî nivîsende ye. Bi qewlê Roland Barthes ne écrivain (nivîskar/yazar), écrivant (nivîsende/yazman)! Çima wisan dibêjim? Ji ber ku “nivîskar erkekê pêk tîne, nivîsende çalakiyekê. Nivîskar jî di nav tevgerekê de ye, lê tevgera wî bi objeya wî re (bi ziman re) têkildar e. Gotinê, gotina ku bi riya îlhamê tê jî dineqişîne nivîskar. Lewma di nav tevgera wî de du cure pîvan hene: Pîvanên teknîkî (fiction, genre) û pîvanên karkerî (xebat, sebir, rastkirin, bêqusûrkirin). Lê dîsa jî nivîskar ew kes e ku çimayê dike mirov çawa binivîsîne. Ji bona nivîskar, nivîsandin tevgereke “negerguhêz” (geçişsiz) e, heqîqet ji bo vî ji hincetekê pêvetir ne tiştek e; lewma ew tu carî dinyayê şîrovê nake. Nivîskar, bi awayekî ontolojîk ku tiştan ji xwe re dike qedexe: Hînkirin (ji ber ku hînkirin her îzahê dike pêşandeyek) û şahidi (ji ber ku şahidi jî eynîbûnê bi xwe re tîne.) Halbikî dema nivîskar bigotina xwe re ‘dibe yek’, mafê şûndegirtina heqîqetê winda dike.

Lê “nivîsende, ew mirovên “gerguhêz” in (geçişli), ji xwe re armancên wek ‘şahidiyê’, ‘îzahkirinê’ û ‘hînkirinê’ hilbijartine; gotin û nivîs, ji pergela vê armancê pêvetir tiştek nîne. Ziman di destê wan de pergala ragihandinê ye, veguhêzerê ramanekê ye. Nivîsende her çi qas pûte û îhtîmamekê bide nivîsê jî, ew îhtîmam tu car ontolojîk nîne yan ji endîşeyeke ontolojîk bêpar e. Belê ew, zimanên li ber destan (zimanê marksîst, egzîstansiyalîst, îsewî) bi kar tîne, lê kêm caran xwediyê uslûbekê ye. Jixwe taybetiya ku nivîsende te’rîf dike, safbûna ragihandinê ye. Ew tu car naxwaze ku taybetiyek were û li ser peyama (mesaj) wî xêliya wateyeke din dayne. Lewma ger nivîskar rahibek be, nivîsende j, noterek e. (Rûpel, 17-18; jêgirtin Roland Barthes, Yazı ve Yorum).

 

*Mesela li ser destpêka şîrovenasiyê (hermeneutîk), Sontag digot ku “şîrovekar, ji ber daxwazên ‘modern’ serî li metnên kevn dixist û ew metin ji bo îhtiyacên îroyîn diemilandin. Belê, ‘şîroveya berê’ wateyeke din bi ser wateya metnê ve dikir, lê dema ev yek dikir li ber metne hurmetkâr bû; halbikî şîroveyên îroyîn ên ‘êrîşker’ û bêhurmet’ metne qul qul dikin û metne ji holê radikin ji bo ku li pişt paşxaneya wê tiştekî din an metneke veşartî bibînin.” (Rûpel; 22).

 

*Gabriel Rosettî di Komedyaya Îlahî ya Dante de li gul û xaç û pelîkanê ya gerîyaye lê di tu cîhan de ew bi hev re neditîne. Armanca Rosettî ispatkirina masontîya Dante bû. (Rûpel; 37).

 

*Sontag: “Şîrove, mezinkirineke bêhed a naverokê ye.” (Rûpel; 39).

 

*Di destpêka de ez bibêjim, “digel çalakbûna zaravayên wê, kanona edebiyata kurdî, bi awayekî ecêb, têra xwe bihêz e,” gelo de îddîayeke mezin be? Bi min, na! Ji ber ku ew refleksa ku kanonê tîne pê, (ku Jusdanis ji bo kanona edebî dibêje, ‘ew metnên edebî yên ku çîrok û dîroka miletekî bi zimanê wî yê zikmakî qeyd dikin’ û ez jî kanonê tam div ê ma’neyê de bi kar tînim. (Rûpel; 60).

 

*Yên ku jê haydar bin dê bibîrbînin Gilles Deleuze û Félix Guattari, di xebata xwe ya der barê Kafka de bi awayekî eşkere digotin ku ‘edebiyata mînor (piçûk), ne edebiyata zimanekî mînor e, ew bêtir, edebiyata kêmarek e ku di nav zimanekî majör (mezin) de hatiye kirin. Taybetiya yekemîn a vê edebiyatê, di her şertî de, bikaranîna zimanekî bêcihûwar (yersizyurtsuz) e û elmaniya Pragê, bi xizanî û bêcihûwarbûna xwe ve tam jî zimanekî wisan e. Taybetiyên duyem û sêyem ên vê edebiyatê jî ev in: Berevajîyê “şexsîbûn”a edebiyata major, di nav mekanên teng ên vê edebiyatê de, her pirsgirêka şexsî, diçe dibe parçeyê rewşeke siyasî. Û di vê edebiyatê de her tişt, qîmeteke kolektîf hildigire.  Û piştre jî ji bo van her sê taybetiyan, van camêran metaforeke wiha guncav didîtin: “Nivîsandina mîna kuçikekî ki ji xwe re li nivanekê digere, mîna mişkekî ku ji xwe re qulekê çêdike. Ji bo vê yekê jî peydakirina çola xwe, aliye xwe yê nepêşketî, devoka xwe ya herêmkî, dinyaya xwe ya sêyemînî.” (Rûpel; 67).

 

*Gelo Fredric Jameson, ji Deleuze û Guattari agahdar digot’Metnên edebiyata dinyaya sêyemîn, ên mahrem û libîdînal jî tê de, alegorîk in û xwediyê tesewireke siyasî ne? (Rûpel; 67).

 

*Nexwe kurdînûsîn, berî her tiştî, li hemberî vê bêqîmetkirinê, yanê li ber asîmîlasyon, qirkirin û biçûkditinê, bersiveke antî-kolonyal e. Bi gotineke din, redkirina mînorî (Başûrê-rojhilat, Başûrê-rojhilatî) ye…  (Rûpel; 71).

 

*Li vir cardin mirov Loomba bi bîr bîne baş dibe: “Insanên mêtingehê, gelo bi kîjan dengan dipeyvin? Bi dengên xwe diaxifin an bi devokên efendiyên xwe? Dê bête gotin ku di vê pirsê de kirp (vurgu) ne li ser “ziman” e, li ser “vebêj”ê ye. Rast e. Jixwe ez jî îddîa nakim ku kesên bi kurdî dinivîsînin, ruhê wan ji her cure qirêjiya kolonyal paqij bûye û pênûsa wan jî gihîştiye selameteke estetîkî. Na! Dibêjim, ji ber sedemên xwe yên taybet kurdînûsîn, di xwe de edayeke antî-kolonyal dihewîne û me mecbûr dike ku em li ser samimeyata jan û birînên kurdînenûsan bikevin şik û gumanan! Madem dûvê gotinê heya vira hat, em eşkere bibêjin: Li vî parçeyî, tirkînûsîna kurdan, ne tenê encameke zalim a asîmîlasyonê ye yan ne tenê marîfeta tedrîsateke kolonyal e. Di vê tercîhê de berjewendiyên rojane, hewesên populer, bêxemiya netewî, rambûna şexsî jî sedemên sereke ne. Li hember bêrewaciya kurdî, tirkînûsîn, îhtimala şan û şohretê ye; qezenckirina pere û xelatan e; teqdîrkirineke bê riske… (Rûpel; 73).

 

*Fanon dibêje, ku di nav şertên kolonyalîzmê de reşik, ji bo ku serî bi renge xwe yê reş re derxe (rengê xwe veşêre), ji xwe re hin maskeyên spî hildibijêre. Hinek caran ji min re wisan zen çêdibe kurd jî li ser navê humanîzmeke gerduni ji xwe direvin. Ji bo ku vê revê pêk bînin hin gotinan ji peywenda wan qut dikin û wan ji bo rewşa xwe bi kar tînin. Mesela di vê revê de ez çend caran bûme şahid ku hin kurdên me yên ku lawên qewmekî “bê mal” in ji xwe re ev gotina Adorno kirine şîar: “Îro kêşeyeke exlaqî ye ku mirov li malê xwe li malê xwe hîs nake.” (Rûpel; 75).

 

*Kêm zêde li her kesî ‘eyan e ku armanca eslî ya neteweperweriyê, avakirina dewleta netewî ye. Lewma gava pêşiya xwe dibîne, bi alîkariya dîrokeke avakirî, dest davêje sê tiştên seresazî: Ziman û Edebiyat û Çand!… Yanê cewher di te’rîfan de ye: Edebiyat, qeyda serboriya netew; çand, reng û rabûn û rûniştina wê; û ziman jî pergala vê serboriyê ye. Ku bi devê Gregory Jusdanis bibêjim: Edebiyat, rojnivîska netewêye ku çîroka wî ya duh, îro û sibê qise dike; çand, kes û însanên wê netewê bi adet, tecrube û çîrokan bi hev şîrîn dike; ziman jî, ragihandina wan çîrokan û tekanetiya herî kûr e. Li vir tiştê eşkere ev e: Ev her sê xweytîkiriyê hev, ne sazî bin jî wekî saziyan dixebitin… Bi fikra min ji bo fêrkirinê, “îstiareya sifreyê” guncawtir e: ‘Kerem kin’, dibêje netewetî bi awayekî jixwebawer ji mensûbên xwe re, ‘ha ji we re bi van kevçî, çetel û kêran (ziman), van tiamên (edebiyat) li ser sîniyên ji bav û kalan (çand) tam bikin’!. (Rûpel; 97).

 

*Mesela di nav wan pirsan de çi digot Jusdanis ji bo edebiyatê: Edebiyat, rojnivîska netewekê ye, çîroka rabirdû, niha û pêşeroja wê ye. Wek yekûnekê, kanona edebiyatê ya ku çîroka netewê qiset dike, li ser hîsa hemweletiyê neteweyeke yekbûyî baweriya insanan mîzan dike û tecrubeya piştevaniyê li wan hêsan dike. (Rûpel; 109).

 

*Di nivîseke xwe ya navdar de Fredric Jameson îddîa dikir ku hemû metnên “dinyaya sêyemîn” (ew gelên ku ezmûna emperyalîzm û mêtinkariyê jiyane), bi awayekî taybetî, metnên alegorîk in. Diyardeyên psîkolojîk û lîbîdînal, di nav têgehên siyasî û civakî de, çîrok û serencamên şexsî di nav ezmûnên kolektif de têne qisetkirin. Heta hinek ji wan wek romanê, yekser ji temsîla Rojava bin jî, divê ew wekî alegoriyên netewî bêne dîtin û xwendin. Ji ber ku, digot Jameson, ji wan yên herî mahrem, yên ku xwediyê dînamîzmeke lîbîdînal in jî, di dawiya dawîn de malê dîzayneke siyasî ne. Qedera lehengên van metnan, bi domdarî di nav çand û civateke kolektif de, bi tekoşîneke giştî de tayin dibe. (Rûpel; 125).

 

*Ger ji ber faydeyeke civakî berhemek xweşî me çûbe, ev yek nîşan dide ku jiyana hunerî di me de şîn nebûye. Ew nivîskarê ku ne bi riya jiyana estetîk, bi ya fikrên ku xwendevan jê hez dike dilweşiyek pêk anîbe, ew jî ne hunermendekî heqîqî ye… Edîb, dema dev ji hêmayan berda û li pey delîlên mantiqî ket ango hêmayên wî kêrî îsbata filan an bêvan mijarî hatin, ew ji hunermendekî bêtir maqalenûsek e êdî. (Rûpel; 180; neqila neqil, Edebiyat Kuramları ve Eleştiri ya Berna Moran, ji G. V. Plehanov, Sanat ve Soyalîzm a G. V. Plehanov).

 

*Belkî jî em vegerin destpêkê û bi kurtî vebirin dê baştir be: Di nav şertên kolonyal de nivîskarê kurd, bi kurdînûsînê, jixwe erkeke siyasî û exlaqî pêk tîne. Her wiha hewce nake ku li ser navê dildayîneke polîtîk û pedagojik, ji riya estetîkê veqete. Ji ber ku yek rola nivîskar a şoreşger heye. Ew jî nivîsandina xweşik û bi rêkûpêk e. (Rûpel; 181).

 

*Ev îhtiras, di nav dinyayeke simûlakrî de, sirf ji bo ku xwe bide ecibandin rastiyê qetil dike û vê maharetê jî li ser navê şefafiya dinê dike ku di eslê xwe de ew şefafî, şefafiya xirabiyê ye. (Rûpel; 204).

 

*Li gor Mircea Eliade, navbera zemanên mîtolojîk û zemanê weadkirî yê şoreşan tu ferq nîne. Ji ber ku digot Eliade, di dawiya dîroka felsefeya marksîzmê de jî “dewra zêrîn”a eskatalojiyên qedîm heye. (Rûpel; 218).

 

*Li vir mal an xanî, wek kakilê gundekî, gund yê herêmekê, herêm yê welatekî fireh dibe û windakirina yekî, ya hemûyan temsîl dike. Wê demê ev gotinên Bachelard ên der barê “malê” de ji bo me manîdartir dibin: “Xanî, kêrî parastina destkeftiyan tê; wan destkeftiyan domdarî dike. Ger xanî nebûya, însan dê belaw bibûya biçûya. (Rûpel; 228).

 

*Cristopher Caudwell ji bo helbesta Ingilîzî beredayî negotibû, wezna serbest, bi teşebisa burjûwaya anarşîk dest pê kir ku di vê serdemê de mirob kontrola têkiliyên xwe yên civakî bi temamî ji dest derxistibû. (Rûpel; 246).

 

*Ji wî em ê niha ji destnîşankirina Gennadiy N. Pospelov bikevin rê ku wî digot, vebêj, zimanê di nav tevgerê de ye. (Rûpel; 262).

 

*Helbest heya rû ji xwezaya xwe banede, yanê dev ji pirên navbera me û jiyanê bernede, dê hêmayên kamil biafirîne û dê vê dinyayê ji bo me careke din ava bike. (Rûpel; 266).

 

*Terry Eagletonê ku di navbera şêweyên hilberîna edebî û îqtisadî de pevgirêdanên serbixwe dîtibûn, bi awayekî mafdar gotibû ku naveroka edebî, di çarçova pêwîstiyên îdeolojîk de tê mezaxtin û mezaxtina vê naverokê jî roj tê binyada metnê tayîn dike. (Rûpel; 276).

 

 

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply