Du Pirtûkên Zeynelabîdîn Zinar

Nivîskarê kurd Zeynelabîdîn Zinar ji sedî zêdetir pirtûkên kurdî nivîsiye û berhev kiriye. Di nav nivîskarê kurd de ê herî berhemkar ewe. Ez ê ji bo xwendevanên kurd behsa du pirtûkên wî bikim û van herdu pirtûkên wî ji xwendevanan re bidime nasîn.

1 – SIYABEND Û XECÊ

Di nav nivîskarê kurd de yek ji ê herî berhemdar Zeynelabîdîn Zinar e. Ew kedkarê berhevkirin û amadekirina stran û çîrokên folklorîk yên di nav gel de ye. Wî bi sedan çîrokên gelêrî berhev kiriye û weşandiye.

Zinar romannivîser nîn e, lê wî du çîrokên gelêrî bi stîleke nû û nûjen, kiraseke nû li wan kiriye û bi forma romanê nivîsiye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Navê herdu çîrokên gelêrî ku bi qalibeke nû û bi şêweya romanê hatine nivîsin ev in : 1 – Hemdîn û Şemdîn – 2 – Siyabend û Xecê.

Dema navê Z. Zinar bê gotin, di cîde deh cild ”Xwençe” tê bîra mirov. Berhevkirin û amadekirina deh cild ”Xwençe” ji bo çand, edebiyat û zimanê kurdî dewlemendiyeke û herweha kilam –stran – , helbest, çîrok û çîrvanokên ku di ”Xwençe” de bi cih bûne ji wendabûnê xilas bûne û ev bi xwe hêjayê pesnê ye.

Bi min heger Z. Zinar dîsa dest pê bike û weke Xwençe deh cildên din yên çîrokên gelêrî û hemû cure berhemên folklorîk yên di nav kurdan de biçivîne, berhev bike û ji bo weşanê amade bike, dê dîsa kar û xebateke hêja pêk bîne.

Zinar nivîskarekî berhemkare û ew xebata xwe ya nivîsînê didomîne û hersal gelek pirtûkên kurdî dinivîse û diweşîne. Bi hêviya ku ew romaneke din jî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û edebiyata kurdî dewlemend bike.

Apê kî min hebû. Ew qet neçubû dibistana Tirka. Ez wextakû biçûk bûm, wî ji min û ji zarûkên xwe re destan‘a ”Mem û Zînê” û a ”Sîyabend û Xecê” digotin. Min van herdu destanên kurdî pir-hendik di heşê xwe da hêştibû. Piştêku ez mezin bum û pirtuka Seydayê nemir Ahmedê Xanê “Mem û Zîn” ê min xwend, min vê rastîyê dît ku tiştêku apê min gotibû û ev pirtûk wek hev bû. Te digot qey apê min ew pirtuk xwendîye, ezber kiriye û ji min re qal kirîye.

Di biçûkîya xwe de,min herî pirr ji ”Mem û Zîn”, ”Sîyabend û Xecê”, ”Kero û Kulik”, ”Şahmaran” û ”Hespê Bozê Rewan” hezdikir. Ji van pênç destanên xweş yên dîrokî sisê jê pirtûkê wan derketine, lê herduyê din hêj pirtûkê wan derneketîye. Ger herduyê din jî pirtûkê wan yên bi zimanê kurdî derkevin, dê edebîyata kurdî hîn jî zêde dewlemend bibe.

Pirtûka ”Sîyabend û Xecê” bi şêweya romanê hatiye nivîsîn û di nav weşanên ”Pencînar – Çanda Kurd” de li Stockholmê / Swêdê derketîye. Ji bo ku çîroka Siyabend û Xecê ji alî gelek kurdan ve tê zanîn, loma min behsa naveroka çîroka Siyabend û Xecê nekir.

2 – “ÇIVÎKA BILÛRVAN”

Edebiyata kurdî a ji bo zarokan qels e. Pirtûkên kurdî yên ji bo zarokan hindik in. Di hêla pirtûkên perwerdekirinê ên ji bo dibistanê jî qelsiyek heye. Hêj jî pirtûkeke perwerdekirinê ya edebiyata kurdî ji bo zarokan tune ye.

Pirtûkên ji bo zarokan yên heyî, ji sedî nod û pêncê wan li Swedê, ji alî nivîskarên kurd ên li Swedê hatine nivîsîn û wek pirtûk hatine weşandin. Li Stenbolê jî çend pirtûkên zarokan bi kurdî hatin weşandin, lê ew pirtûk ji alî rêziman û rastnivîsîna kurdî ve, di wan de gelek şaşî hene. Hêjayê pesnê ye ku niha çend weşanxaneyên kurd yên li Amedê ê Wanê (herweke weşanxana ”Ronahî” , ”J#J”, ”Ar” , ”Sitav” û hwd.) dest pê kirine pirtûkên ji bo zarokan diweşînin.

Di hêla afirandina edebiyata zarokan de, di serî de M. Emîn Bozarslan, Zeynelabîdîn Zinar, B. Welatevîn, Haydar Dîljen û Amed Tîgrîs kar û xebatên hêja kirine, berhemên giranbiha afirandine. Ji bo pirtûkên perwerdeyê yê dibistanan jî Ahmed Cantekîn, B. Welatevîn /Hakî Balta, Aso Germîyanî, Amed Tigrîs, Haydar Diljen û hinek mamosteyên kurd pirtûkên perwerdeyê nivîsîne û ev pirtûk di dibistanên Swêdê de ji bo dersên kurdî têne xwendin.

Pirtûkên perwerdekirinê divê bi dîqet bên amadekirin, li gor ruhê perwerdekirina pedagojîk bên hunandin û li gor psîkolojîya zarokan bên nivîsîn. Zimanê wan pirtûkan divê hêsan be, lê peyv û rastnivîsîn li gor gramera kurdî rast bin. Dema peyvek şaş bê nivîsîn, yan jî maneya peyvê şaş bê gotin, ev şaşîtî di nav mejiyê zarokan de bi şaşî cih digre. Ev jî ji bo pêşeroja zarokan xeter e, zerar e, ne baş e.

Di berhemên edebî yên ji bo zarokan de gelek peyv hene ku zarok cara pêşîn di wan berheman de rastê wan peyvan tên û maneya wan peyvan fêr dibin. Heger ji berhemên nivîskî nebe, gelek peyvên kurdî hene ku di axaftina rojane de nayên bi kar anîn. Şert û zirufên ku mirov tê de dijî, jiyana mirov a rojane, têkiliyên civakî şêweya axaftinên mirov tayîn dike. Wek mînak; zarokên ku li gundekî Kurdistanê dijîn û zarokên ku li bajarên metropolan û li Ewropa’yê dijîn, şêweya axaftina wan û peyvên ku di axaftinên xwe de bi kar tînin cuda ne. Zarokên li gundan li gor havirdora xwe û jiyana xwe ya rojane, dê ji hevre behsa gund, çiya, mêrg, kanî, gol û bermên avê, çûk û lawir, dar û berî, bax û baxçe, dîk û mirîşk û hwd bikin. Zarokên ku li bajarên mezin dijîn jî dê behsa bajêr, park û sînema, muze, texsî û tren, pisqilet, spor û futbol, leyistikên teknîkî û hwd, bikin. Gelek peyvên ku li gor hilberîn û çandiniyê tên bikaranîn, ji alî zarokên bajaran ve nayên bi karanîn. Zarokekî gundî dizane aş çi ye, çot çi ye, beyder çi ye, lê zarokekî bajarî nizane ev tişt çi ne. Dema zarokên bajarî van pirtûkên kurdî yên ku ji bo zarokên kurd hatine amadekirin bixwînin, dê wan peyvan û maneya wan jî fêr bibin.

Di berhemên Zeynelabîdîn Zinar de dewlemendiya peyvên kurdî heye. Gelek peyvên ku zarok bi maneya wan nizanin, yan jî wê peyvê qet nebihistine, dema pirtûkên Zeynelabîdîn Zinar bixwînin, fêr dibin.

Pirtûka “Ji Folklora Kurdî Çîroka Çivîka Bilûrvan” berhemeke hêja ye ku ji bo zarokan hatiye amadekirin. Pirtûk bi naverok û forma xwe tam ji bo zarokan e. Di pirtûkê de gelek wêneyên rengîn û çîrokek xweş ji bo zarokan heye.

Ev pirtûk ji bo projeya bi navê “Arîstan” anku welatê Aryanan hatiye amadekirin. Ev projeya “Arîstan” ji alî weşanên “Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî” ve hatiye amadekirin. “Projeyê daye pêşîya xwe ku 100 pirtûk ji bo zarok û ciwanên kurd bide çapkirin û wek diyarî li wan bide belavkirin. Her pirtûkek ji ber çîrokeka folklorîk hatiye amadekirin. Ji niha ve 80 çîrok ji bo çapê amade ne. Ev pirtûka bi navê “Çivîka Bilûrvan” wek nimûne hatiye çapkirin.”

Pirtûk li gor fêrbûna perwerdeyî ye. Li jor çîrok û li jêr jî li gor mijara çîrokê û peyvên ku di nav çîrokê de derbas dibin, pirs hene. Pirsên her wekî; “Ardu çi ye?” , “Kerî çi ye?” , “Guhar çi ye?” , “Beran çi ye?” , “Xirecir çi ye?” , “Seg çi ye?” , “Hîm çi ye?” , “Bilûr çi ye?” , “Zinar çi ye?” , “Govend çi ye?” hene.

Dîsa li gor naveroka çîrokê pirs hatine kirin ku, ji bo ku bala xwendekarên zarok bikşîne û ji çîrokê baş fêm bike. Mesela ji zarokan tê pirsîn ku; “Gava çivîk çû ser kanîyê, nanên xwe danîne ser çi û piştre çi kir?” , “Şivan û çivîkê, çend nan bi şîr re xwarine?” , “Çima savar û goşt di dawetên kurdî de bûye wek tore?”

Naveroka çîrokê

Zeynelabidîn Zinar di destpêka pirtûkê de şîreteke gelek xweş û di cî de li zarok û ciwanên kurd kiriye. Ew ji zarok û ciwanan re dibêje : “Eger hûn bi zimanê xwe bixwînin, hûn dê her serfîraz bin û serkeftinê jî bibînin. Lê eger hûn bi zimanê xwe nexwînin, hûn dê her belengaz bin û di bin bindestiyê de jî bimînin.”

Rojeke Çivîk diçe ji xwe re li kurmikan digere. Sitirîyek dikeve nigê wê. Çivîk dike nake bi nikûla xwe nikare sitirî ji nigê xwe derxe. Çivîk diçe ber tendûrekê datîne. Pîrejinek tê ber tendûrê, lê dike nake nikare tendûrê pêxe. Çivîk jê re dibêje ku ew sitirîyê ji lingê wê derxe û têxe nav tendûrê dê agir pêkeve.

Pîrê sitirî ji lingê Çivîkê derdixe, dixe hundirê tendûrê û tenûr pêdikeve. Şivîk ji Pîrê re spas dike û difre diçe, lê paşê dîsa vedigere tê ber tendûrê datîne. Ji Pîrê dixwaze ku yan sitirîyê wê yan jî di bedêla wê de heşt nan bide pê. Pîrê heft nan dide pê.

Çivîk heft nanên xwe digre û ji wir diçe. Li ser kanîyek datîne. Û ji kêfa nanê tendûrê radibe reqsê, lotik davêje, stranan dibêje. Çivîk dibîne ku waye kerîyek pez li nêzê kanîyê ye. Nanê xwe hildide û diçe cem şivanê pez. Çivîk dibîne ku waye Şivan şîr vedixwe. Nanê Şivan tune ye. Çivîk jê re dibêje “Nan ji min û şîr ji te.” Herdu bi hevre nan û şîr dixwin.

Çivîk ji Şivan xatir dixwaze û diçe, lê paşê dîsa vedigere û heft nanên xwe ji Çivan dixwaze. Ya dê Şivan nanên wê bide yan jî di şûna nanan de heft beran bide pê. Çivan naxwaze heft beran bide pê, lê bi xêrecirê mecbûr dimîne heft beran dide pê.

Kêfa Çivîkê gelek ji beranan re tê. Xatir ji Şivan dixwaze, beranên xwe dide pêşiya xwe, lotik dide, direqise û stran dibêje. Çivîk beranan dide pêşiya xwe, dikeve rê û diçe gundekî. Dinêre ku li gund dawet heye. Xwediyên dawetê heft seg avêtine erdê ku wan şerjê bikin. Çivîk ji xwediyê dawetê dipirse ku “qey beranên wan tunin ku şerjê bikin? Çima segan şerjê dikin?” xwediyê dawetê dibêjin ku beranên wan tunin. Çivîk dibêje “Ez ê van her heft beranên xwe bidim we, ji bo goştê dawetê şerjê bikin.”

Çivîk heft beranên xwe dide wan. Ew jê re spas dikin. Çivîk xatir ji wan dixwaze û diçe. Xwediyê dawetê beranan şerjê dike, sawar jî çê dike û dide vexwendiyên dawetê. Çivîk demekê şûnda dîsa vedigerê. Ji xwediyê dawetê re dibêje “ yan tuyê her heft beranên min bidî, yan jî bedêla wan de bûkekê bidî min.”

Xwediyê dawetê û Çivîk dikin xirecir û şemate, lê dawî Çivîk wî bêgav dihêle. Zilam ji mecbûrî kîza xwe wek bûkan dixemilîne û dide Çivîkê. Çivîk xatir ji wan dixwaze, bûkê dide pey xwe û diçe.

Çivîk li cihek ji dûr ve dibîne ku waye zilamek li ser zinarekî bilind rûniştiye û li bilûrê dixe. Çivîk ji dengê bilûrê gelek hez dike, keyfa wê jê re tê. Çivîk bangê zilamê Bilûrvan dike, pê re diaxife û jê re dibêje “Ez vê bûka xwe bidim te, tu jî bilûra xwe bide min.” Zilamê Bilûrvan pêşî qayil nabe ku Bilûra xwe bi bûkê re bigehurîne, lê paşê dibîne ku bûk kîzeke delal û spehî ye, razî dibe. Çivîk bûkê dide pê û Bilûrê jê tistîne.

Çivîk Bilûrê digre û diçe li ser zinarek bilind datîne û li wir li Bilûrê dixe. Çivîkên çolê dengê bilûrê dibihîzin û tên li derdora Çivîka bilûrvan kom dibin û ji keyfa dengê bilûrê lotik davêjin û direqisin, govend digrin.

Çivîka bilûrvan jî hem li Bilûrê dixe û hem jî stran dibêje :

Ox, ooox! Ez im xwediyê xweşnanan

Min sitiriyekî da bi heft nanan

Min heft nan dan bi heft beranan

Min heft beran dan bi bûkekê!

Min bûkê jî da bi bilûrekê.

Tûtûûû…

Were kêfa min, xweşbilûrêêê…

Ez Zeynelabîdîn Zinar pîroz dikim ku ji bo zarokên kurd berhemên edebiyata zarokan amade dike û di vê hêlê de edebiyata kurdî a zarokan dewlemend dike.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply