Tag Archives: hecîyê cindî

Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

Read More »

Folklor û Hiqûq

Di hiqûqên gelan de hinek zagonên neteweyî û navneteweyî hene. Ji demên berê ve heta niha ku însan bi hev re jiyane û dijîn, hinek cûreyên xedexe, azadî, ceza û xelatan her tim hebûne. Berê ev zagon bi awayekî adat û toreyan bi devkî; paşê jî bi awayekî nivîskî hatine …

Read More »

Nûbihar Gihaşte 137 Jimarî…

Jimara Nûbiharê 137an bi gelek nivîsên têr û tije derket. Wekî her car curbecur nivîsên lêkolînî, hîkaye, ceribandin, folklor, nasandin û biyografî di vê jimarê de hene. Sedat Ulugana, Hanefi Taşkın û Mustafa Dehqan her yekî di nivîsên xwe de ji edebiyata Kurdî ya wendabûyî çar belgeyên nû keşf kirine. …

Read More »

Heciyê Cindî Nasbikin

Heciyê Cindî di sala 1908 de li Qersê navçeya Dîgorê û gundê Emençayirê tê dinê,ji malbateke êzdî ji dayîk bûye heta sala 1918 zarokatiya wî li Emençayirê derbas bûye. Piştê komkujî û xezebên li ser êzdiyan giran dibin malbata Hecî jî wek malbatên heremê derbasî wî aliyê Erez dibin,di wê …

Read More »