Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

VEKOLÎNEKE BERAWIRDÎ DI NAVBERA ŞENGILO Û MENGILOYA HECIYÊ CINDÎ Û GUR Û HEFT KARIKÊN BIÇÛK A BIRAYÊN GRIMM DE
Atlı, H. (2023). Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Hecîyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Brayên Grimm de, The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1343756. 

Hikmettin ATLI
Mardin Artuklu Üniversitesi, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı, bedranh@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0868-3294

KURTE

Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

Peyvên Sereke: Folklor, vegotinên gelêrî, çîrok, berawirdî, epizot

Hecıyê Cındi’nin Şengilo ve Mengıio Adlı Masalı ile Grimm Kardeşlerin Kurt ve Yedi Küçük Oğlak Adlı Masalı Arasında Karşılaştırmalı Bir Analiz

ÖZ

Halk anlatıları doğaları gereçi çeşitli kaynaklardan beslenirler ve bu kaynaklar toplumların kültürel, dini, demografik, ticari vb. hareketlerleri ile yakından ilişkilidir. Bu hareketler sonucunda bu toplumların günlük yaşam tarzlarında ve maddi kültürlerinde benzerlikler ortaya çıktığı gibi manevi kültürlerinde ve folklorlarında da birbirine yakınlaşma ortaya çıkmaktadır. Birçok antropoloğun da tesbit ettiği gibi; insanların temel ihtiyaçları dünyanın her yerinde birbirine benzer olduğundan kültürlerinde de benzerliklerin olması çok doğaldır. Halk anlatıları her ne kadar sürekli bir oluşum içinde olsalar da ve sürekli kendilerini yenileseler de, bu eserler üzerinde yapılan çalışmalardan ve anlatı özelliklerinden ve içeriklerindeki motiflerden, köklerinin arkaik dönemlere kadar dayandığını biliyoruz. Dolayısıyla iki farklı kültürün halk anlatıları arasında dikkat çekici bir benzerlik gördüğümüzde, bu benzerliğin nedenlerini sadece günümüz ilişkileri bağlamında incelememeliyiz. Belki insanlığın daha eski dönemlerinde bu iki kültür arasındaki ilişkiler farklıydı. Alman ve Kürt halk hikayeleri arasındaki benzerlik buna bir örnektir. Bu iki milletin hikâyelerini dikkatle incelediğimizde bazı hikâyelerinin tema, motif ve hikâye yapıları bakımından birbiri ile aynı olduğunu görürüz. Kürtlerin Elik ile Fatik masalı ile Almanların Hansel ve Gretel masalı; yine Şengê ile Pengê masalı ve Kurt ile Yedi Küçük Kuzu masalı her bakımdan aynı masaldırlar. Yani bu iki masal birbirine benzer iki masal değil, aynı masalın iki farklı varyantıdırlar. Bu incelememizde Kürtlerin Şengilo ve Mengilo masalı ile Alman Kurt ve Yedi Küçük Kuzu masallarını karşılaştırarak bu ortaklığı tespit etmeye çalışacağız.

Anahtar Kelimeler: Folklor, halk anlatıları, masal, karşılaştırma, epizot

A Comparative Analysis Between Şengilo and Mengilo Hecîyê Cindî and The Wolf And The Seven Little Kids

ABSTRACT

Folk narratives naturally have a variety of sources and these sources are related to cultural, religious, demographic, commercial and etc. movements of communities. As a result of these movements, just as there are similarity in the daily life methods and material culture of these societies, there are also similarities in their spiritual culture and folklore. As many anthropologists make this finding; since the basic needs of people are the same everywhere in the world, it is very natural that there are widespread commonalities in their culture. Although folk narratives are constantly being created and updated, we know that their roots can be traced back to archaic times. Therefore, when we see an interesting agreement between the expressions of two different cultures, we should not only look for the reasons for this agreement according to today’s ccontext. Maybe the relationship between these two cultures was different in the more ancient times of humanity. As an example of commonality between German and kurdish stories. When we pay close attention to the stories of these two nations, we see that some of their stories are similar in terms of theme, motive, and tale structure. The German tale of Hansel and Gretel and the kurdish Elik and Fatik, the German tale of The Wolf and The Seven Litle Kids and the kurdish Şengê and Pengê are the same tales in all respects. That is, they are not two similar tales, but they are the same tale. In this review, we will try to identify this commonality by comparing the kurdish Şengilo and Mengilo and the German The Wolf and The Seven Litle Kids.

Keywords: Folklore, folktales, tale, comparission, episode

Destpêk

Di nava cureyên vegotinên gelêrî de cihekî taybet yê çîrokê heye. Ji destpêka xebatên folklorê heya îro di heqê mijar û temayên çîrokan de di heqê taybetiyên dirûvî yên çîrokan de û di heqê çavkaniya çîrokan de gelekî xebatên zanistî hatine kirin. Anti Aarne çîrokan li gorî hêmanên naverokî tesnîf kirine û tesnîfa wî di xebatên folklorê de wekî tesnîfeke bingehîn cih girtiye (Çobanoğlu, 2012; 127-128). Li gorî Axel Olric; çîrok û bi giştî vegotinên gelêrî heyînên superorganîk in û ew bi prensîbên xwe yên taybet ve girêdayî ne (Oğuz û yd., 2006: 66-74). Dîsa folklorzanên mîna Thompson û Propp çîrokan li gorî motîf û fonksiyonan tehlîl kirine. Thompson di binê 23 serenavên esasî de bi hezaran motîf tesbît kirine û îdîa kiriye ku çîrok ji hatine cem hev ya van motîfan pêk tên (Hîkmet, 2015: 41-42). Propp jî bêtirî bala xwe daye tevgerên bingehîn yên di çîrokan de derdikevin pêş me û van tevgeran wekî fonksiyon bi nav kirine. Propp jî di binê 31 fonksiyonên bingehîn de bi sedan fonksiyon tesbît kirine (Propp, 2008: 121-129) Herwiha antropologên wekî Max Muller, Theodor Benfey, Edwar Taylor û Andrew Lang jî bêtir bala xwe dane ser çavkaniya esas ya çîrokan û di encama van nîqaşan de teoriyên wekî; teoriya mitolojik, teoriya dîrokî û teoriya etnografîk derketine (Aslan, 2008: 276-277)

Herçendî ku ji aliyek ve li ser probelma cureyên berhemên folklorî de xebat hatibin kirin jî ji aliyek dî ve xebatên berawirdî hatine kirin ku di van xebatan mebesta sereke têgihîştina bandorên navberçandî û herêmên coğrafik e. Folklorzanê navdar Carl Wilhelm von Sydow bi berpêşkirina têgiha oikotype (ekotip) vê nîqaşê daye destpêkirin û vê yeke bandorê li ser xebatên miqayeseyî kiriye (Oğuz-Teke, 2014: 61-71) Berawirdkirina berhemên folklorî û bi taybetî vegotinên gelêrî, derfet dide me ku em du an jî çend diyardeyên ji çavkaniyên cuda di nava miqayeseyê de binirxînin û di heqê wan diyardeyan de li gorî mebesta vekolînê bigihîjin agahiyan. Mebesta vekolînê carina dibe ku bi tenê tesbîtkirina hevbeşî û cudahiyên di navbera wan diyardeyan de be û carina dibe ku hewla tesbîtkirina reseniya yek ji wan diyardeyan be. Herwiha vekoler dikare li derdora hin tema û motîfan an jî ji perspektîfeke çandî, zimanî, etnîk, dînî û hwd jî berhema folklorî ji xwe re bike armanc û hewil bide aliyeke dî ya van diyardeyan derxe meydanê. Armanc her çi be jî, vekolîna di nava miqayeseyê de her tim rê vedike ku em wê fenomenê baştir têbigihîjin.

Di vê xebatê de ez ê hewil bidim ku di navbera Şengilo û Mengilo ya Heciyê Cindî (Cindî, 2011: 5-7)  û Gur û Heft Karikên Biçûk ya Birayên Grimm (Grimm, 2023) de berawirdiyê bikim. Cindî ev çîrok di navbera salên 1930 û 1950yan de ji nava kurdên Ermenistanê berhev kirine û di sala 1952yan de bi navê Hîkayetên Cimeta kurdî çap kirine. Varyanta Grimm jî ji aliyê her dû BirayênGrimm ve; Jaccob Grimm û Wilhelm Grimm ve ji nava civaka alman hatine berhevkirin û di sala 1812an bi navê Kinder und Hausmarchen hatine çapkirin.

Heya niha bi qandî ku em dizanin du xebatên akademîk li ser berawridkirina çîroka Şengilo û Mengilo û Gur û Heft Karikên Biçûk hatine çêkirin. Yek jê xebata Hayreddin Kızıl û Veysel Tanrıkulu a bi navê Berawirdkirina Çîroka Hedlîlik Bedlîlik a Bi kurdî Bi Gur û Heft Karikan a Bi Birayên Grimm re ye (Kızıl-Tanrıkulu, 2015: 70-85). Kızıl û Tanrıkulu di vê xebatê de li gorî kataloga motifan a Stith Thompson di navbera her dû çîrokan de berawirdî kirin e. Xebata dî jî a Kenan Subaşı ye ku bi sernavê Xebateke Berawirdî Li Ser Çîrokên “انگور حبه ومنگول و شنگول مامان” “Şengilo û Mengilo” The Wolf and The Seven Litle Kids” (Subaşı, 2016, 178-198). Subaşı di vê xebatê de berawirdiya xwe li ser esasê tabloya fonksiyonan a Vlademir Propp kiriye.  

Her wekî ku me li jorê jî îzah kir, di berawridiyek de gelekî aliyên berhemekê dikarin bibin navenda vekolînê û li gorî wan berawirdî bê kirin. Em ê esasê berawirdiya xwe li ser epîzotên çîrokê bikin û dû re em ê li gorî leheng û vegotina çîrokê her dû varyantan vekolin. Epîzot, di cureyên wêjeya gelêrî yên wekî destan, çîrok û çîrokên gelêrî de; ji pasajên metnekî re têne gotin ku ji hev cuda dibin lê bi mijara bingehîn re têkiliya wan heye. Ev cure pasaj, hev temam dikin û teksta bingehîn tînin wicûdê. Di şûna vê têgihê de, têgihên mîna beş, xeleka bûyeran an jî rêza bûyeran jî hatine bikaranîn (Kaya, 2017: 313). Her çendî ku ji hin aliyan ve dişibin fonksiyonên Propp û motîfên Thompson jî, epîzot hinekî bêtir teqabulê kompozîsyonekê dikin. Di vir de eger em metna tam wekî kompozîsyonekê bifikirin; ew kompozîsyonên biçûk in di nava kompozisyona giştî de. Lê motîfên ku Thompson diyar kirine piranî wekî sombol an jî fikriyat hatine tesewirkirin (Çobanoğlu, 2012: 129-130) û fonksiyonên Propp jî bi piranî li dû aksiyonên lehengên vegotinê derketine meydanê (Propp, 2008: 140-147). Lewre ji bo têgihîştina avaniya vegotinê, vekolîna ji perspektîfa epîzotan giring e. Herwiha digel ku Thompson wekî binbeşê 23 motîfên sereke bi hezaran motîf tesbît kirine û Propp li kêleka 31 fonksiyonên bingehîn di binbeşan de bi sedan fonksiyonên dî tesbît kirine jî, di çîrokekê de hejmara epîzotan gelekî kêm e. Epîzotên bingehîn yên vegotinekê wekî 10-12 hatine tesbîtkirin lê ev hejmar li gorî wesfiyeta çîrokan dibe ku biguhere jî.

Di vê vekolînê de em ê berawirdiyê li gorî van epîzotan bikin: 1. Epîzota Destpêkê, 2. Epîzota Veqetînê, 3. Epîzota Hatina Êrîşkar, 4. Epîzota Lihevrasthatina Êrîşkar û Qurbanî, 5. Epîzota Vegera Dayikê, 6. Epîzota Şerê Êrîşkar û Dayikê.

1. Berawirdkirina Epîzotên Çîrokê

    • Epîzota Destpêkê

Varyanta Grimm bi vî rengî dest pê dike:

Es war einmal eine alte Geiß, die hatte sieben junge Geißlein, und hatte sie lieb, wie eine Mutter ihre Kinder lieb hat.(Dibê wextekî bizinek pîr hebûye û heft karikên wê hebûne ku wê bi hemî hezkirina dayikekê ji karikên xwe pir hez dikir)”

Wekî ku em ji vê destpêkê dibînin, bizinek tevî heft karikên xwe heye lê behsa veqetîna bizinê ji keriya xwe nayê kirin. Lê di dirêjahiya çîrokê de em fêm dikin ku bizin ji keriya xwe cuda dijî.

Di varyanta Cindî de, çîrok bi vî rengî dest pê dike:

Carekê bizinek ji pêz vediqete, diçe çiyê, binê zinarekî ji xwe re dikole, holikê ava dike, ji xwe re dike gom û tê de dizê: sê karan tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê jî Qalîçengilo.”

Di vê destpêkê de, hevoka pêşîn pir giring e ku bizin ji keriya xwe vediqete û bi serê xwe dimîne. Ev tema li gorî fonksiyonên Propp jî giring e, lewre veqetîn heye. Lê di varyanta almanî de veqetîna bizinê ji keriya xwe nîn e.

  • Epîzota Veqetînê

Epîzota veqetîna bizinê ji karikên xwe li gorî varyanta Grimm û ya kurdî hin cudahiyên karakterîstîk dihewîne. Di çîrokê de ya rast, destpêka rêzebûyeran bi vî rengî ye: Di her dû varyantan de jî dayik beriya ku dûr bikeve, karikên xwe li dora xwe kom dike û an hin hişyariyan an jî hin şîretan li wan dike. Di varyanta Grimm de ev pasaj bi vî rengî ye:

Liebe Kinder, ich will hinaus in den Wald, seid auf eurer Hut vor dem Wolf, wenn er hereinkommt, so frißt er euch mit Haut und Haar. Der Bösewicht verstellt sich oft, aber an seiner rauhen Stimme und an seinen schwarzen Füßen werdet ihr ihn gleich erkennen.(Zarokên min ên şêrîn. Divê ez herim nava daristanê. Xwe ji gur muhafize bikin; eger ew bikeve hundir wê we hemiyan tevî postê canê we bixwe. Ev bênamûs hertim xwe vedişêre û şiklê xwe diguhêre, lê win ê ji denge wî yê qalind û lignên wî yên reş wî nas bikin.)”

Di varyanta Cindî de ev epîzot bi vî rengî ye:

Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ez ê herim çêre, kengê ez hatim, min got:

“Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo,

Ez çûme zozana

Qirşik kete ber dirana

Şîr kete guhana

Dayika we hate dana

Derî vekin werin dana”

Hûnê paşê derî vekin.

Wekî ku em dibînin di varyanta Cindî de, bi tu rengî behsa gur tune ye. Diya wan li wan şîretek dike û ya balkêş ew e ku dê û karik di nava xwe de zimanekî şîfreyî datînin û dema ku li ber derî ew şifre hate gotin hingê dê derî bê vekirin. Herwiha giringiyek dî ya şîfreyê ew e ku ew bi zimanê helbestî hatiye gotin. Di varyanta Grimm de ne helbest, ne jî ev şifre heye. Lê di vê varyantê de dê, bi aşkerayî navê gur dide, karikên xwe li hember gur hişyar dike û ji wan re hin taybetmendiyên gur vedibêje da ku ew gurî nas bikin. (Wekî qalindiya dengê wî, wekî reşbûna lingên wî)

  • Epîzota Hatina Êrîşkar

Di her dû varyantan de jî kêliya bilindbûna tansiyonê, bi hatina gur dest pê dike. Di varyanta kurdî de em dibînin ku gur, xwe veşartiye û li axaftinên dayik û karikan guhdar kiriye û li ser vê plana xwe çêkiriye. Lê di varyanta Grimm de ev sehne tune. Digel ku sehneyek wiha tune be jî em ji hatina gur dizanin ku ew hay jê heye ku karik li wir in û dayika wan ne li cem wan e. Yanê di vir de jî ji pêş de plankirin û hewla xapandinê heye. Di varyanta Grimm de ev epîzot bi vî rengî ye:

“Es dauerte nicht lange, da klopfte jemand an die Haustür und rief: “Macht auf, ihr lieben Kinder, eure Mutter ist da und hat jedem von euch etwas mitgebracht! (Di navê de pir wext derbas nebû ku yekê li derî xist û bang kir, ‘Derî vekin zarokên min ên şêrîn; dayika we hat û ji her yekê ji we re tiştek bi xwe re anî!)”

Di varyanta Cindî de epîzota têkildar bi vî rengî ye:

“Çend roj wisa, bi wî hesabî derbas dikin. Rojekê gur bi giliyê wan dihese. Bizin ku sibê zû radibe, diçe zozanan, berî bizine gur tê û dibêje:

“Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo

Ez çûme zozana

Qirşik kete ber dirana

Şîr kete guhana

Dayika we hate dana

Derî vekin”.

Wekî ku em li vir dibînin, gur ji pêş de li wan guhdarî kiriye, şîfreya wan bi dest xistiye û bi rêya bikaranîna wê şîfreyê xwestiye karikan bixapîne.

Di vê epîzota ji her dû varyantan de, tiştek xuya dibe ku di çîrokan de herî zêde derdikeve pêş me. Ev motîfa hîleyê ye. Motîfa hîleyê di kataloga motîfan ya Stith Thompson de yek ji motîfa sereke ye (Hîkmet, 2016: 41-42). Li vê derê êrîşkar bi rengên curbecur dixwaze qurbanê bixapîne. Qurban pirî caran ji ber safî û dilpakiya xwe bi hîleyê dixapin. Herçendî ku motîfa hîleyê di piraniya çîrokên kurdî de bi rovî re têkildar derdikeve pêş me û di van cure çîrokan de hîle wekî temsîla aqil derdikeve pêş jî û ji bo guhdaran û zarokan ev xaleke pozîtîf û pesinandinê ye jî; di vê çîrokê de hîle, di destê hêzeke êrîşkar de ye û bi îmajeke negatîf derdikeve pêş me. Ev cure hîle di hin çîrokên dî de jî derdikeve pêş me ku di wan de karaktera pîra mirovxur heye. Wekî ku di çîroka Elik û Fatikê de jî em dibînin.

  • Epîzota Lihevrasthatina Êrîşkar û Qurbanî

Lihevrasthatina êrîşkar û qurban, di çîrokên gelêrî de, epîzoteke pir giring e. Ev epîzot bi piranî li piştî motîfa hîleyê tê. Lewre êrîşkar piştî gelek hewldanan, gihîştiye armanca xwe û qurban ketiye dest. Ev merhele di heman demê de motîfa îmtîhanê jî derdixe pêş me. Ev motif jî di kataloga motîfan ya Stith Thompson de yek ji motîfên sereke ye (Hîkmet, 2016: 41-42). Ya rast beriya ku êrîşkar bigihîje armanca xwe, ji bo qurban îmtîhanek heye û bi piranî qurban di vê îmtîhanê de ji ber safî û bêbasîretiya xwe, an jî ji ber ku li şîretan guhdar nekiriye têk diçe. Di varyanta Grimm de, em dibînin ku, digel ku qurban hişyar in û gelek tiştan didin ber gur jî, gur her carê hewla xapandina wan dike û di dawiyê de wan dixapîne û digihîje armanca xwe.

“Nun ging der Bösewicht zum dritten Mal zu der Haustür, klopfte an und sprach: “Macht auf, Kinder, euer liebes Mütterchen ist heimgekommen und hat jedem von euch etwas aus dem Walde mitgebracht!” Die Geißlein riefen: “Zeig uns zuerst deine Pfote, damit wir wissen, daß du unser liebes Mütterchen bist.” Da legte der Wolf die Pfote ins Fenster, und als sie sahen, daß sie weiß war, so glaubten sie, es wäre alles wahr, was er sagte, und machten die Türe auf. Wer aber hereinkam, war der Wolf. ( Li ser vê wî gurê bêbext, cara sisêyan hate ber derî û li derî xist û got, ‘Derî vekin ji min re karikên min, dayika we hat, û ji bo her yekê ji we re ji daristanê tiştina aniye.’ Karikên biçûk kirine qêrîn, ‘Pêşî pencên/lingên xwe nîşanî me bide ku em bizanibin ka tu dayika me yî an na.’ Paşê gur pencên xwe di ber pacê de nîşan da û dema ku karikan dît ku ew sipî ne, wan bawer kir ku hemî tiştên ku wî gotiye rast in û derî jê re vekirin. Lê çi bibînin! Gur ketiye hundir.)”

Di vê varyantê de, gur sê caran hewl dide ku karikan bixapîne lê her carê karik tiştek didin ber wî. Lewre di şîreta destpêkê de diya wan ji wan re gotiye ku, “win ê wî ji dengê wî yê qalind û lingên wî yên reş nas bikin.” Lewre gur li ser îtiraza pêşîn ya karikan diçe perçeyek tebeşîr ji dikanek distîne û dixwe û pê dengê wî wekî yê bizinê zirav dibe. Dûre li ser îtiraza duyem a karikan ku lingên wî reş in, ew diçe firinek hevîr bi lingên xwe dide û diçe aşek arvan bi ser de direşîne û bi vî rengî cara sisêyan tê ber derî û vê carê karik pê dixapin.

Di varyanta Cindî de ev epîzot bi vî rengî ye:

“Şengilo dibêje:

-Mengilo, Qalîçengilo derî venekin ev diya me nîn e, wexta dana nîn e, dengê diya me zirav e, lê yê vê qalind e, derî venekin.

Mengilo dibêje:

Na, ev diya me ye.

Derî vedike. Gava ku Mengilo derî vedike, gur wê çaxê Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo dadiqurtîne.”

Di vê varyantê de wekî ya Grimm sêyine tune ye. Gur di teşebusa xwe ya pêşîn de, digel ku di navbera qurbaniyan de li ser qalindbûna dengê wî şikek çêdibe û yek ji wan naxwaze derî veke jî, di encamê de karik pê dixapin û derî lê vedikin.

Di van pasajan de motîfa îmtîhanê û motîfa hîleyê di nava hev de ne. Lê berevajî ya Grimm, gur ji bo ku ispat bike ku ew dayika wan e, çend mûyên wekî teriya bizinan tîne û di binê derî de nîşanî wan dide. Di îmtîhana pêşîn de, digel ku nayê gotin jî em têdigihên ku gur dengê xwe zirav kiriye lê ev nayê gotin. Dibe ku ev ji ber îhmala berhevkar an jî çîrokbêj bixwe be. Lewre dema ku gur pêşî diaxive û karik dibêjin dengê wî qalind e, li ser vê gur carek dî bang dike. Û hingê behsa li ser dengê wî diqede û îmtîhana dûvikê dest pê dike.

  • Epîzota Vegera Dayikê

Epîzota vegera dayikê bo malê, li gorî her dû varyantan jî diguhere. Di her dû varyantan de jî dema ku dayik vedigere, dibîne ku mala wê talan bûye û karikên wê nîn in. Di varyanta kurdî de karik bi tevahî ji aliyê gur ve hatine xwarin lê di varyanta Grimm de, karikek xwe ji gur veşartiye û dema ku diya wê tê, ew jî derdikeve meydanê û her tiştê bûyî ji diya xwe re neqil dike. Lê di varyanta kurdî de dayik di encama lêgerîna xwe de gurê êrîşkar dibîne.

Di varyanta Grimm de ev epîzot bi vî rengî ye:

“Endlich, als sie das jüngste rief, da rief eine feine Stimme: “Liebe Mutter, ich stecke im Uhrkasten.” Sie holte es heraus, und es erzählte ihr, daß der Wolf gekommen wäre und die anderen alle gefressen hätte. (Dawî dor hatiye ser karika herî biçûk, dengek nizm hatiye bihîstin, ‘Dayêcan, ez di nava qutiya saetê de me.’ Bizinê, karika xwe ji wê derê derxistiye û karika biçûk jê re gotiye ku gur hat û hemî karikên dî xwar.)”

Ev epîzot di varyanta Cindî de bi vî rengî ye:

“Bizin di wextê xwe de tê, dinihêre ne Şengilo heye, ne Mengilo heye, ne jî Qalîçengilo”

  • Epîzota Şerê Êrîşkar û Dayikê

Epîzota şerê gur û bizinê, epîzota herî dawî ye û her wiha di çîrokê de kêliya tansiyonê derketiye radeya herî bilind. Di vê kêliya çîrokê de, di heman demê de sînorên mantiqî, hatine rakirin û di her dû varyantan de jî em dibînin ku ev yek bi rengên cuda pêk tê. Di varyanta Grimm de ev epîzot bi vî rengî ye:

“Als sie auf die Wiese kam, so lag da der Wolf an dem Baum und schnarchte, daß die Äste zitterten. Sie betrachtete ihn von allen Seiten und sah, daß in seinem angefüllten Bauch sich etwas regte und zappelte. Ach, Gott, dachte sie, sollten meine armen Kinder, die er zum Nachtmahl hinuntergewürgt hat, noch am Leben sein? Da mußte das Geißlein nach Hause laufen und Schere, Nadel und Zwirn holen. Dann schnitt sie dem Ungetüm den Wanst auf, und kaum hatte sie einen Schnitt getan, so streckte schon ein Geißlein den Kopf heraus, und als sie weiter schnitt, so sprangen nacheinander alle sechse heraus, und waren noch alle am Leben, und hatten nicht einmal Schaden erlitten, denn das Ungetüm hatte sie in der Gier ganz hinuntergeschluckt. (Dema ku hatin mêrgê, dîtin ku gur li binê darekî xwe dirêj kiriye û radizê û wisa dike xirînî ku şaxên darê dileriziyan. Karikê ji her aliyê ve li gur nihêrî demekê û dît ku di zikê gur yê werimî de tiştek tevdigere, diçe û tê. “Ax, xwedê” got karikê. “Dibe ku karikên min ên reben ku wî ji bo şîva xwe ew daqurtandibûn hê jî sax bin?” Paşê, karikê biçûk baz daye malê û meqes û ta û derzî aniye, û bizinê zikê wî lawirî/cenawirî qelaştiye û paşê yek ji karikên biçûk serê xwe di wê qelşê de dirêj kiriye, piştê ku hinek dî jî jêkiriye, her şeş karik li pey hev ji zikê wê xwe avêtine û derketine û hemî jî sax bûne û her çawa be qet cihekî wan neêşiyaye, birîndar nebûne, lewre ji ber çavbirçîtiya xwe gur, bêyî ku wan bicû, wilo daqurtandiye.)

Di varyanta Cindî de, li hev rasthatina gur û bizinê bi vî rengî ye:

“Bizin dinihêre ku wa ye gur di wir de derbas dibe diçe. Dibêje: “Vî gurî karên min xwarine.” Diçe, dibêje:

-Guro te hersê karên min birine?

Gur dengê xwe nake.

Bizin dibêje:

-Nexwe te Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo biriye. Şerê min bi te re şer e. Dibêje: Guro tu diranên xwe tûj ke, ez ê jî sitrûyê (qiloç) xwe tûj kim, em ê bi hev re şer bikin.

Bizin diçe ser hedad, sitrûyê xwe rind tûj dike, gur jî diranê xwe tûj dike. Paşê têne meydanê ku bi hev re şer bikin.

Gur dike nake bi bizina kûvî nikare. Bizina kûvî sitrûyê xwe yên tûj li zikê wî dixe, baz dide kolê, gur dikuje. Zikê wî diqelêşe, Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo jê derdixe û dibêje:

-Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo hûn bi ku de çûbûn, çavên diya we kor be.

Dibêjin: Hal û hewalê me û gur, ev e.

Bizin dibêje:

Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, ev ji we re şîret e, careke dinê xwe şaş nekin.

Karên xwe hildide û dibe çiyê.”

Di vê varyantê de beriya pêkhatina vê epîzotê, bizin derketiye lêgerînekê û ji heywanên derdora xwe dipirse ku wan karikên wê xwarine an na. Di vê prosesê de çar heywanên mîna, teyr, legleg, rûvî û hirç derdikevin pêş me. Bizin ji her çaran dipirse ku wan karikên wê xwarine an na, her çar jî bi vî rengî bersiv didin: “Bi vî erdî, bi vî ezmanî min nebirine.” Di vê epîzotê de, yanê di hevdîtina gur û bizinê de, bizin dema ku têdigihîje ku gur karikên wê xwarine, wî dawetî şer dike. Lê di varyanta Grimm de, piştî ku bizin têdigihîje ku karikên wê di zikê gur de ne, dema ku gur radizê, zikê wî diqelêşe û karikên xwe derdixe. Lê di varyanta Cindî de bizinê bi quloçên xwe yên ku tûj kiriye, li zikê gur xistiye û paşê zikê wî qelaştiye û karikên xwe ji zikê wî derxistiye.

Digel ku li gorî varyanta Cindî ev epîzota dawîn ya çîrokê ye jî û di gelek varyantên dî yên kurdî de jî ev bi vî rengî ye, di varyanta Grimm de, çîrok li vir naqede û piştî ku bizin digihîje karikên xwe, zikê gur yê qelaştî bi keviran tijî dike û dîsa didirû û gur dema ku radibe dixwaze biçe avê ji çem vexwe, tevî wê giraniyê xwar dibe û dikeve nava avê û hew dertê. Di varyantên kurdî de, dema ku bizin bi quloçên xwe li zikê gur dixe, gur li wê derê dimire lê balkêş e ku behsa mirina gur nayê kirin. Di varyanta Grimm de ev epîzot bi vî rengî ye:

“Als der Wolf endlich ausgeschlafen hatte, machte er sich auf die Beine, und weil ihm die Steine im Magen so großen Durst erregten, so wollte er zu einem Brunnen gehen und trinken. Als er aber anfing zu gehen und sich hin und her zu bewegen, so stießen die Steine in seinem Bauch aneinander und rappelten. Da rief er:

“Was rumpelt und pumpelt

In meinem Bauch herum?

Ich meinte, es wären sechs Geißelein,

Doch sind’s lauter Wackerstein.”

Und als er an den Brunnen kam und sich über das Wasser bückte und trinken wollte, da zogen ihn die schweren Steine hinein, und er mußte jämmerlich ersaufen. Als die sieben Geißlein das sahen, kamen sie eilig herbeigelaufen und riefen laut: “Der Wolf ist tot! Der Wolf ist tot!” und tanzten mit ihrer Mutter vor Freude um den Brunnen herum..(Piştî ku gur ji xewê şiyar bûye, rabûye ser piyan û ji ber ku zikê wî bi keviran tije bû ye tî bûye, xwestiye ku here ser bîrekî/kaniyekî avê vexwe. Lê dema ku dest bi meşê kiriye, kevirên di zikê wî de vir de û wir de çûne, li hev ketine û deng derxistine. Gur kiriye qîrîn:

‘Ev çi teqereq e, çi gurmegurm e

Ku wiha li hestiyên min dikeve

Min got qey min şeş karik xwarine

Lê tu dibe qey min kevir xwarine”

Û dema ku ew hatiye ser bîrê û bi ser de xwar bûye da ku avê jê vexwe, ji ber kevirên di zikê xwe de, gêr bûye ketiye nava avê û tu kes neçûye bi hawara wî de û bi awayekî berbat xeniqiye. Dema ku her heft karikan vê dîtiye, bi bazdan hatine ser bîrê û qêriyane: ‘Gur mir! Gur mir!’ gotine û tevî dayika xwe li dora bîrê bi kêf reqisîne.)”

Varyanta Cindî, wekî ku me di vê epîzota jorîn de nîşan da qediyaye. Bizin piştî gihîştina karikên xwe, wan digire û dîsa vedigere çiyê.

2. Nirxandina Ziman û Vegotina Çîrokê

Bêguman ziman û vegotin di çîrokan de xaleke giring e ku em dikarin bi rêya wê di heqê çîrokê de bigihên hin fikran. Awayê vegotinê, formelên ku di destpêk û encamê de herwiha di nava îcrayê de têne bikaranîn, taybetmendiyên helbestkî û klamkî û dîsa taybetmendiyên pexşankî ên vegêranê, rê vedikin ku em ji vî aliye ve jî tehlîlê bikin.

Di varyanta Grimm de çîrok bi formela “Es war einmal eine alte Geiß, die hatte sieben junge Geißlein, und hatte sie lieb, wie eine Mutter ihre Kinder lieb hat…” Formela “Es war einmal” (Demekê, wextekê, zemanekê) ji bo çîrokan formeleke destpêkê ye û di destpêka vegotinê de çîrokbûna wê, an jî cureya wê bi me dide fêmkirin.

Di çîrokên kurdî de, formelên wekî; “hebû tunebû, dibê rojekî, dibê, go wextekî û hwd.”  formelên berbelav in. Di varyanta Cindî de formela “carekê” derdikeve pêş me ku bi ya Grimm re di heman wateyê de ye.

Varyanta Cindî bi vî rengî dest pê dike: “Carekê bizinek ji nava pêz vediqete…”

Di her dû varyantan de jî, di dawiya çîrokê de formela qedandinê dernakeve pêş me.

Di varyanta Cindî de ji alî bikaranîna demê ve, qalibê çîrokî hatiye bikaranîn. “Carekê bizinek ji nava pêz vediqete, diçe çiyê, binê zinarekî ji xwe re dikole, holikê ava dike, ji xwe re dike gom û tê de dize.”

Di varyanta Grimm de jî raweya demê wekî bikaranîna giştî ya vegotina çîrokî ye: “Es war einmal eine alte Geiß, die hatte sieben junge Geißlein… (Wextekî bizinek hebûye û heft karikên wê hebûne)

Ji alî vegotina çîrokê ve di navbera varyanta kurdî û ya Grimm de cudahiyeke berbiçav heye. Di varyanta kurdî de û bi giştî di hemî varyantên kurdî yên vê çîrokê de, çîrok hem bi rengekî pexşanî hem jî helbestî ye. Giraniya herduyan jî wek hev e lê di varyanta Grimm de bikaranîna vegotina helbestî bi tenê di cihekî de derdikeve pêş me.

Di varyanta Grimm de, vegotina helbestî di dawiya çîrokê de derdikeve pêş me:

Was rumpelt und pumpelt

In meinem Bauch herum?

Ich meinte, es wären sechs Geißelein,

Doch sind’s lauter Wackerstein ”

“Ev çi teqereq e, çi gurmegurm e

Ku wiha li hestiyên min dikeve

Min got qey min şeş karik xwarine

Lê tu dibe qey min kevir xwarine”

Lê di varyanta kurdî de di sê çar cihan de vegotina helbestî derdikeve pêş me. Ciyê ku tê de helbest tunene jî, bi şeklî nin be jî bi vegotinî wekî helbest, bi aheng hatine gotin. Wekî mînak, di varyanta Cindî de dema ku bizin tê û karikên xwe li malê nabîne, diçe ji teyr, legleg, rûvî û hirçê heman tiştî dipirse û heman bersivê werdigire. Di varyanta Cindî de derên ku bi vegotina helbestî ne bi vî rengî ne:

“Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo,

Ez çûme zozana

Qirşik kete ber dirana

Şîr kete guhana

Dayika we hate dana

Derî vekin werin dana”

Ev pasaj di çend caran bi dubareyî derdikeve pêş me. Di hin varyantan de ev pasaj bi rengekî cuda jî tê gotin. Wekî mînak li şûna rista “qirşik kete ber dirana”, “xwariye pelê kizwana”.

Di varyanta Cindî de, di epîzota şerê gur û bizinê de helbest tuneye lê di epîzota lêgerîna bizinê ya ji bo karikên xwe de, vegotinek helbestî heye. Ev beş bi vî rengî ne:

“Bizin radibe diçe cem teyr û dibêje:

-Te karên min birine?

Dibêje:

-Bi vî erdî, bi vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem leglegê ji wê re dibêje:

-Te hersê karên min birine?

Dibêje:

-Bi vî erdî, bi vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem rûvî dibêje:

-Te hersê karên min birine?

Dibêje:

-Bi vî erdî, bi vî ezmanî min nebirine!

Bizin diçe cem hirçê ji wê re jî dibêje:

-Te hersê karên min birine?

Dibêje:

-Bi vî erdî, bi vî ezmanî min nebirine!”

Digel ku di formeke tam a helbestê de nîn be jî, ji ber dubarebûnên muntezem û ahengî, peyvên rîtmîk û qafiyeya giştî em dikarin vê pasajê jî wekî helbest binirxînin.

Ji aliyê ziman û vegotinê ve balkêşiyek heye ku di varyanta Grimm de awayê vegotinê li gorî awayê giştî yê vegotina çîrokan gelekî muntezem e. Herwiha sedem nîşandan jî tê dîtin. Wekî; di çîrokê de ji bo sedema ku karik di zikê gur de sax mane, tê gotin ku gur çavbirçî bûye û bêyî ku wan bicû, dixwe û loma karik di zikê wî de sax mane. Herwiha zikê gur bi quloçên bizinê nehatiye qelaştin û hin alavên nûjen hatine tercîhkirin. Wekî peydakirina meqesê, ta û derzî. Dîsa dema ku gur dixwaze li ber derî karikan bixapîne, diçe perçeyek tebeşîr dixwe da ku dengê wî zirav bibe.

3. Lehengên Çîrokê û Taybetmendiyên Wan

Ji aliyê lehengan ve di her dû varyantan de jî cudahiyên giring hene. Ev cudahî her çendî ku bandor li temaya çîrokê neke jî, mijareke giring e.

  • Di Varyanta Grimm de Leheng û Taybetmendiyên Wan

Di varyanta Grimm de lehengên çîrokê bi vî rengî ne: Gur, bizin û heft karik. Hemî heywan bê nav in. Berevajî varyanta kurdî, navê gur di sernava çîrokê de jî cih girtiye. Li vê derê heywan bi wesfên xwe yên cureyî hatine pênasekirin yanê navek wan ê taybet tune. Dema ku gur tê ber derê karikan, ji nava wan yek naaxive lê hemî bi hev re diaxivin. Wekî: “Zarokên biçûk qîriyan”, “Ew qîriyan”, “Zarokan ew dîtin û qîriyan.” Piştî ku gur dikeve hundir, ji karikan ya herî biçûk li gorî yên dî aqilane tevdigere û xwe di cihekî bêtir ewle de vedişêre. Lê dîsa jî navek taybet lê nehatiye kirin, ew wekî “ya herî biçûk” hatiye binavkirin. Lê di vegotina çîrokê de em hîn dibin ku her yek ji wan navek wan heye. Digel ku di nava çîrokê de bi aşkerayî nehatibin binavkirin jî dema ku diya wan vedigere malê û dibîne ku mala wê talan bûye, yek bi yek bi navê wan li wan bang dike: “Sie rief sie nacheinander bei Namen, aber niemand antwortete. Endlich, als sie das jüngste rief… (Yek bi yek bi navê wan bang li wan kir lê tu yekê ji wan bersiv neda. Di dawiyê de dema ku bang li ya herî biçûk kir…)”

  • Di Varyanta Cindî de Leheng û Taybetmendiyên Wan

Di varyanta Cindî de, digel ku navê çîrokê Şengilo û Mengilo ye jî sê karik derdikevin pêş me ku navê wan bi vî rengî ne: Şengilo, Mengilo, Qalîçengilo. Giring e ku em ji qertafa dawîn,“o” yê ya li dû navê wan dikarin texmîn bikin ku karik nêr in lê ne mê ne.

Hem di varyanta Cindî hem jî di varyantên dî yên kurdî de, giringiya herî mezin ji alî lehengan ve ew e ku hemî hatine binavkirin. Di hin varyantên vê çîrokê de pênc karik hene lê her pênc jî navek wan heye.

Di vê varyantê de di karaktera karikan de pir cudahî nîn e lê dema ku gur tê da ku wan bixapîne û derî bi wan bide vekirin, Şengilo her dû birayên xwe hişyar dike ku derî venekin. Lê birayên wî bi a wî nakin û derî vedikin.

Di varyanta Cindî de her dû karakterên dî, yanê gur û bizin, bi heman rengê varyanta Grimm in. Navekî wan ê taybet nîn e. Gur dîsa wekî nêr hatiye tesewirkirin û Bizin jixwe mê ye. Digel ku di karaktera gur de dexesiyek aşkera hatiye îmakirin jî herwekî ku bi dizî li axaftinên bizin û karikan guhdarî dike, karikan dixapîne ku ew diya wan e û hwd., bizin wekî temsîla  sadiqbûn, durustî, berhemdarî û edaletê tê xuyakirin. Bi taybetî di epîzota dawîn de, bizin gur vedixwîne meydana şer û di şer de digel ku ew li gorî gur bê hêz e jî serî li hîleyê nedaye û ji nişkê ve êrîşê gur nekiriye. Ev yek, di varyanta Grimm de dernakeve pêş me. Di varyanta Grimm de gur an bi rêya hîleyê an jî bi rengek ku ew jixwe bêhay e tê têkbirin.

Ji aliyê tabloya lehengan ve cudahiyeke giring ya varyanta kurdî ji ya almanî ev e ku; li kêleka gur, bizin, û her sê karikan, çar heywanên dî jî hene ku ne bi navekî taybet lê bi navê xwe yê cureyî derbas dibin. Ev; teyr, legleg, rûvî û hirç in.

Encam

Bêguman di çîrokan de gelek mesaj û sembolên vekirî û sergirtî hene. Armanca me ya pêşîn ji vê lêkolîna kurt ne ew bû ku em hemî çîrokê veçirînin. Armanc ew bû ku; em bi taybetî nîşan bidin ka ji aliyê epîzotên çîrokê ve, ji aliyê lehengan ve û ji aliyê ziman û vegotina çîrokê ve di navbera çîroka Birayên Grimm ya bi esil almanî û varyanta Cindî ya bi esil kurdî de ji kîjan aliyan ve lihevçûn û cudabûn hene. Wekî ku di destpêkê de jî em wilo difikirîn, di encama vê lêkolînê de jî diyar dibe ku ev çîroka almanî ya bi navê Gur û Heft Karikên Biçûk û çîroka kurdî ya bi navê Şengilo û Mengilo, ne du çîrokên cuda ne ku dişibin hev. Bereksê vê ew du varyantên heman çîrokê ne. Lewma pêşketina seyra bûyeran, epîzotên çîrokê û lehengên wê vê yekê bi aşkerayî nîşan didin.

Wekî nirxandina dawîn, forma varyanta kurdî, ku hem pexşan û hem jî helbestî ye nîşaneyek giring ya reseniya wê ya kurdî ye (di varyanta almanî de bi tenê di derekê de forma helbestkî tê dîtin). Lewre ew pasajên di wir de yên helbestkî, ne hêsan e ku bi rêya wergêrekê bêne bidestxistin û ew çend bi çanda folklorîk ya kurdî re bikeve nav ahengê. Bikaranîna peyvên mîna; gom, zozan, dana, dîsa reseniya navên wekî Şengilo û Mengilo vê îdîayê bêtir mantiqî dikin. Herwiha çîrok bi uslûba giştî ya çîrokên kurdî re jî di nav ahengê de ye. Divê em bibêjin ku pasajên helbestkî dema ku di çîrokê de têne gotin, bi piranî bi rengekî melodîk têne stirîn ku ev jî wekî ku di hin çîrokên dî yên kurdî de jî derdikeve pêş me taybetmendiyeke giştî ya çîrokên kurdan e.

Çavkanî

Attı, Hikmettin. (2013). Lêkolîneke Folklorî Li Ser Destana Mem û Zînê. (Teza NÇ.) Mardin

Cindî, Heciyê. (2011). Hîkayetên Cimeta kurdan. Yêrêvan: Weşanên Limûş

Çobanoğlu, Özkul. (2012). Halkbilimi Kuramları ve Araştırma Yöntemleri, Ankara: Akçağ yay.

Grimm, Brothers. https://www.grimmstories.com/de/grimm_maerchen/index, Dîroka Pêwendiyê: 8/08/2023

Hîkmet, Bedran. (2016). Teoriyên Folklorê. Diyarbakır: Weşanên Lîs.

Kaya, Doğan. (2007). Ansiklopedik Türk Halk Edebiyatı Terimleri Sözlüğü. Ankara: Akçağ yay.

Kızıl, Hayreddin-Tanrıkulu-Veysel. (2015). International Journal of kurdish Studies. No: 1/2, Diyarbakır

Oğuz, M. Öcal û yd. (2006). Halk Biliminde Kuramlar ve Yaklaşımlar. Ankara: Gelneksel Yayınları.

Pertev, Ramazan. (2015). Edebiyata Kurdî ya Gelêrî. İstanbul: Weşanên Avesta.

Propp, Vlademir. (2008). Masalın Biçimbilimi. Werg: Mehmet Rıfat-Sema Rıfat. İstanbul: Türkiye İş Bankası Yayınları.

Subaşı, Kenan. (2016).  Kürdoloji Akademik Çalışmalar. Cilt 2, Ankara: Yargı Yayınevi.

Thompson, Stith. (1969). Motif Index of Folk Literature. Indiana: Indiana University Press.

Derbar Rêvebir

Check Also

Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdan

Dîroknas, zimannas, mirovnas û kurdnasê navdar ê nemsayî (awistiryayî) Ferdinand Hennerbichler di lêkolîna xwe ya …

Leave a Reply